Arşîv

Angela Merkel: Em tu çekan nadin Tirkiyê

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel careke din bang li Tirkiyê kir ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û tekez kir ku Almanya tu çekan nade Tirkiyê.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne, her wiha tekez kir ku Almanya tu çekan nade Tirkiyê.

Angela Merkel got operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk dê bibe aloziyeke mirovî û encamên komkujiyeke mezin bi xwe re bîne û ji ber wê Almanya nema çekan dide Tirkiyê.

Her wiha Angela Merkel diyar kir ku dê qedexekirina çekan li ser asta Yekitiya Ewropayê îro di civînekê de were nîqaşkirin.

Hêzên herêmî û navdewletî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Gelek dewletên ewropî ji ber êrîşên dewleta Tirk, firotina çekan ji Tirkiyê re, rawestand.

Back to top button