Arşîv

‘Dewleta Tirk li şûna ku tedbîrên Koronavîrusê bigire, xaka me topbaran dike’

Meclisa Jinan a Minbicê diyar kir ku di demekê de ku ew derfet û enerjiya xwe ji bo têkoşîna li dijî Koronavîrusê (Covid-19) bi kar tînin, artêşa Tirk vê yekê ji xwe re dike fersend û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike.

Tevî ku QSD`ê bangên NY`yê yên agirbestê da ku têkoşîna li dijî Koronavîrusê baş were meşandin, erê kir lê hîn jî artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên Wê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk şermezar kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Jinên bajarê Minbicê êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim êrişên dawîn ên li dijî gundewarên Minbicê ku di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest û bavê wê jî birîndar bû, şermezar dikin û dibêjin ku tu gunehên wan tune bû, ji bo xwe ji vîrusê biparêzin di malên xwe de bûn.

Hemû cîhan bi vîrusa koronayê ve mijûl e lê tenê dewleta Tirk xetereya vîrusê paşguh dike û da ku êrişî xaka me bike, vê fersendê qezenc dike. Her wiha di demekê de ku em sûdê ji derfetan digirin û li dijî vîrusê li ber xwe didin, artêşa Tirk avê li ser şêniyên me yên Hesekê qut dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji berdêla guhdanê bi rewşa welatê û tedbîran ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê bigire, binpêkirinên xwe berdewam dike û êrişî dewletên cîran dike.

Erdogan mirovan dikuje û bi cenaze re dimeşe, lewma ev ne cara yekemîn e ku êrişî gelên me dike, her wiha hîn jî bîroka me qirkinên Erdogan pêk anîne, ji bîr enkiriye, mînaka wê jî rewşa Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê ye.”

Meclisa Jinan a Minbicê di dawiyê de diyar kir ku dikarin li dijî êrişan an jî li dijî nexweşiya ku mirovahiyê pêk ve dixe xetereyê, bisekinin.

Back to top button