Li Almanyayê li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandan

Duh li bajarê Frankfurtê nûnerên gelek saziyên jinan banga destekdayîna jinan û şermezarkirina tundiyê pêk anî û xwepêşandanek li dar xist.
Rêxistina Jinên Ciwan, Yekitiya Jinên Penaber, nûnerên saziyên Yeni Kadin û nûnerên saziyên civaka sivîl tev li xwepêşandanê bûn.
Di xwepêşandanê de jinan kuştina Meryem Şahîn ku di 1`ê Gulanê de ji aliyê hevserê xwe yê berdayî ve hate kuştin, şermezar kir û got divê kujerên jinan werin cezakirin.
Jinan diyar kir ku dê têkoşîna xwe dewam bikin û banga xurtkirina yekitî, têkoşîn û birêxistinkirina li dijî tundiyê kir.
Her wiha beriya çend rojan li bajarê Dusseldorf jî xwepêşandanek pêk hatibû.
Xwepêşandan li ser banga Tevgera Jinên Kurdî–Ewropa li dijî tundiyê û ji bo bilindkirina asta têkoşînê hatin lidarxistin.