Arşîv

Kongra Star cejna Qurbanê pîroz kir

Di peyamên de hate gotin:

“Bi navê Kongreya Star em cejna Qurbanê ya pîroz a ku ji bo umeta îslamê xwedî wateyeke ruhî û pîroz ye, li hemû jinan pîroz dikin.

Di demekê de ku berxwedana gelê me, bi taybet a jinan li hemberî sûc û binpêkirinên domdar ên dagirkeriya didome, gefên li ser herêmên û zextên li ser aborî û civakî ya gelê zêde dibin. Lew re ji jinan tê xwestin ku berxwedan û têkoşîna xwe ya bidestxistina mafên xwe berdewam. Ji ber ku her kes dizane ku têkoşîn û berxwedana jinan bingeha avakirina civakan û bidestxistina azadiyan e.

Em hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya kêfxweşî, hezarkirin e, hêvî dikin ku gelê me cejnên bê di nav aştî, aramî û hezkirinê de pîroz bikin.

Em Kongreya Star, cejna Qurbanê, li hemû şervanên azadiyê yên jin, berxwedêr û têkoşerên jin pîroz dikin û soz didin gelê xwe ku em ê xeta şehîdan bişopînin ta serkeftin, jiyaneke azad û bi rumet ji bo hemû jinan mîsoger bikin.”

Back to top button