Arşîv

Raperîn Hesen: Em amade ne gelê xwe ji vîrusê biparêzin

Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya herêma Cizîrê Raperîn Hesen, kar û xebatên desteya tenduristiyê ji bo rêgirtina li pêşiya Vîrûsa Koronayê, nirxand û ev tişt got: “Desteya tenduristiyê bi alîkariya hêzên ewlekariyê, şaredariyên gel û hemû saziyên ku cihê xwe di nava maseya kirîzê de digirin, xebateke baş û serkeftî didin meşandin. Bila civaka me bi me re alîkar be da em hev ji vê vîrûsê biparêzin.”

Piştî ku Vîrûsa Koronayê li tevahî cîhanê belav bû û di encamê de gelek kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan, mirovahî kirîzeke mezin niha dijî. Heya niha tu derman ji vê nexweşiyê re nehatiye dîtin û jiyana gelek mirovan jî di nav xeteriyeke mezin de ye. Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo ku ev nexweşî li herêmê dernekeve gelek tedbîrên girîng girtin û pêre jî hemû ekîbên tenduristiyê di nava amadekariyê de ne. Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya Herêma Cizîrê Raperîn Hesen, têkildarî xebatên desteya tenduristiyê ya li dijî Vîrusa Koronayê, amadekariyên navendên tenduristiyê perwerdekirina ekîbên pispor ji bo Vîrûsa Koronayê nirxandin kir.

‘Em amade ne gelê xwe ji vîrusê biparêzin’

Dr. Raperîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola navendên teduristiyê ya ji bo rêgirtina li pêşiya Vîrûsa Koronayê û wiha got: “Bi derketina Vîrûsa Koronayê re li dewletên herêmî, desteya tenduritiyê kete nav tevgerê û cihê xwe di nav maseya kirîzê de girt. Gelek biryar ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsê derketin pêş. Pêşniyarên desteya tenduristiyê hatin kirin. Bi alîkariya hêzên ewlekariyê, şaredariyên gel û hemû saziyên ku cihê xwe di nava maseya kirîzê de digirin, me xebateke baş û serkeftî daye meşandin. Hin projeyên me hebûn destpêkê me navendên rewşên lezgîn yên pêşwaziya nexweşên vîrûsê amade kirin, di van navendan de jî me hemû pêwîstiyên tenduristîyê ama dekirin. Her wiha karantînayên tenduristiyê jî ji bo kesên ku ji derve tên hatin amadekirin û me ekîbên tenduristî yên rewşa lezgîn jî perwerde kirin. Me hejmarên lezgîn ji bo rewşên awarte ji gel re amade kirin ku di kîjan demê de be bikaribe bi me re bikeve di nav pêwendiyê de û em jî ji aliyê xwe ve biçin rewşa wan kontol bikin. Em amade ne gelê xwe ji vîrûsê biparêzin.”

‘Kiryarên rêjîma Sûriyeyê yên seranser xeteriyekê ser herêmên me dide çêkirin’

Raperîn di domandina gotina xwe de bal kişand ser zehmetiyên çêdibin û wiha domand: “Piraniya gelê herêmê bi biryara karantînaya tenduristiyê di malê de, pêk tînin û bi awayekî baş ev biryar pêşwazî kirin. Hin kes hene ku naxwazin ji vê rewşê baldar bin û biryara karantînayê pêk bînin, lê bi alîkariya hêzên me yên ewlehiyê, rê li ber vê yekê jî hat girtin. Ji aliyekî din ve jî rêjîma Sûriyeyê jî naxwaze bi me re di nava hevkariyê de be û vê rewşa xeter paşguh dike. Ev kiryarên seranser xeteriyê li ser herêma me dide çêkirin.”

‘Ekîbên me yên tenduristiyê li gor vê rewşa awarte hatine perwerdekirin’

Raperîn da zanîn ku hemû ekîbên tenduristiyê yên ji bo rêgirtina li ber Vîrûsa Koronayê hatine perwerdekirin û wiha pê de çû: “Bi belaviya vê nexweşiyê re, me hemû ekîbên xwe yên tenduristiyê di perwerdeyan re derbas kirin. Perwerdeyên me jî ser rêbazên pêwendiyê bi nexweşên koronayê re, rêbazên parastina mirovên civakê ji vîrûsê, her wiha li ser baldariya kesayetî jî me ekîbên xwe perwerde kirin û heya niha jî ev perwerde didomin. Ger ku ev nexweşî derkeve jî li herêmê, me li gor wê ji bo mirovên nexweş xwe amade kiriye. Ger ku rewşa nexweş baş be li mala xwe wê bimîne û her roj bijîjk rewşa wî/wê kontrol bikin, ger ku rewş giran be ji xwe em wî/wê radikin nexweşxaniyê û di karantînayê de rewşê kontrol dikin heya ku ev nexweş rewşa wî/wê baş bibe. Heya niha tu rewş li herêmê derneketiye. Em dibêjin bila her kes ji xwe baldar be û di mala xwe de be.”

‘Kesên ku ji derve tên herêmê di karantînaya tenduristiyê re derbas dibin’

Raperîn ji bo kesên ku ji Şamê berê xwe didin herêmê wiha got: “Kesên ku bi rêya balafirgehê berê xwe didin herêmên me, ekîbên me di pêşwaziyê de ne. Destpêkê em germahiya laşe wan kontrol dikin û wan di kontroleke giştî re derbas dikin, paşê em wan ji hev feriz dikin û dibin karatînayên tenduristî heya 14 rojan, da ku em tesbît bikin ku ev kes saxlem e em wan bi rê dikin malbatên. Lê mixabin di dema dawiyê de rêjîmê hin kes bi rêyên cuda ji balafirê derdixin, ji bo ku di kontrolê re derbas nebin. Ji bo wê hêviya ji mirovên me yên ku ji Şamê berê xwe didin herêmê ji bo civaka xwe û malbata xwe were rewşa xwe kontrol bike.”

‘Divê civaka me bi me re alîkar be’

Raperîn di dawiyê de bang li tevahî civakê kir ku xwe biparêzin û li gor biryarên wan tev bigerin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Ev nexweşî bi awayekî bi lez belav dibe û bi xeteriya wê jî gelek mirov jê nikarin li ber xwe bidin. Ji bo wê heya ji me tê em civaka xwe hişyar bikin ku li hev kom nebin û hev ji vê nexweşiyê biparêzin. Divê civaka me bi me re alîkar be ji bo em bi hev re, ji vê rewşa kirîzê bi kêm zerar derkevin.”

Back to top button