Arşîv

Li seranserê cîhanê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Jin bi serhildanên xwe, coşa xwe, hêvî û daxwazên xwe heta 10 Kanûnê bi dirûşma “Cîhanê bi rengê pirteqalî boyax bikin: wekheviya nifşan li dijî destavêtinê radiweste” dê li kolanan bin.

Di çalakiyên 25’ê Mijdara îsal de êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Li gelek welatan di çalakiyên jinan de wêneyên sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ji aliyê çeteyên dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, hatin rakirin.

ŞÎLÎ

Nêzî mehekê ye protesto li welat berdewam dikin, jinên Şîliyê jî di 25’ê Mijdarê de li pêşiya Wezareta Mafên Jinan û Wekheviya Zayendiya kuştina jinan, êrîşên zayendî û bûyerên îstîsmarkirinê protesto kirin.

Bi hezaran jinan bi coşeke mezin di çalakiya xwe de li dijî tundiya zilaman got “raweste”.

EKVADOR

Li Ekvadorê jinan got “Vivas nos queremos” (Em dixwazin bijîn) jin li paytext Quito li hev kom bûn. Jinên ku tundiya zilaman protesto kir, bangewaziya parastina cewherîkirin û da zanîn ku ji bo mafê kurtajê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

QIBRIS

Li Qibrisê li bajarê Limassol jinan 25’ê Mijdarê xwepêşandan li dar xistin. Li ser kolana Anexartisias jin kom bûn û li dijî tundiya zilam-dewletê bertekên xwe anîn ziman. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî YPJ” hatin berzkirin.

SWÎSRE

Li pêşiya avahiya NY’yê ya li Cinêvê jinên ji beşên cuda yên civakê li dijî tundiyê çalakî li dar xistin.

Li bajarên Lausanne, Fribourg, Zurih, Basel û Neuchatel jinan çalakî li dar xistin.

Di çalakiyan de weneyên siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û jinên şoreşger ên jiyana xwe ji dest daye, hatin rakirin û polîtîkayên dewleta Tirk ên komkujiyan hatin protestokirin.

LUBNAN

Li Lubnanê li dijî xizaniyê ji 17’ê Cotmehê ve çalakî berdewam dikin, di van çalakiyan de jinan li herî pêş cih digirt û di 25’ê Mijdarê de jî jin li kolanan bûn. Jinan xwest ku qanûnên zewicandina zarokan û tundiya li dijî jinan rewa dikin, bên rakirin.

EFGANISTAN

Li paytexta Efganistanê Kabîlê ji bo protestokirina tundiya mêr-dewletê jinan çalakî li dar xistin. Jinan li dijî tundiya olperestiyê çîrokên xwe yên berxwedan û serkeftinê anîn ziman û peyama berdewamkirinê da.

PAKISTAN

Li Pakistanê bi boneya 25’ê Mijdarê bi desteka dewletê li bajarê Qaraçî li Desteya Hunerê panela ku hatibû organîzekirin, nevexwendina axaftvanên jin bû sedema bertekan. Li ser tora medyaya civakî kampanya ku jina da destpêkirin, zilamên ku panel organize kiribûn, paşde gav avêtin.

NEPAL

Li Nepalê jî bi boneya 25’ê Mijdarê gelemperiya welêt de bi dirûşma “Îstîsmar, tundî û dijwariya zayendî; nayê qebûlkirin!” çalakî hatin lidarxistin.

RÛSYA

Li Rûsyayê jinên Kurd, Rûs û Kirxiz ji bo 25’ê Mijdarê li paytext Moskovê çalakiyeke hevbeş li dar xist. Di çalakiyê de peyamên hevgirtinê derketin pêş.

TUNIS

Li Tunisê 25’ê Mijdarê jin li bajarê Sfaks li hev kom bûn. 26’ê Mijdarê bangewaziya rêxistinên jinan ên welêt meşa femînîst hate kirin. Di meşê de jinn bi gêzik û beroşan deng derxistin û dirûşmên “Ji jinan û saziyan re azadî”, “Li dijî paşverûtî û çewisandinê ev dengê me ye” û “li dijî paşverûtiyê dewleta sivîl” hatin avêtin.

MISR

Li paytext Qahîreyê jinan 25’ê Mijdarê li dijî qanûnên tundiya mêran destek dikin, çalakî li dar xistin. Çalakiyên ku bi bangewaziya rêxistênên jinan hatin pêkanîn de bi dirûşmên “Tundî ne qedera me ye, em ê serê xwe netewînin” hatin qîrandin.

FRANSA

Di serî de Parîs li gelek bajarên Fransayê jî bi dirûşmên “ Li dijî jinan sûcên tên kirin, bila bê ceza nemînin” bi hezaran jin daketin kolanê Fransa yê. Bi bangewaziya tevgera #NousToutes li Parisê 30 hezar, di gelemperiya Fransayê jî tevî 50 hezar jin tev li çalakiyên 25’ê Mijdarê bûn.

ÎTALYA

Jinên Îtalyan îsal di xwepêşandanan de ‘pêşnûmaqanûna Pillon’ protesto kir. Senatorê rastgir yê partiya Lega Simone Pillon pêşnûmakanûna aniye parlamentoyê heke bê qebûlkirin wê hevberdanê de wê ji bo jinan zehmettir bibe.

BRÎTANYA

Li paytexta Brîtanyayê Londonê yê bi bangewaziya komîsyona jinan Daymer, sê çalakî hatin lidarxistin. Jinên kom bûn; li dijî newekheviya zayendperestiya civakî, tundiya nav malbatê, li dijî tundiya dewletê, dijî şer, nijadperestî û faşîzmê ; bangawaziya hevgirtinê kirin.

ALMANYA

Bi boneya 25’ê Mijdarê xwepêşandan û çalakiyên ku li hefteyekê bên lidarxistin li gelek bajarên Almanya yê hatin kirin. Bajarên weke Koln, Essen, Berlîn, Mûnîh çalakiyên hatin lidarxistin de li dijî tundî û nijadperestiyê bi hêzkirina rêxistinbûyînê hat ziman.

SPANYA

Li Îspanya bi hezaran jin, li Madrîs û Barselona’yê, ji bo dawîkirina tundiya li dijî jinê bangawazî hatin kirin û meş hatin kirin. Di çalakiyan de dûrûşmeya “ ne hê kêmtir, em dixwazin azad bin” hate avêtin.

YEWNANISTAN

Ji bo 25’ê Mijdarê li Yewnanistanê jinan li paytext Atîna çalakî kirin. Di çalakiya de dûrûşmeya derket pêş “dengê xwe bilind bike” bû.

ÎRLANDA

Jinên li Îrlandayê 24’ê Mijdarê li bajarê Cork mexdurên rastî tundî û destdirêjiyê hatine ji bo piştgiriyê hatin cem hev. Jinan bi dirûşma “Nehêle benê te bigire destê xwe” bi firandina balonên pirteqalî desteka xwe ya ji bo mexdûrên tundî û rastî destdirêjiye hatine, peyamên xwe dan.

Back to top button