Arşîv

Ji bo gelê û rêxistinên jin ya Italiya

Em silavên xwe yên gerim ji dilê Rojava, ya ku bangewaziya aşîtiyê û hezkirinê dike ji bo hemû mirovahî ya ku di rewşeke zehmet de jiyan dikin, ji ber derketina vîrosa Korona dişînin. Ev vîros hiştiye ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û derveyî vê bandorek mezin li ser ewlehiya civakî, siyasî û aborî ya cîhanî çêkiriye, ku zirarê wê ji encama şer bêhtire. Li gorî daxûyaniya saziya tendurustiyê ya cîhanî li gelek welatan ev bûye felaketek cîhanî.
Mirovahî di pêvajoya dîrokî de rastî nexweşiyan û felaketan hatiye ya ku hiştiye bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin.
Em wek tevgera jinan ya kongra star xwe di hundirê Rojava de bi rêxistin kiriye û em îro kêleka gelê Italiya û li gel hemû rêxistinên jinan yên ku azadî û rûmetê diparêzin di vê demê zahmet disekinin. Barê giran ya ku dikeve ser milê wê ku civakê ji hemû aliyan ve zane bikin, bi taybet zanebûna tendrustî ku karibe li beramberî vê vîrosê xwe biparêze.
Em bi hêvî ne ku em vê qonaxa giran bi bilinkirina hevgirtinê derbaskin û em ji bo civakên xwe re bibin destek. Û em piştevaniya didin hewildanên lez yên ku Italiya pê radibe weke gel û hikûmet ji bo hemû kiryarên parastinê hemberî belavbûna vê vîrosê.
Herwiha em banga tevahî gelê cîhanê dikin ku bibin destek li himberî vê vîrosê kujer ya ku hebûna mirovahiyê kiriye metirsiyek mezin.
Em silametî ji bo gelê Italiya û ji bo hemû gelan dixwazin.

Navenda Diplomasiya Kongra Star

Back to top button