Arşîv

Têkoşîna ji bo avê – Tirkiye dîsa ava vexwarinê ya bi hezaran kesî qut dike

Di hevpeyvînekê de li gel Sozdar Ehmed, nûnerê Saziya Avê li herêma Hesekê, me behsa rewşa avê ya niha li herêmê di demên pandemiya Covid-19 de kir piştî ku ava vexwarinê ji aliye Tirkiyê ve ji bo cara pêncemîn hat qut kirin.

Hinek rojan piştî ku me hevpeyvînek pêk anî, xeta avê di 3’ê Nîsanê de ji hêla êrîşên artêşa Tirk ve li Til Temir hate xera kirin. Vê yekê li bajarekî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihêle ku milet zahmetî bikşîne bi taybet di wexten ki nexweşîya korona belav dibe.

1. Rewşa avê ya niha li Hesekê çi ye? Ev çawa bandor li jiyana gelan dike, bi taybetî di derbarê paqijî û tenduristî de?

Di hundirê Hesekê 650. hezar mirov hene û pewistiya wan bi 10.000 kobik metro av heye, lê tiştê ku em dikarin peyda bikin 4.000 kobik metro ye bi rêya sarinca avê û tankeran. Ev av jî tene ji bo vexwarinê ye, em bêjin ava şûşstinê û veşûştinê ji bîrên ava tal in. Heya astekî ji çênabe kû vî avê kar bînin. Ji ber vê gelek metirsî hene ku ji qutbûna avê nexweşîyê belav bibin ji nepaqijbûnê.

2. Gel çî zahmetî dibîne? Nezikatiya gel çewaye hemberî kiriyarên nemirovî ya dewleta Tirk?

Di dema niha de ku nexweşîya korona belav bûye zahmetî eve ku bingeha parastina hemberî vê veyrosê av e, lê av peyda nabe. Gel niha û ji zû ve jî ketiye ve ferqe ku dewleta Tirkiye dewletekî terrore, hovane ye û nazkiriye ku dijminê wan cewaye bêmirov e. Wek sasiya avê milet edi zede zaxt li ser me nake, ji ber dizanin ku stasiyona ave di nav destê Tirka de ye, di destê çeta de ye û ji ber vê ava wan naye.

3. Av ji milê dagirkeriya Tirkiye dîsa hat qutkirin. Çima? Gor nêrine we di rewşa cihanê ya zahmet a ku tendurustiya milet di xeteriyê de ye armanca dewleta Tirk çiye? Çi daxwaz dikin.

Di hundirê çar mehên derbasbûyî ev cara çaremîne ava Alok tê qut kirin. Her carek demekî qut dibe û cara dawî roja 28. Adarê qut kirin. Xwesteka wan kerebe ye. Tevî ku kerebe gel wan heye, hijmarekî mezin ya kerebe dixwazin u ji ber vê avê li ser me qut dikin.

Hesekê bajarek mezine û nêzî Tirkiyê ye û er di bajarekî mezin wek hesekê nexweşiya korona belav bibe we bigihîje wan jî. Ger Nexweşiyê li vir belab bibe wê li rojhilata navin giştî belav bibe, ji ber Hesekê ne gunde, ne bajarekî piçuke ku dikare were kontrol kirin, ger nexweşî belav bibe.

Armanca Tirkiyê yek eve ku milet kocber bibe û ji vê xakê, ji bajarê xwe derkeve ji ber tîbûnê û ê din ji ne dûre ku dixwaze nexweşiyê Korona li vir belav bibin.

4. Berê jî av qut kiribûn û kerebe xwestin. Niha av dîsa qut kirin, vecar cî dixwazin?

Xwesteka wan her dimîne kerebe, cara yekê lihevkirin li ser 5 Megawatt, lê piştî 5 Megawatt dan wan, ew li ser vê intîfaqê neman. Ew zêde kişandin, gorî saziya kerebe heya 23 Megawatt dikişînin.

5. Me berê di North Press Ajansa xwendîye ku 30 Megawatt kerebe dixwazin. Ev 30 Megawatt çikase yanî têra çend malbat yan bajara dike? Çima awqas kerebe dixwazin?

Gorî saziya Kerebe xwesteka wan 30 Megawatt kerebe ye, wan 30 Megawatt ne ji bo Serê Kaniyê ji bo Girê Spî, Genteriyê ji bo alanê di destê wan de. Xeta ku kerebe pê dikşînin xetekî kevne, ger zêdeyî 10 Megawatt bikşînin, ev zerarê dide xetê û anafatê ê sedê ê bendavê bixwe. Ji ber vê kerebe ewqasî nadin wan ji ber ku zerarek teknîkî heye û qaweta xetê jî têrê nake ji bo ku ewqas kerebe bikşînin.

Ev 30 Megawatt têra çikasî dike? Di Serê Kaniyê bi hemû miletê ku têde û divê em ber çava derbaskin ku ewqas kes niha koçber bûn û tevî Alok me 10 Megawatt şand û ev zêde bû jî. Ew kerebe ji bo bajarê din dixwazin, lê hêza vê xetê nîne ku ewqas kerebe bikşîne.

6. Nêzikatiyê we li hemberî van kiriyaran çewaye? Me bihîst ku hun projeyekî nû bi bîrên derdora hesekê destpêkiriye. Tu dikari vî Proje ji mere penase bikî. Yanî Ev Proje çîye, kengê bikeve pratike û çîkas av wê amade be ji bo gelê herema hesekê?

Ji bo projeya me ya nû em 50 bîrê di hindira stasiyona pakijkirina avê dikolin û ev ava wê bi pîvanên navnetewî dibe ku tê vexwarin.
Em bejin her bîrek 15 kobik metro in ner stunde 750 kobik metro av bide me. Hêza van bîra pir piçûke hember bîrên Alok, lê em dikaribin vî avê belavî milet bikin ji bo ku milet ji tîna nefetise, nemire. Bi vê proje em em dikaribin her hefteyek carekî av bigihînin milet. Wek ku me got ev bîr tenê yedeke, ji bo ku dema ava yê ku ji Alok tê bisekne em dikaribin hinek av bigihînin milet ji bo ji tîna nemirin.

Bîrên ku em ji wan re dibêjin sathî ne, ne kûrin. Kûrbûna wan tenê 100 kobik metro ne û her bîrek 15 kobikmetro.

Roja ku me da Ragihandin niha 4- 5 roj çêbûn û me 29 roj hedef girtiyê ku ev proje amade be ku av bigihîne milet wexta ava alok qut bibe.

7. Tiştekî din ku hun dixwazin bal bikşînin ser heye?

Em dixwazin ku denge me bigihîje Netewên Yekbuyî û herkesî ku vê stasyona Alok ji destê çeta ji destê dewleta Tirka derxin û bidin aliyek sesêyemin, bêalî. Ger çareyekî siyasî nebe ew zahmete be û kenge xwesteka wan hebe kenge dixwazibin ew dikarin av qut bikin.

Back to top button