Arşîv

Nûnerên Rêveberiya Xweser ên li Ewropayê: Li dijî dijminatiya Tirkiyê divê gel biherike qadan

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Ewropayê bang li tevahî şêniyan kir ku hevgirtî bin û li rex berxwedana bêhempa ya ku QSD’ê li dijî hêzên dewleta Tirk da dagirker pêk tînin, bisekinin. Her wiha jî tev li çalakiyên aştiyane ji protesto, meş û xwepêşandanên ku bi rojane li bajarên Ewropayê li dar dikevin, bibin. Li rexê jî bang li tevahî sûrî, kurdistanî û gelên hezkiriyên demokrasî û aştiyê kir ku bi hev re li hember dijminatiya dewleta Tirk a dagirker bisekinin.”

Îro, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Ewropayê daxuyaniyek der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de weşand. Tê de bang li tevahî sûrî, kurdistanî û tevahî gelên hezkiriyên demokrasî û aştiyê kir ku dakevin meş û xwepêşandanên girseyî ku dijminatiya dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin û rawestînin.

Daxuyaniya nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Ewropayê wiha ye:

“Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9’ê vê Cotmehê ve rastî êrîşên hovane û barbarî yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû terorîzma xwe û çekên cur bi cur û li rexê jî balafirên şer ku herêmên şêniyên sivîl tê de hedef digire, tên. Her wiha jî cihên mîn dêr, mizgeft, cihên dîrokî û şaristanî û kampên koçberan jî tên hedefgirtin.

Îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi milyonan şênî ji tevahî pêkhate û etnîkan û ji wê zêdetir jî bi sed hezaran koçber û penaber dijîn. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên barbarî bû sedema şehadeta zêdetir î 200 sivîl û bi sedan birîndarên giran. Li aliyekî dîtir jî bi sed hezaran ji gund û herêmên xwe ji dest hovtiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bombebaranên ketober ên li herêmên sivîl, koçber bûn.

Ev êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi sedema destkeftiyên QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser astên leşkerî û siyasî û têkbirina rêxistina DAIŞ’ê, tên. Niha jî piştî têkbirina DAIŞ’ê, aramnca van êrîşan pêkanîna xewnên Osmanî û mêtîngeriyê ya koçberkirina pêkhateyên herêmê yên resen û guhartina demografiya wê ye.

Di vê pêvajoya hesas û xeternak de ku îro Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, ji tevan tê xwestin ku barê berpirsiyariyê rakin û dikeve li ser milê tevan weke welatiyên Sûriyê ne, ji partî, sazî, rêxistin û kesayetên siyasî û çandî. Divê ji nakokî, pirsgirêkên partîtiyê û xebata şexsî bi dûr bikevin. Divê li hember dijminatiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hevgirtî bin û aramanca tevahî berjewendiyên giştî yên pêkhateyên herêmê pêk bînin.

Li ser vê bingehê û berpirsiyariya mezin a ku dikeve ser milê me, em wek nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Ewropayê bang li tevahî şêniyan dikin ku hevgirtî bin û li rex berxwedana bêhempa ya ku QSD’ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, bisekinin. Her wiha jî tev li çalakî, meş, xwepêşandanên ku rojane li bajarê Ewropayê li dar dikevin, bin. Bang li tevahî sûrî, kurdistanî û gelên hezkiriyê demokrasî û aştiyê dikin ku bi tevahî etînk, reng û sembolên xwe li hember dijminatiya dewleta Tirk a dagirker, bisekinin. Pêwîst e wêneyên qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, alên QSD’ê, YPG, YPJ’ê bên hildan. Li aliyekî din jî ji tevahî daxwaz dikin ku di çalakiyan de li gor perspetîvên komtiya amadekar, hêzên ewlekariyê tev bigerin û xwe ragirin. Ji ber ku hikumeta Tirk şaneyên girêdayî xwe dişîne da ku beşdaran şantaj bike ku rûyê me li hember civaka navdewletî reş bike.

Li dawiyê jî, helwestên erênî yên piranî dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) yên li dijî dijminatiya Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cihê rêzdariyê dibînin. Bang li dewletên YE’yê dikin ku bi cidî dijminatiya Tirkiyê rawestînin ku dê bi xwe re karesatên mirovî bîne û bandorê li aramî û ewlehiya herêmê bike.”

Back to top button