Arşîv

Li Silêmaniyê bi sedan jin li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Bi sedan jinên endam û rêveberên saziyên jinan ên li bajarê Silêmaniyê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, dimeşin.

Jinên ku di nava wan de rêveber û endamên rêxistinên jinan ên Tevgera Goran, YNK, jinên Rojhilatê Kurdistan, Tevgera Azad û kesayetên jin jî hene, li ber Baxê Giştî kom bûn. Jin piştre ji vir heta ber Deriyê Sera yê li bazara Silêmaniyê meşiyan.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên wekî, “Bijî Berxwedana Rojava”, “yeke yeke yeke gelê Kurd yeke” hatin berzkirin. Di meşê de her wiha wêneyên şehîdên “Berxwedana Rûmetê” ku ev 9 roje li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin, hatin bilindkirin.

Piştî meş giha ber Deriyê Sera, li vê derê beyanameyek hate xwendin û têde êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û piştgiriya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re hat dubarekirin.

Her wiha hate gotin ku êrîşa li ser Rojava di heman demê de êrîşeke li ser tevayî Kurdistan û jinên cîhanê.

Back to top button