Arşîv

Şêniyên Girkê Legê li dijî dewleta Tirk daketin qadan

Şêniyên Girkê Legê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewlet Tirk daketin qadan. Di çalakiyê de banga yekîtiya li dijî dagirkeriyê hate kirin.

Ji Girkê Legê û gundên wê bi sedan kes li meydana Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di meşê de wêneyên şehîdan û yên mirovên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk birîndar bûn hatin hildan û li dijî êrîşên dagirkeriyê dirûşm hatin qîrîn.

Di meşê de berxwedana şervanên QSD’ê hate silavkirin û yekîtiya şêniyên herêmê hate destnîşankirin.

Meşê heta navenda bajêr dom kir. Hevseroka MSD’ê Emîne Omer, li qada çalakiyê axivî û berxwedana li dijî dagirkeriyê silav kir.

Omer cangoriyên vê berxwedanê bi bîr anî û diyar kir ku dewleta Tirk a êrîşî Kurdan û hebûna şêniyên herêmê dike, armanca xwe guhertina demografiya herêmê ye.

Emîne OMer anîz iman ku bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwazin qirkirinê bikin û bang li şêniyên herêmê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yekîtiya xwe biafirînin.

Back to top button