Arşîv

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanên piştevaniya YPJ’ê

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşma “Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” û ji bo piştevaniya berxwedana YPJ’ê, li tevahî bajarên herêmên Cizîr û Firatê meşên girseyî li dar ketin.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo meşeke piştevaniya têkoşîn û berxwedana şervanên YPJ’ê ya li dijî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dar xist.

Beşdaran alên YPJ’ê, alên Kongreya Star, wêneyên şehîdên YPJ’ê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, her wiha pankartên bi nivîsên “Berxwedana YPJ’ê, parastina azadiya jinan e” hilgirtin.

Meş ji stasyona rojhilat a li taxa Enteriyê de dest pê kir û li tevahî kolanên giştî yên bajêr di nava dirûşmên silavkirina berxwedana YPJ’ê de, geriya. Meş li Çarxerêya Sonî ya li naverasta bajêr vegerî mîtîngî û li wir Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyê Ebîr Hesaf ve hat xwendin.

Daxuyaniya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

“Bi rihê Berxwedana Serdemê û berxwedana jinan, silavên rêzdarî ji tevahî jinên têkoşer ên çêkerên aştiyê yên ku li hember zilm û tundiya dewleta Tirkiyê sekinîne û yên ku derketine qadan da ku piştevaniya şoreşa azadiyê, piştgiriya berxwedana YPJ’ê bikin, dişînin.

Dewleta Tirk bi tevahî hêza xwe li hember berxwedana leheng a ku xort û keçên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember planên dijminatiyê yên bi armanca dagirkirina herêmê û binpêkirinên ji dizîn, kuştin, talankirin, koçberkirin, qirkirina etnîkî û guhartina demografiya herêmê pêk tînin, aciz e. Piştî êrişa dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 9’ê Cotmeha 2019’an de di hemleya bi navê Kaniya Aştiyê ya bi piştgiriya komên çete yên alîgir ên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyê, aloziya Sûriyê kete qonaxeke nû ya herî girêk û tevliheviya di navbera berjewendiyên navdewletî û herêmî de. Dewleta Tirk bi bihaneya parastina ewlehiya niştîmanî, parastina sînorê xwe, bi hinceta bicihkirina bi miylonan ji koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê û avakirina herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê di bingeh de ewle û herî bi aram li erdnîgariya Sûriyê, êriş kir.

Em wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku ji kongreya damezrandinê ya di 14’ê Hizîrana 2019’an li dar ketiye ya sîwana siyasî ya hiqûqî ya civakî û çandî ava dike û tê de 53 rêxistinên jinan û rêxistinên partiyên siyasî û nûnerên ji meclis û rêxistinên civaka sivîl ên girîngiya bi dozên jinan, hene û her wiha jî kesayetên jinên serbixwe, ciwanên jin û nûnerên ji tevahî pêkhateyên nîtimanî ya cihêreng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedan û têkoşîna YPJ’ê silav dikin û soza berdewama li ser metoda jinên azad heta serketina civaka azad û demokrat didin û her wiha jî soza piştevanî û piştgiriyê ya têkoşîn û berxwedana li hember terorê heta serfiraziyê didin YPJ’ê.

GIRKÊ LEGÊ

Bib sedan şêniyên Girkê Legê ji bo piştgiriya berxwedana YPJ`ê û pêşîlêgirtina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşiyan.

Meş ji Qada Şehîd Xabat dest pê kir û di kolanên sereke ya navçeyê re meşiyan, alên YPJ`ê, Kongreya Star hildan û dirûşmeyên berxwedana YPJ`ê berz kir.

Meş li navenda bajarok rawestiya, paşê endama koodînasyona meclisa jinên Sûriyê Corcêt Bersûm axivî û şervanên YPJ`ê yên li eniyên şer û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin.

Corcêt destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya hedefgirtina îradeya jin pêk tê û behsa kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser destê çeteyên artêşa Tirk a dagirker.

Corcêt diyar kir ku êrişên Tirk ji bo rakirina tola çeteyên DAIŞ`ê ku li ser destê QSD`ê têk çû, pêk hat.

Meş bi xwendina daxuyaniya meclisa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Yasîn Hadî bidawî bû.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê jî bi beşdarbûna şêniyên navçeyê û meclisên bajarokan meşiyan, meş li pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir.

Di meşê de alên YPJ û Kongreya Star hildan, meş li Qada Şehîdan rawestiya, paşê endama rêveberiya Kongreya Star Cozê El-Hasûd axivî û wiha got: “Em berxwedana YPJ`ê silav dikin, berxwedana wê di helwestên leheng ku li qadên şer li dijî çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin.”

Cozê El-Hasûd soz da şehîd Barîn Kobanê, Evîsta Xabûr, Hevrîn Xelef û hemû şehîdên azadiyê ku ew ê li ser rêya berxwedan û tekoşînê de bimeşin.

Hew wiha Cozê El-Hasûd civaka navneteweyî li ser sûcên ku der heqê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, şermezar kir.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ`ê li eniyên şer bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan jinên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb û Suryan kom bûn û meşa piştgiriya berxwedana YPJ`ê li dar xistin.

Meş ji pêşiya avahiya Kongreya Star li rojhilatê navçeya Tirbespiyê dest pê kir û di sûka navendî re meşiya û alên YPJ`ê hildan.

Meş li sûka navendî li rojavayê navçeyê bi dawî bû, jinan deqeyekê rêz girt, paşê gelek axaftin hatin kirin, bi navê Kongreya Star endama rêveberiyê Leyla Iskan û bi navê koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Ibrahîm axivî.

Axaftvanan teqez kir ku YPJ`ê û ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parastina jin dan ser milê xwe û destanên lehengiyê nivîsandin.

Li navçeya Amûdê jî Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin, daxuyanî ji aliyê endama meclisa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hiyam Ehmed li Qada Jina Azad li bajarê Amûdê hate xwendin.

DÊRIK

Bi hezaran jinên herêma Dêrikê li Qada Azadî kom bûn ji bo ku dest bi meşekê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bikin. Meş ji aliyê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat birêxistinkirin.

Endamên Kongreya Star û mamosteyên zimanê kurdî û jinên hemî pêhateyên Dêrikê ji bo piştgiriya YPJ`ê, beşdarî meşê bûn.

Meşvanan alên YPJ` ê û wêneyên şehîdên jin ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, rakirin û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina berxwedana jinan li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê de, di kolanên bajarê Dêrikê re geriyan, her wiha hemî dikanên bajêr hatin girtin. Meş li Qada Jina Têkoşer vegeriya mêtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, koordînasyona Meclisa Jinan li bakurê Sûriyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û piştgiriya bi YPJ`ê re hat nîşandan.

HOL

Meşê bi beşdarbûna bi sedan şêniyên navçeya Holê, jinên êl û eşîran û endamên saziyên civaka sivîl, ji pêşiya navenda meclisa navçeyê dest pê kir û heta aliyê bakurê navçeyê berdewam kir. Beşdaran alên YPJ`ê û Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan û yên sekrera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, rakirin.

Meş bi gelek axaftinên ku piştgiriya şervanên QSD`ê û YPJ`ê didin nîşandan û bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê li dijî hemû hewldanên dagirkirina herêmê, bi dawî bû.

Di heman derbarê de, bi sedan jinên navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê, meşeke girseyî li dar xistin. Meş bi daxuyaniya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê jî, jinan ji bo piştgiriya YPJ`ê meşeke girseyî li dar xist. Jinên beşdarî meşê bûne alên YPJ`ê, wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê rakirin û ji Qada şehîd Egîd dest bi meşê kirin. Her wiha dirûşmên silavkirina berxwedana jinên şervan berz kirin. Meş li Qada Jina Azad a li navrasta bajêr bi dawî bû.

Piştî ku meşvan gihîştin Qada Jina Azad, deqeyek rêz girtin û daxuyaniyek ji aliyê seroka Desteya Jinan a rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin. Meş bi berzkirina sloganên serkeftinê û berxwedana şervanên YPJ`ê û QSD`ê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temir jî bi sedan şênî li ber Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û meşeke girseyî li dar xist.

Ewlehiya meşê ji aliyê HPC/HPC-JIN, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê ve hat girtin. Meşvanan alên YPJ’ê û pankartên “Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin”, “Amara Rûmeta me ye”, “Em hemî Hevrîn, Amara û Ronahî ne”, “Jin Jiyan Azadî” bi zimanên kurdî, erebî û aşûrî hatin hildan.

Meş li ber Mizgefta Mezin rawestiya, piştî deqeyeke rêzgirtinm rêvebera Komîteya Dibistanên Til Temirê Leyla Simêla peyama Fermandariya YPJ’ê xwend û endama Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çinar Yûsif axivî.

Di peyama Fermandariya YPJ’ê de wiha hate gotin: “Em ê bi rihê Hevrîn, Arîn, dayika Eqîde azadiyê li tevahî cîhanê mîsoger bikin, têkoşîna 9 salan a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî cîhanê deng veda û bû hêviya serkeftinê. YPJ bû dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev îradeya jinan yekitiya rih, fikr, beden, bawerî û hêviya serkeftinê ye.”

Çinar Yusif anî ziman ku berxwedana jin û şervanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dagirkeran têk birin û got: “Dewleta Tirk dixwaze beriya Hevpeymana Lozanê bi dawî bibe herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Rêveberiya Xweser ew bi rê ve dibe, dagir bike, li hember plan û dagrikeriyê jî gel bi jin û zarokan li ser pêyan e û her roj bi nava têkoşîn û berxwedanê de ne. Em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û bi tilîliyên dayikan bi dawî bû.

Back to top button