Arşîv

Yekem Konferansa Kongireya Star a Efrînê dest pê kir

EFRÎN – Xebatên yekemîn konferasa Kongeriya Star a Kantona Efrînê bi durişmeya ʺJina Zana bingeha avakirina Netewa Demokratîk eʺ bi beşdarbûna 170 delgeyên  ji kantona Efrînê û bajarê Helebê dest pê kir.

Bi dehan Endamên Kongireya Star  ku cilên herêmî li xwe kiribûn ji vê sibê ve berê xwedan dan navenda Çand û Hunerê ya navenda Kantona Efrînê û beşdarî konferansa yekemîn a Kongireya Star bûn.

Salona Konferansê bi Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên kordîansyonera Kongireya Star û wêneyên têkoşer Fatme Hecî ya ku di 21`ê Mijdara 2016`an de di berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk a gundê Şediya ya navçeya Reco de bi guleyên dagirkeriya Tirek jiyana xwe ji dest da hate xemilandin. Di salonê de her wiha pankartên  bi Nivîsên ʺ Jina zana bingeha avakirina Netewa Demokratîk eʺ jî hatibûn vegirtin.

Di konferansê de 170 endamên Kongireya Star ên ji Kantona Efrînê û Helebê beşdar bûn. Her wiha endama kordînasyona Kongireya Star Zelal Cîger, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd, Seroka Desteya Jinê Fatme Lekto, nûnerên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Hêzên Asayîşa Jinê, Hêzên Parastina Civakî – Jinê (HPC- Jin) û sazî û rêxistinên Jinan ên Kantonê û nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê beşdar bûn.

Konferans bi rêzigirtinê destpê kir. Paşê jî axaftina vekirinê destpê kir û dê konferas bi axaftinan bidome.

Back to top button