Arşîv

​​​​​​​Jinên herêma Tebqayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi dehan jin, nûnerên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê îro bi daxuyaniyekê sûcên ku li dijî jinên Efrînê pêk tên, şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Nûr El-Bû Hemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di demên dawîn de asta sûcên hovane yên li dijî jinên Efrînê, zêde bûye. Jin têne kuştin, îşkencekirin û tecawizkirin. Ew kiryar wek kiryarên DAIŞ`ê ne. Tişta duh bi jinên Şengalê hate kirin, îro çeteyên dewleta Tirk bi jinên Efrînê dikin.

Piştî nakokiyên di navbera komên girêdayî Tirkiyê de û piştî çekdaran Xûta û navendên girêdayî Firqet El-Hemzat xist bin serweriya xwe, gelek jin ku piraniya wan Kurd in, di hundirê girtîgehên hovîtiyê de hatin dîtin. Ew jin bi hemû şêwazan hatine îşkencekirin. Rewşên revandin, kuştin û tecawizkirina jinên Efrînê zêde dibû. Bi vê yekê dixwazin şêniyan neçarî koçberiyê bikin û dev ji mal û milkên bav û kalan berdin. Lê şênî her tim bi israr in ku li warê xwe vegerin heta ku dagirker ji xaka wan derkevin.

Em wek jinên herêma Tebqayê kiryarên hovane yên li dijî jinên Efrînê şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku tev bigere û zextê li Tirkiyê bike, wê neçar bike da ku ew û çeteyên xwe ji xaka Sûriyê derkevin û hemû operasyonên leşkerî ku di encama wan de bi hezeran şênî neçarî koçberiyê bûne, bisekinîne.”

Back to top button