Arşîv

Ji bo girtina sê jinan hincet: Dîmenên nûçeyan

MÊRDÎN – Li Nisêbînê di rojên borî de 3 jin hatibûn binçavkirin û girtin. Di girtekên îfadeyên sê jinan de, hat hînbûn ku dîmenên nûçeyan yên ji ser rojnamegerekî derketine, ji bo sûcdariyan wek delîl hatine nîşandan.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 16’ê Mijdarê de di serdegirtina malan de jina bi navê Sunar Akbulut (55), Gurciye Salhan (50) û Yildiz Kaya, bi hinceta di 2015-2016’an de di berxwedanên rêveberiyên xweser de di taxên ku xendek hatine kolandin de dîmenên wan hatine dîtin, hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Hat hînbûn ku jinek din jî ji ber van dîmenen lêgerîna wê heye û hîna 3 mêrên din jî di binçavan de ne. Herî dawî bi biryara dozgeriyê bi ser mala jina bi navê Zeynep Kong (65) de hat girtin û bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Girtekên ku îfadeyên her sê jinan têde ne hatin bidestxistin. Hat hînbûn ku pirsên wekî ‘di pevçûnên 4 sal berê pêk hatine de kesî nas dikî an na’ ji Zeynep Kong hatiye pirsîn. Bi sûcdariya ‘alîkariya rêxistinê’ di hefteyekê de 4 jê jin 7 kes hatine binçavkirin û hat hînbûn ku lêgerîna jinekê jî hîna heye.

Dîmenên rojnameger wek delîl hatin nîşandan

Polîsan di dema îfadeyan de dîmenên çêkirina xendekan nîşan dan û gotin jin di kolanê de derbas bûne. Jinan sûcdarî qebûl nekirine û piştre hatine girtin. Parêzeran îtîrazê girtina jinan kir û hat diyarkirin ku dîmen û wêneyên pêvajoya rêveberiyên xwest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve ji nûve tên lêkolînkirin. Hat hînbûn ku ev dîmen ji metaryalên rojnamegerê ku wê demê hatiye binçavkirin hatine girtin.

Ji bilî dîmenan cih dane îfadeyên şahidekî veşarî jî. Şahidê veşarî Zeynep jî tê de derbarê Sunar Akbulut, Gurciye Salhan û Yildiz Kaya de jî heman îfade dane.

Ji bo jinên ku îfadeyên wan ji aliyê Amîriya Buroya Têkoşîna bi Terorê re ya Nisêbînê ve hatine girtin ev pirs hatin pirsîn:

‘*Hûn berê tevlî çalakiyan bûne?

*Tiştên hûn der barê YPS û YDG-H de dizanin bêjin. Hûn ji van yekî bibînin wê bê hişê me?

*Hûn ji sûcdariya, kesê der barê we de îfade daye ya wekê ‘parçekirina axa di bin serdestiya dewletê de û bi hişmendiya îdeolojîk tevgerînê’ re çi dibêjin?”

Back to top button