Arşîv

Kongreya Star: Bi cidyedek mezin nêzî tedbîrên li dijî vîrûsa Korona bibin

Rêveberiya Kongreya Star bi daxuyaniyekê bang li şêniyan kir bi awayekî cidî nêzî hişyarî û perspektîfên Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Suriyê yên der barê vîrûsa Koronayê de bibin.

“Di her gava desthilatdariyên kapîtalîst de ku bi armanca ku hîn zêdetir bidizin, desthilatdariya xwe bi hêz bikin û destketiyên mezin bi dest bixin diavêjin, talana civakî, ekolojîk, hilweşandin, dagirkerî û pirsgirêkên jiyanê her roj hîn zêdetir dibin. Mirovahiya ku berdela vê ya herî mezin û giran dide, îro bi nexweşiya vegir a gerdûnî koronavîrus re rû bi rû ye. Pir eşkere ye ku mirovahî bi vê ezmûnê re rû bi rû hatiye hiştin û ji bilî ku vê derbas bike ti rêya xilasiyê nîne.

Vîrûsa korona (covîd-19) ku hatiye asteke ku mirovahiyê tehdît dike, weke tê zanîn destpêkê di dawiya meha Kanûn´ê ya 2019´an de li bajarê Çînê Wuhanê hate dîtin û roj bi roj hîn bi leztir belav dibe. Rojane hejmara kesên ku ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Heta niha zêdetirî 10 hezar kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û ev yek rewşa cîdî ya heyî eşkere dike. Welatên ku pergala wan ya tenduristiyê bi hêz e û derfetên wan yên maddî baş in jî nikarin pêşî li wendahiyan bigirin û ji îstatîstîkên heyî jî ev yek tê fêmkirin. Heta niha ji bo pêşîgirtina vîrûsa koronayê ti derman nehatiye peydakirin û wer xuya dike ku peydakirina vê jî wê demeke dirêj bajo. Ji ber vê yekê naye zanîn bê ka wê ev rewş çiqas dewam bike û kesên jiyana xwe ji dest didin çiqas zêde bibin.

Eger ji destpêkê ve vîrûsa korona di dinyayê de cîdî hatiba girtin û bi taybet jî pêşî li belavbûna wê hatiba girtin wê rewşeke weha dernaketiba holê. Her weha eger di warê belavbûna nexweşiyê de civak hatiba agahdarkirin, bi tevlîbûn û piştgiriya civakê ya bi zanistî dikarîbû pêşî li vê rewşê hatiba girtin.

Li Rojava heta niha kesekî ku bi vîrûsa koronayê ketibe nehatiye dîtin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku wê ti carî nebe. Ji ber heta niha li Rojava vîrûsa koronayê peyda nebûye ji bo me girîng e. Lê belê ji bo ev vîrûs li Rojava belav nebe û eger ev vîrûs were Rojava jî ji bo pêşî li wendahiyên gengaz were girtin, gelê me ji ziyanên madî û manevî yê vê vîrûsê were parastin jî ewqas girîng e.

Di vê çarçoveyê de divê her kes li gorî biryar û tedbîrên ku Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wergirtiye û agahdariyên der barê tendûristiyê tên kirin tevbigere. Divê nêzîkatiyên ku tendûristiya civakê li ber çavan nagirin, heta ku ev vîrûs bandorê li ser wan an jî malbata wan neke tedbîran nagirin û dibêjin “weke her nexweşiyekê wê ev jî derbas bibe” neyên nîşandan. Her weha divê her kes ji nêzîkatiyên ku dibêjin “eger welatên ku di warê aboriyê û pergala tendûristiyê de bi hêz in ziyanê dibînin, ji destê me tiştek naye” û ji berberpirsyariyê direvin jî dûr bikevin. Ji bo vê yekê divê em bi awayekî cidî nêzî hişyarî û perspektîfên Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Suriyê bibin, ji bo agahdariyan saziyên çapameniyê, televîzyon û medyaya civakî bi rekûpek bişopînin û tedbîrên pêwîst bigirin. Weke civak, li hemberî vê rewşa ku li dijî tendûristiya me gefê çêdike ev berpirsyariyeke me ya girîng e.

Em ji bîr nekin ku her kesên ku li dijî xetereya vîrûsa koronayê bi awayekî berpirsyarî û zanistî tevdigere wê ji bo malbat û civaka xwe berpirsyariyeke mezin bi cîh bîne. Di vê çarçoveyê de weke jinên ku di her kêlî û qadên jiyanê de xwedî berpirsyariyên mezin in, ji bo em malbata xwe û civaka xwe ji vîrûsê biparêzin jî divê em berpisyariyên xwe bi cîh bînin.

Ji bo em pêşî li nexweşiyê bigirin divê berî her tiştî em van pêk bînin:

* Her biryara hatiye wergirtin divê em weke biryara xwe bibînin û li gorî wê tevbigerin.

* Ji bo paqijiya hewaya malê, divê pencereyên malan werin vekirin.

* Tevî paqijiya malê ya giştî, cihên ku zêde tên bikaranîn (destikê deriyan, destşok, serşok hwd.) baş werin paqijkirin.

* Pîr û kal û kesên xwedî nexweşiya domdar ku li hemberî vîrûsê destpêkê di xetereyê de ne divê dernekevin derve û bi tecrîda civakî xwe biparêzin.

* Ji bo pêdiviyên jiyanî bi cîh bînin divê herî zêde kesek derkeve derve.

* Berhemên heywanan yên xav û baş nehatiye pijadin divê neyên xwarin.

* Di paqijiya takekesî de divê dest bi ava germ û sabûnê baş werin şûştin.

* Divê fêkî û heşînayî bi ava zêde baş werin şûştin.

* Ji bo tendûristiyê divê av hîn zêde were vexwarin, fêkî û heşînayî were xwarin.

* Divê beyî ku doktor binivîse ti derman neye bikaranîn û di rewşeke bi şik û guman de navendên tendûrîstiyê were agahdarkirin.

* Di dema kuxik û pişkandinê de divê dev bi destmalê were girtin û destmal cara duyem neye bikaranîn.

* Heta ji dest were destê xwe nedin çav û devê xwe.

* Divê li cihê qelabalix neye sekinandin.”

Back to top button