Siyaset

​​​​​​​Henan Osman:Divê Tirkiyê yekser jinên binçavkirî berde

Hikumeta AKP’ê di operasyonên xwe yên sergirtin û biçavkirinê de roja sêşemê (14`ê Tîrmehê) li bajarê Amedê û navçeyên wê, gelek kes binçav kirin.

Kesên hatine binçavkirin ev in; berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokan, berdevka Platforma Mezopotamya ya Jinên Rojnamevan, edîtora ajansa Jin News`ê Ayşe Konay, hevseroka Yekitiya Komeleyên Piştgiriya Xizmên Girtiyan Rebîa Ataş, endama Meclisa Şaredariya Zeran Banayîr Çelîk, aktivist Zekiye Guler, hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yeni Şehîrê Demet Uzkaran, Fîgan Aktî, Ronda Bat, Rozerîn Çatak, Emîne Kaya, Dîlan Yakût, jineke din a bi navê Guneş û gelek jinên din.

Her wiha polîsan bi ser malên berpirsa Yekitiya Komeleyên Piştgiriya Xizmên Girtiyan Buhar Ak Yabî û hevseroka HDP`ê Xatûn Yildiz de, girtin.

Li gorî agahiyan, jinên hatine binçavkirin birin Dayîre Ewlekariyê ya bajêr.

Li ser mijarê, seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî ya Kurdên Lubnanê Henan Osman ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku ev ne cara yekê û dê ne ya dawî be ku polîsên Tirkiyê bi ser malên bi dehan jinên Kurd û akîtîvîstên Tevgera Jina Azad (TJA) ên bajarên Amedê de digirin, ku bi behaneyên dûrî qanûn û pîvanên navnetewî û netewî ev yek pêk tê.

Henan destnîşan kir ku ev êrişên sîstematîk ên hikumeta AKP`ê li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê bi giştî û jinên Kurd bi taybetî, berdewamiya konsepta qirkirina û înkarkirina çandî û fîzîkî ye ku dewleta Tirk ji beriya salan ve dimeşîne ye.

Henan Osman piştrast kir ku partiya Erdogan (AKP) di radeya yekem de jinên aktivist dike hedef, ji ber ku ji jinên azad ên siyasetmedar û xwedî îrade ditirsin û wiha berdewam kir: “Her ku jin bi pêş dikevin, ewqasî kontrolkirin û hegemoniya li îradeya wan û bêdengkirina wan zehmet dibe. Lewra em rû bi rûyê hovîtî, faşîzm, binçavkirinên siyasî û binpêkirinên hikumeta AKP`ê dimînin.”

Seroka Weqfeya Newroz Henan Osman wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wekî jinên aktivist ên li Lubnanê van binçavkirin, êriş û serdegirtinên neqanûnî li dijî jinên Kurd ên aktivist şermezar dikin û banga serbestberdana wan dikin.”

Back to top button