Çalakiyên 8`ê Adarê… li Minbicê civîn û li Şehbayê belavok hatin belavkirin
Îro Meclisa Jinan li gundê El-Muhteriq El-Farat ê rojavayê bajarê Minibcê, gundê El-Heye û El-Yastî yên rojhilatê bajêr bi amadebûna bi dehan jinan, 3 civîn li dar xistin.
Di civîna li gundê El-Muhteriq El-Farat ê rojavayê bajarê Minbicê de berdevka Meclisa Jinan Ibtîsam Abdulqadir 8`ê Adarê da nasîn û got 8`ê Adarê çirûska têkoşîna jinan e ku nayê vemirandin. Her wiha diyar kir ku jinan di dîrokê de xwe di aliyê siyasî, aborî, civakî û çandî de îsbat kir.
Ibtîsam bi domdarî got: “Şoreşa jinan gelekî mezin e. Wan li dijî rewşên zehmet ji tundî, paşguhkirin û zîhniyeta desthilatdar, serî hilda.”
Her wiha Ibtîsam behsa rola jinan û berxwedana wan li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.
Di civîna ku li gundê El-Hiye û El-Yastî yên rojhilatê bajêr hat lidarxistin de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Minbicê Sedîqa Xelo der barê destkeftiyên jinan di dîrokê de axivî û ev tişt anî ziman: “Roja 8`ê Adarê bi saya têkoşîn û fedakariyên jinan bûye cejn û ji tevahî jinên cîhanê re bûye sembol.”
Sadîqe diyar kir ku jin dikarin civakê bi rêya malbatê bi rêxistin bikin ji ber ku malbat şaneya herî biçûk a civakê ye. Civîn bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.