Arşîv

Jinên Reqa, Tebqa û Dêrazor li dijî tundiyê li qadan bûn

Bi sedan jinên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi diruşma “Dagirkerî tundî ye..Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” 25‘ê Mijdarê silav kirin.

TEBQA

Bi sedan jin li ber herêma werzîşê ya nêzî çerxerêya Elem a rojavayê bajêr hatin ba hev. Jinan wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, Hevrîn Xelef û Amara Rênas hilda bûn û pankartên şermezarkirina dagirkerî û tundiya li ser jinan vekiribûn, her wiha dirûşme qîr dikin.

Jinan heta ber avahiya Rêveberiya Jinan a taxa duyemîn a bajêr meşiyan. Li vir endama Rêveberiya Jinan Semer El-Şihabî daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin”25‘ê Mijdara di nav xwe de wateyên berxwedan û têkoşînê de hildigire. Ev roj ji cîhanê re semol e û encamên têkoşîna xuşikên Mîrebal a li hemberî dîktaroiyê ye.”

Semer diyar kir ku çalakiyên îslan ên 25‘ê Mijdarê diyarî şehîd Hevrîn Xelef e û got “Hevreyên me yên li ser rêgeza azadî û serînetewandinê jiyîn e ji bo mafên gel xwe li dijî dagirkeriyê bê tirs li ber xwe dan ji ber baweriya wan bi azadî û rûmetê heye.”

Li bajarê Reqayê bi sedan jin li ber pira Reqaya Kevin kom bûn û ber bi pira Reqayê ya nû ya başûrê rojavayê bajêr ve meşiyan.

Bi navê jinên bajar û gundewarê Reqayê endama Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêl Mihemed axivî, bal kişand li ser tundiya li jinên li herêmên dagirkerî têne meşandin kir û got dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di serî de li pêşberî cîhanê jin kir hedev. Sulêl banga rawestandina her cûre tundiya li jinan kir.

DÊRAZOR

Bi heman armancê li bajarokê Kisra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê meşeke mezin bi tevlîbûna bi sedan jinan hate kirin. Meş ji deriyê têketina bajarokê yê rojava ber bi çerxerêya bajarokê ve destpê kirin. Jinan dirûşmeyên banga azadiyê jinan rawestandina şideta li dijî wan davêtin.

Meş li çerxrêya li navenda bajêr rawestî, endama Rêveber a Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Hiyam El-Ehmed axivî, cûreyên tundiya li jinan tê meşandin, bi taybet bi li herêmên ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Hiyam di axaftina xwe de got, demên bê dê dema zadiya jinan be, nema ku piştî rizgarkirina ji DAIŞ‘ê di her qadan de roleke çalak kirin.

HECÎN

Li bajarokê Hecîn ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Rêveberiya Jinan bi tevlîbûna jinên deverên Baxoz, Şefa û Ebû Hesen civînek li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Rêvebera Mala Jin a Hecîn Omeya El-Hiwêdî dîroka 25‘ê Mijdarê, têkoşîna xuşkên Mîrebal a li hember desthildariya Domînîkan Tirxelo vegot.

Omeya her wiha cûreyên tundiya li ser jinan, encamên wê yên neyinî yên li ser civakê kir. Her wiha binpêkirinên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de qetilkirina Hevrîn Xelef, êrişa li ser cenazeya şervana YPJ‘ê Amara Rênas û dîlgirtina Çîçek Kobanê şermezar kir.

Civîn bi nîqaşan bi daw bû.

Back to top button