Arşîv

Berxwedan û zehmetiyên koçberên Serêkaniyê

Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019`an de êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encamê de bi hezaran gelên herêma Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyê koçber bûn û berê xwe da herêmên ewletir.

Hejmareke mezin ji koçberan li bajarê Hesekê bi cih bûn. Lewma Rêveberiya Xweser zêdetirî 64 navend û Kampa Waşokanî ji koçberan re veqetand. Kampa Waşokanî li bajarokê Tiwênayê ye ku 12 km dikeve rojavayê navenda bajarê Hesekê.

Di qonaxa nû ya berxwedana li navendan û kampa Waşokanî de, şênî israra berxwedanê, rizgariya bajar û gundên xwe dikin. Lê belê berxwedan hin malbatan duçarî zehmetiyê dike ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Malbata Tema Mele Xidir jî ji gundê Deşîşê yê Serêkaniyê koçber bûne. Malbata Xidir ji deh kulfetan pêk tê, tevî berxwedanê malbat azara astengdariya 2 keçên xwe dikişînin û rêxistinên mirovî alîkariya koçberan nakin.

Tema Mele Xidir serpêhatiya xwe wiha vegot: “Ji ber êrişên artêşa Tirk em ji malên xwe derketin, rewşa me li kampê baş e û pêwîstiyên me bi cih tên. Keça min Fatima Mihemed (17) ji ber baş oksîjenê nakişîne, ji ser hişê xwe diçe û me jî ev yek bi derengî kifş kir. Keça min a din jî navê wê Îlham e (13) ew jî ji ber lehî li gund rabû, ket tayê û paşê ji ser hişê xwe çû. Ji ber vê yekê astengdar mane. Pêwîstiya her du keçên min bi alîkariyê heye.”

Tema Mele Xidir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bijîşkan got dermankirina her duyan zor e, lewma ji destpêkê ve em koçberbûne, me derman nekirîne.”

D dawiyê de Tema Mele Xidir bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dermanan ji her du keçên wî re peyda bikin.

Back to top button