Arşîv

Berxwedana Mewlude ya bi salan berdewam e!

Mewlude ya li gel birînên li bedena wê ku dest ji berxwedanê bernade dibêje ku daxwaza wê ya sereke ew e ku tecrîda lil ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û azad bê hiştin e.

 

Piştî tespîta Abdullah Ocalan a “Kurdistan mêtingeh e”  berxwedana ku hat destpêkirin belav bû. Piştî tespîta mêtingeh e kesên ku herî zêde li ber xwe dan jin û dayikên kurd bûn. Ev dayikên ku ji bo ziman, çand û aştiyê derketin rê hin caran hatin girtin, hin caran hatin kuştin û hin caran jî hatin girtin û îşkencekirin. Jina ku niha li Mêrdînê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 54 saliya xwe de ketiye grevê Mewlûde Çelebî jî yek ji van jinan e. Mewlude wiha dibêje: “Heta ku Rêberê me azad nebe jin jî azad nabin.”

 

Ji girtîgehê ber bi qedexeya Cizîrê ve…

 

Mewlude ya ku piştî sala 98’an di sala 2008’an de carekedin ket girtîgehê, 6 salên xwe di girtîgehê de derabs kirin. Mewlude di serdema qedexeyê de jî li Cizîrê qet mala xwe terk nekir û piştî bi mehekê bi darê zorê ji taxa ku lê rûdinişt hat derxistin.

 

Mewlude ya ku dibêje “Çi dibe bila bibe divê ku em nesekin”, niha jî ji bo greva ku tevli bûye wiha dibêje: “Em ji bo vê çalakiyê dereng man. Di vê pêvajoyê de tiştên zahmet hatin jiyîn û neheqî li mirovan hat kirin. Mirovan diavêjin zindanê. Mirov nema karin fikrên xwe jî bînin ziman.  Li her derê şer heye. Ev şerê ku heye jî herî zêde me diêşîne. Ger ku em niha li ber xwe nedin em ê kengî li ber xwe bidin.?”

 

‘Heta dawî em ê li qadan bin’

 

Mewlude bi bîr xist ku çareserî gavekê dûrî me ye û wiha got: ” Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekrin wê her kes rehet karibe bîhnê bistîne. Ji bo azadiya Rêber Apo ku wê gelê kurd her tiştî bide ber çavên xwe û têbikoşe.”

 

Mewlûde bi bîr xist ku Ocalan ji bo wan xeta sor e û wih dawî li axafitna xwe anî: “Daxwaza me jinan ew e ku demildest tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin û azad bibe. Ji bo vê jî em ê hata dawiyê li ber xwe bidin û li qadan bin.”

 

Back to top button