Arşîv

Kongreya Star: Destdirêjiya li zaroka 13 salî berdewama sûcên dewleta Tirk e

Polîsekî Tirk li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê êrişeke cinsî li ser zarokeke 13 salî pêk anî û li hemberî vê yekê berteka gel zêde bû. Têkildarî mijarê Kongreya Star a navçeya Til Birakê ya Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeyê hate xwendin, endamên Kongreya Star, xelk û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê Kongreya Star a navçeya Til Birakê û hemû jinên sûrî sûcên dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin. Dewleta Tirk sûcekî nû pêk anî û ev jî tev li sûcên wê bû û raya giştî hejand.

Vê carê qurbanî ne zilamekî ji ber çermê wî reş e, hatiye kuştin, lê belê zarokeke bêguneh e û 13 salî ye, dewleta Tirk mafên zarokên gelên Sûriyê dixwe, tevî ku rêxistinên cîhanî cezayan li dijî kesên van sûcan pêk tînin, ferz dike, lê ji bo van sûcan bê deng e.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin, hewldana bêdengkirinê ye û vê yekê jî bi navên cuda dike, ji wan jinan dike armanc û laşê wan parçe dike, ev jî rûyê hişmendiya xwe li hember jinan eşkere dike, ji ber dixwazin jin di bin siya wan de be û tenê ji bo cinsî hebe.

Berxwedana jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû jinên li Sûriyê û cîhanê cihê serbilindiyê ye, ji ber ku li dijî fikrên tundraw îsbata xwe kir û efsane nivîsandin.”

Back to top button