Arşîv

‘Divê dewleta Tirk ji bîr neke gelên Rojhilata Navîn tu carî dagirkerî ne pejirandine’

Ji bo raya giştî û gelên demokratîk

Ruxmî hemû hewildanan, hevdîtin û platformên ku di derbarê çareserî ji bo alozîya Sûriyê tên kirin, taybet li Bakûrê Sûriyî-Rojava êrîş ne disekinîn nê jî kêm dibin. Berovajî wê hîn xetertir dibin. Bi taybetî bi rewşa hebûna dagirkeriya dewlata Tirk û çeteyan, alozî û pirsgirêkên heyî hîn kurtir dibin. Dîsa yên ku xwe di derbarê çareseriya aloziya Sûriyê bi bandor û xwedî rol dibînin jî, ji bo çareseriya aloziyê ne xwedî plan û proje ne û xuyaye ku ev nêzîkatiyên wan xizmeta berdewama şer û nakokiyan dike. Bi êrîşa hovane ya artêşa dewleta Tirk li dijî Rojava-Bakûrê Sûriyê li ser çiyayê  Qereçox û çiyayê Şengalê jî ew hate ispat kirin.

Dewlata dagirker û faşîst a Tirk bi bêdengiya Koalîsyona Navdewletî, Rusya û rejîma Surî  hewl dide xwe di Sûriyê de mayînde bike. Bi cihbûyîna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê wê bi xwe re ji bo gelê herême kîjan xeteriyan bixwe re bîne ew di hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de derket hole.

Dewleta Tirk di dîrokê de hertim li gor hevsengiyan siyaseta xwe meşand û bi vî rengî desthiladariya xwe parast. Îro jî dewleta Tirk bi komkujîya jin û gelên azadîxwaz û demokratîk hewl dide hevsengiyên heyî ji bo berjewendiyên  xwe bikar bîne. Dewleta Tirk a dagirker heya niha xwest polîtîkaya xwe bi rêya çeteyên DAIŞ`ê  pêk bîne û encam bigre. Lê piştî ku DAIŞ`ê  lewaz bû û ber bi binketinê diçe yekser xwe ji bo êrîş û dagirkeriyê erkdar dît.

Lê divê dewleta Tirk jî bir neke ku gelê Ereb, Kurd, Suryan, Asurî, Tirkmen, Çerkez, Çeçen û hwd  ku li Rojhilata Navîn dijîn tu carî dagirkeriya di bin pêşengiya dîktatoran de ne pejirandine û divê tu kes nekeve nav hesabên şaş. Îro li Rojava-Bakurê Sûriyê gelên ku di bin pêşengiya QSD, YPG/YPJ`ê  berxwe didin de hatiye ispatkirin ku tu hêzek nikare xwe li hemberî gelekî zanebûyî û rêxistinbûyî bigre.

Gelê Kurd û pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyê wê di bin pêşengtiya vîna jinan li hemberî her cûre êrîş û dagirkerî nirxê xwe biparêzên. Rewş çi dibe bila bibe wê jinên Kurd bê helwest nemînin û serî natewînin. Tu hêzek nikare bi êrîşan vîn û rewabûna gelê Kurd tune bike.

Em bang li hêzên navdewletî û raya giştî dikin da ku herêma Rojava-Bakûrê Sûriyê ya ku bi şoreşa jinan bûye cihê parastina hemû nirxên mirovahî û cihê berxwedanê ku îro bûye stargeha ji bo milyonan koçberan, li dijî her cûre dagirkerî û êrîşan helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin. Divê her kesekî guh bide dengê biratiya gelên ku li herêma Rojava-Bakurê Sûriyê dijîn û aramiyê dixwazin û dibejin bila herêma me ji teyareyên şer re were qedexe kirin. Em bang dikin da ku hemû gelên demokratîk û aşitîxwaz li hemberî dagirkerîya dewleta Tirk bisekinîn û berpirsiyartiya xwe ya mirovî pêk bînin.”

Koordinasyona Kongra Star

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27