Arşîv

“Em tu alîkariyan naxwazin, tenê dixwazin vegerin warên xwe”

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê di 13’yê Kanûnê de konê protestoyê ya şermezarkirina tundiya li dijî Jinan li Parka Meroriye ya li naverasta bajêr, veda. Bi dehan jinên saziyên sivîl û meclisên herêmî beşdar bûn.

Di bin konê çalakiyê de, dayika şehîd Welat ku di Berxwedana Rûmetê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbû, li gel ajansa me ANHA`yê axivî.

Guzel Osman êrişa dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên ku artêşa Tirk û çeteyê wê li dijî sivîlan pêk tînin, şermezar kirin.

Guzel ku ji Serêkaniyê koçberî bajarê Reqayê bû, destnîşan kir ku xwîna zarokên wan li erdê namîne û wiha got: “Heta serketinê dê têkbikoşîn û li ber xwe bidinem dighînin serkeftinê, Em ê li berxwe bidin. Em binpêkirinên li dijî gelê me yê aşîtîxwaz tên kirin, red dikin.”

Guzel Osman di dewama axaftina xwe de wiha piştrast kir: “Axa ku me li ser jiyan kirî ya me ye, ne ya tu kesî ye. Em aşîtiyê dixwazin û şer naxwazin. Em dixwazin demokrasî, wekhevî û azadî li seranserî Sûriyê, pêk were.”

Guzel wiha pirs kir: “Gelo ne ji mafên me ye ku em bi aramî û azadî jiyan bikin? Qet tu kes van komkujiyan û zilama ku li ser zarokên Til Rifetê tên kirin, nabîne? Bi kîjan sûcî ev zarok hatin kuştin? Çima Civaka Navdewletî bê deng e? dewlet û rêxistinên mafên mirovan li ku derê ne?. Eger dijminek li ser rûyê erdê hebe, ew jî Erdogan e. “.

Guzel bi domdarî wiha ji Erdogan re got: “Em ê her bihoseteke axa me ku te dagir kirî, vegerînin. Eger bê xwestin jî em ê zarokên xwe hemû di oxira vê xakê de, bikin şehîd. Em xwediyên vê xakê ne.”

Guzel destnîşan kir ku ew dev ji doz û pirojeya ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan pêşinyar kirî, bernadin.

Di dawiya axaftina xwe de, Guzel Osman ji rêxistinên hiqûqî û dewletên têkildar xwest ku, şêniyên koçber vegerînin herêmên wan û wiha axivî: “Em tu alîkariyan ji rêxistinên mirovî naxwazin, lê belê tenê dixwazin vegerin warên xwe û binpêkirinên dewleta Tirk bisekinin.”

Back to top button