Arşîv

Îlham Ehmed WHO rexne kir û bang li hikumeta Sûriyê kir bi berpirsyarî tev bigere

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed civaka navneteweyî rexne kir ji ber ku di vê rewşê de li gel belavbûna Koronavîrusê desteka tenduristî ya pêwîst ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş nekiriye. Îlham got hikumeta Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re li dijî Koronavîrusê hevkariyê nake, ger vîrus li herêmê belav bibe dê berpirsyarî ya hikumeta Sûriyê be.

Ruxmî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek dewletên din bi hewcedariya amûrên tenduristiyê yên têkildarî Koronavîrusê (Covid-19) ne da ku rê li pêşiya belavbûna wê bigirin, lê piraniya aliyan di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dualîbûnê bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dide û distîne, bi hinceta ku ew bi hikumetan re têkiliyan ava dike. Di heman demê de alîkarî û amûrên tenduristî dişîne herêmên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker de li Sûriyê.

Girêdayî encamên Koronavîrusê, helwesta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ya temaşeker ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û reftariyên hikumeta Sûriyê û dagirkeriya Tirk, ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re Îlham Ehmed re çêkir.

Rêxistina WHO destek ji hikumeta Sûriyê û îtîlafa Sûriyê re pêşkêş kir, gelo çima desteka herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake?

Mixabin herêmên Rêveberiya Xweser ji tevahiya cureyên desteka mirovî mehrûm in. WHO li herêmê heye. Bi saziyên Rêveberiya Xweser re dide û distîne. Lê desteka ku ji herêmê re tê pêşkêşkirin besît e. Tê zanîn ku mîna van rêxistinan bi awayekî fermî bi hikumetên navendî re peywendiyan ava dikin. Biryarên van hikumetan di ber çavan re derbas dikin. Em dibînin ku ev mekanîzmaya kar ne rast e. Ji ber ku hikumeta Sûriyê heta niha bi awayekî neyînî bi mijara opozîsyonê û demokrasiyê re da û stand. Heta niha jî li ser mijara navendîbûnê bi israr e. Her wiha li ser tevahiya rêbazên ku li dijî opozîsyonê bi kar tîne, bi israr e. Lewra ne rast e ku ev rêxistin tenê bi rêya hikumetên fermî bide û bistîne.

Em dizanin ku WHO ji Rêveberiya Xweser re amûrên keşfkirina nexweşiya Koronavîrusê diyar kirine, lê heta niha nedane. Hejmarek ji wan amûran ji hikumeta Sûriyê re pêşkêş kirine. Her wiha destek ji herêmên komên din re jî pêşkêş kir. Ev wek biryareke siyasî tê hesibandin. Divê rewşên mirovî yan jî warê mirovî neyê ramyarîkirin. Her wiha cihê rexnê ye. Divê NY û WHO li biryarên xwe vegerin da ku vê mijarê derbas bikin.

Têkiliyên we bi Koalîsyona Navneteweyî re ya li dijî DAIŞ`ê hene, gelo peywendiyeke girêdayî têkoşîna li dijî Koronavîrusê heye? Gelo koalîsyonê destekek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Rûriyê re pêşkêş kiriye?

Têkiliyên me yên rojane bi Koalîsyona Navneteweyî re hene. Em her tim ji wan dixwazin destekê pêşkêş bikin. Heta niha tu cureyên alîkariyên tenduristî yên taybet li dijî Koronavîrusê ji hêla wê ve nehatine pêşkêşkirin. Herî kêm divê amûrên keşfkirina nexweşên vê vîrusê pêşkêş bike. Ji ber ku ger nexweşî li herêmê belav bû, wê bibe sedama karesateke mezin. Divê em van xetereyan derbas bikin. Lewra em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku bilez derfetên pêwîst ji herêmê re pêşkêş bikin.

Hêzên Rûsyayê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûne, gelo têkiliyên we bi wan re girêdayî vê mijarê hene lê na? Gelo tu destek ji Rêveberiya Xweser re ji hêla wan ve hatiye pêşkêşkirin?

Rûsyayê jî heta niha tu tiştek pêşkêş nekiriye. Tevahiya alîkariyan ger hebin tenê bi rêya WHO’yê ji herêmên Sûriyê re têne pêşkêşkirin. Aliyê Rûsyayê berpisê vê mijarê ye. bi taybet li herêmên ku hêzên wê tê de belav dibin. Tê zanîn ku hêzên leşkerî herî zêde rastî mîna vê pandemiyê tên. Têkiliyên hêzên Rûsyayê bi hêzên rejîmê û Îranê re hene. Yanî xetereyeke mezin heye ku ew pandemî bi rêya hêzên Rûsyayê û rejîma Sûriyê derbasî herêmê bibe. Lewra divê hikumeta Sûriyê vê mijarê di ber çavan re derbas bike. Tiştên jê tên xwestin pêşkêş bike heta ku herêmê ji xetereya vê pandemiyê xilas bike.

Koordîne di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de girêdayî Koronavîrusê heye?

Rêveberiya Xweser bi rêya Desteya Tenduristiyê bi hikumeta Sûriyê re koordîne dike. Lê mixabin heta niha di pratîkê de tu encamên wê koordîneyê derneketine. Ji ber ku Şam heta niha bersiva hinek testên ku jê re hatine şandin, nedaye. Desteya Tenduristiyê jî tu agahî girêdayî wan testan wernegirtine. Tevî ku tevgera balafiran hîna ranewestiye. Gelek rêwî ji Şamê hatin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ruxmî ku dan û standinên girêdayî feshkirina tevahiya rêwiyan û kirina wan di nav karantînayan de da ku herêmê biparêzin. Lê hikumeta Sûriyê di vî warî de ne heweskar e. Heta niha di vî warî de tu berpirsyariyek negirtiye. Hikumeta Sûriyê gelek helwestên xeter nîşan dide ku wê bibe sedema belavbûna pandemiyê li herêmê.

Hikumeta Sûriyê ji reftariyên xwe yên dawîn girêdayî tedbîrên hişyariyê yên ku Rêveberiya Xweser li dijî Koronavîrusê girtine, çi armanc dike?

Mixabin gelek alî vê pandemiyê wek rêbazek an jî wesîleyek zextê li dijî aliyê din bi kar tînin. Ev rêbaz ne baş e. Ji pîvanên exlaqî dûr e. Lewre divê hikumeta Sûriyê berpirs be. Ji ber ku niştecihên vê herêmê sûrî ne. Hewl didin aloziya Sûriyê bi dawî bikin û gelê Sûriyê bigihînin ewlehiyê. Divê ji van rêbazan dûr bikevin an jî wê berpirsên belavbûna vê pandemiyê li herêmê bin.

Gelo tunebûna koordîneyê, bandor li pêşeroja diyalogê di navbera her du aliyan de dike?

Ji aliyê tenduristiyê ve wê bandor li tevahiya Sûriyê bike. Ne tenê li herêmên Rêveberiya Xweser. Girêdayî diyalog û bandora rewşa heyî li ser wê, heta niha tu cureyek dan û standinê tune ye, tenê nîqaş in. Lewra hemû girîngiyê didin warê tenduristî û divê hemû girîngiyê bidinê.

Di vê dawiyê de Tirkiye hewl dide malbatên çeteyan bişîne Serêkaniyê û Girê Spî li gel agahiyên girêdayî derbaskirina nexweşan ji herêmê re?

Gelek agahî ji wan herêman tên. Em hewl didin jê piştrast bibin. Lê rewş li Tirkiyê bi xwe giran e. Rojane bi sedan welatiyên Tirk li Stenbolê û gelek bajarên din têne gorîkirin. Ger agahî rast bin, ev wek cureyek şer tê hesibandin ku Tirkiye li dijî şêniyên wan herêmên bi kar tîne. Em bang li raya giştî û aliyên têkildar dikin ku rastiya van agahiyan lêkolîn bikin an jî wê encamên xeternak ji reftariya Tirkiyê ya neberpirs derkevin holê.

Bangewaziyên we ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di vê pêvajoyê de çi ne?

Di vir de ez dixwazim îşaret bi desteyên tenduristiyê bikim ku hewl dan ji nexweşên ku ji Şamê hatine piştrast bibin, tevî rewşa leşkerê ku hatiye herêma Şehbayê, lê malbatê ew mijar veşart mîna ku hîna negihaştiye mal. Mîna van reftariyan bi rastî xeternak in, ji nezanbûnê tên. Divê şênî pê nehesin ku karantîna mîna hepsê ye. Berovajî wê ew pêwîst e. Divê di ber çavan re were derbaskirin da ku destpêkê mriov, piştre civak û piştre malbat û hezkiriyan werin parastin. Ev tedbîr gelek girîng û pêwîst in.

Qedexeya derketina derve pêwîst bû. Bi xwe biryareke girîng e ku Rêveberiya Xweser wek tedbîrek li dijî pandemiyê daye. Encamên wê jî erênî bû û nehişt ku pandemî li herêmê belav bibe. Ji niha û pê ve, pêkanîna biryarê pêwîst e. em dizanin ku gelê me ji biryarê zirar dibînin. Bi germbûna hewa re dê asta vê qedexeyê hêdî hêdî kêm bibe.

Em bang li tevahiya şêniyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku van biryaran bînin cih heta ku rewşa hewa diguhere û li gorî biryarên rêveberiyê tev bigerin.

Back to top button