Arşîv

Peyamek ji Kongra Star, ji hemî jinên cîhanê re

Silav û rêzgirtin

Di dema ku cîhan li himber vîrosa korona radiweste di heman demê de gelên herêma Bakur û rojhilatê Suriyê , rû bi ruyê êrîş û binpêkirinê dagirkeriya Tirk dimînin , ji bilî kuştin , talanî û guhertina demografî û hedefgirtina sivîlan bi taybet li herêmên weke Efrîn , Girê spî ,Serêkaniyê û Şehba.
Dewleta Tirk bi hezaran sûc kirine û dixwaze vîrosa korona weke çekekê li dijî gelên ku li herêmê mane bikarbîne , armanca wê ji guhertina demografî ew ku cihê dagirkiriye fereh bike , hewl dide ku nexweşên bi korona derbasî Bakur û rojhilatê Suriyê bike , ev jî xeteriyeke mezine , sûc û binpêkirina qanunê navnetewî û mirovahiye .
Bi deh hezaran koçberên ji herêmên dagirkiriyî Efrîn ,Girê spî û Serêkaniye di qampa de , bi destê dewleta Tirk hene , ev jî xeteriyê li ser jiyana wan û bi taybet jiyana jin û zarokan çêdike ji ber kêmaniya pêdiviyên pêwîst û rewşa jiyanî ya nebaş .
Ev felaketa li dijî jinan ne kêmî felaketa korona ye , dewleta Tirk sûc li dijî jin û zarokan pêktîne , weke kuştin , tecawz û revandin ev jî berdewamiya sûcên ku dayîş pêktanî , ev hişmendiya zilamê kevneşop li dijî civakbunê dide diyarkirin , delîlê ku bi vî karî rabûne heye weke sûcê ku li ser dayika Fatma ya 80 salî ,Sultanê Xelîl û Hûriya Muhemed û gelek jinê din ku bi xwîn sarî li ser destê çetên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin , di bin siya belavbûna nexweşiya korona de jin li piraniya dewletên cîhanê rastî tundiyê tê , jin ew bingeha avakirin û perwerda civakê ye , ev xeterî ser jiyana wê , xeterî ser jiyana hemû civakê ye .
ji ber vê pîvanê mirovahiyê li ser me weke jin ferzdike , li hemû aliyê cîhanê , ku em sînor ji van siyastê hovane yên ku dijmnatiya jin dikin daynin ,û di rûyê tundiya li ser jinê bisekinin û hisab ji hemû sûcdara bixwazin .
Li ser vî esasî em jin , tevger û rêxistinên jina banga hevgirtinê li hemû kesayet , sazî , rêxistin û hemû jinên cîhanê dikin ku em têkilî û itîfaqê xwe , li himber şidet û tundiya ku li dijî jin tê kirin zêde bikin , û tekoşînê ji bo her jinekê bimeşînin ta ku bighêjin vîna azad .

Navenda doplomasiya kongra star
25*4*2020

Back to top button