Arşîv

Catherine Gaber: Ewropa têkildarî rawestandina êrîşên Tirkiyê bi yek biryar e

Çalakgera siyasî ya Zanîngeha Sorbonne ya Fransayê Catherine Gaber got li Ewropayê têkildarî rawestandina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê cidiyet û bertekeke hevpar heye. Her wiha zexta veşartî ya ku Fransa li ser dewleta Tirk dike, kifş kir. Çalakgera siyasî îşaret bi civîna îro ya Meclisa Ewlehiyê kir û got dê hewl bidin biryara agirbestê bidin û şandeyeke erternasyonalîst bişîne, lê belê pêşbîn dike ku dê li xweşiya Rûsya û Çînê neçe.

Êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî zextên dewletên navdewletî yên li ser dewleta Tirk, berdewam in. Têkildarî êrîşan çalakgera siyasî ya Zanîngeha Sorbonne Catherine Gaber ji ajansa me re axivî.

Catherine Gaber di destpêkê axaftina xwe de behsa helwesta dewletên ewropî kir û wiha anî ziman: “Helwestên ewropî êrîşan red dikin, berevajî nakokiyên têkildarî helwesta ji Îranê ye, lê belê der barê rawestandina êrîşên Tirkiyê de yek helwest heye. Li ser vî esasî me dît ku rawestandina firotina çekan ji Tirkiyê re dê bandorê li rawestandina şer bike. Her wiha gelê Fransayê li dijî êrîşan xwepêşandan li dar xistin.”

Catherine Gaber helwesta Fransayê kifş kir û got têkildarî rawestandina êrîşan, Fransa bi awayekî veşartî zextê li Washingtonê û Moskovê dike.

Her wiha der barê civîna Meclisa Ewlehiyê de çalakgera siyasî wiha axivî: “Ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ve, ev civîna duyemîn e ku Meclisa Ewlehiyê li dar dixe û tê pêşbînkirin ku Rûsya û Çîn ji ber Moskovê kifş kir ku lîstikvanê herî xurt di qada meydanî de ew in, astengiyan derxin û ji hemû aliyan; Tirk, Kurd û rejîma Sûriyê re jî xwedî têkilî ye. Ji ber vê yekê naxwaze destwerdanên biyanî çêbin û di dawiyê de biryara şandeya erternasyonalîst asteng bike. Wekî ku tê payîn ku daxwaz an jî biryar têkildarî rawestandina Tirkiyê ji êrîşên re ye û heke Rûsya di biryarê de ne beşdar be, dê asteng bike.”

Back to top button