Arşîv

Hezîne bi xebata xwe hêzê dide jinan

Jina 50 salî Hezîne Yilmaz a ku dayîka 7 zarokan e li bazarê firotina penêr, biharat û dermanê kulîçeyan dike hêzê dide jinan.

 

Jina 50 salî Hezîne Yilmaz a ku dayîka 7 zarokan e, bi eslê xwe ji Êlihê ye ku ji ber pirsgirêkên aborî bi malbata xwe re koçî navçeya Rêzan a Amedê kiriye. Hezîne ji bo debara xwe bike niha li bazara kolana Sakarya ya navçeya Rêzanê firotina penêr, biharat û dermanê kulîçeyan dike û pê debara xwe dike. Hezîneyê got ku çawa her kes ji bo debara xwe dest bi xebatê dike  ew jî ji bo debara xwe bike vî karî dike û  ev  tişt got: “Bi rastî ferqa jiyana li Amedê û ya Êlihê tune ye. Ji ber ku zehmetiya em li vir dijîn li wê jî heye. Ez jî ji bo debara mala xwe bikim û mihtacî tu kesî nebim min dest bi vî karî kir. Li gor pêvajoyê karê min her çiqasî ne li gorî dilê min be jî dîsa jî baş e.”

 

‘Dema ez bixwazim tu kes nikare tiştekî bibêje’

 

Hezîneyê di berdewama axaftina xwe de got ku ji ber vî karî dike gelekî kêfxweş e. Ji ber ku ew jî wek jinên ku dixebitin dikare li ser piyên xwe bisekine û wiha pê de çû: “Çawa ku her jinek ji bo mihtacî mêrekî nebe dixebite  ez jî hewl dikim ku li ser piyên xwe bisekinim û mihtacî mêran nebim. Di nav vê bazarê de wek xebabatkareke jin ez bi tenê  me û yên dinê hemû mêr in. Hin mêr ji min re dibêjin tu çima dixebitî. Lê ez guh nadim tu kesekî. Ji ber ku dema ez bixwazim tu kes nikare tiştekî bibêje.”

 

‘Heta ku ji min bê ez ê bixebitim’

 

Hezîneyê di dawiya axaftina xwe de got ku kiryarên jin dema ku tên wê dibînin gelekî kêfxweş dibin û bi taybetî jî dema mişteriyên jin tên wê dibînin gelekî kêfxweş dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi jinan bawer im. Jin dema bixwazin dikarin her karî bikin û bi kêrî her karî bên.  Heta ku ji min bê ez ê bixebitim û hêzê bidim jinan.”

Back to top button