Arşîv

`8`ê Adarê ji girîngtirîn destkeftiyên jinê ye`

Di nav rêzeçalakiyên Meclisa Jin a bajarê Minbicê de bi boneya Roja Jin a Cîhanê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadiya me ye û berxwedana me serkeftina me ye` meclisê îro semînerek li hola Navenda Çand û Hunerê li rojhilatê bajêr lidar xist.

Bi sedan jinên bajarê Minbicê di semînerê de beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin cîgira hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz Şehrîban Çawîş mijara yekemîn a semînerê ku roja 8`ê Adarê dinasîne şîrove kir.

Şehrîban wiha di nav axaftina xwe de got: “Roja Jin a Cîhanî şahiyek cîhanî ye. Li ser bingeha hezkirin û rêzdariya jinê re ava dibe. Ji bo teqdîrkirina destkeftiyên jinê yên bê hempa ne di tevahiya warên aborî, siyasî, civakî û heta leşkerî jî.”

Di mijara din a semînerê de berdevka fermî ya Meclisa Jin Ibtîsam Ebudlqadêr axivî û behsa destkeftiyên jinê di dirêjahiya dîrokê de bi rêya têkoşîn û berxwedanê bi dest xistine kir û got: “Cejna jinê ji tevahiya jinan re li cîhanê bûye sembol.”

Ibtîsam ev tişt destnîşan kir: “Ji aliyekî din ve jin malbata xwe birêve dibe, zarokan mezin dike. Lewra divê xwedî vîn be. Hewl bide asta jiyana ya civakî bi rêya xwebirêxistinkirinê pêş bixe.”

Ibtîsam di dawiya semînerê de got: “Divê jin xwe birêxistin bike. Ji ber ku zihniyeta desthilatdar jê ditirse. Mînaka wê jî şehîd Hevrîn Xelef e ya ku hewl dida dengê jinê bigihîne cîhanê û rola wê di warê siyasî de îsbat bike.”

Semîner bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê jinê bi dawî bû.

Back to top button