Arşîv

Kongreya Star banga rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan kir

Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê bi beşdariya endamên Kongreya Star hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Dîjle Heyder ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Êdî vîrusa korona metirsiyeke cidî bi xwe re derxist holê û ruxmî ew qas pêşketinên di aliyê tenduristî de çêbûne jî, lê mixabin heya niha tu çareyek û dermanek ji jê re nehatiye peydakirin. Êdî gelek mirov pê dikevin û pê dimirin jî.

Lewma li gorî zagonên navneteweyî û bangewaziyên rêxistinên mafên mirovan ku dibêje “Divê girtiyên siyasî û yên dîtir bên berdan” ji ber vê jî êdî rewşa kesên dîlgirtî û yên ku li hemû welatên cîhanê di zindanan de ne, rewşa wan di ber çavan re dihat derbaskirin û heya niha jî tê derbaskirin. Ew jî carinan bi rêya berdanê û sivikkirina cezayên wan an jî girtina tedbîrên parastina wan di hemû aliyan de pêk tê. Lê ruxmî vê yekê û ruxmî ku Koronavîrus êdî li tevahî cîhanê roj bi roj bi xetereyên gelek mezin çêdike, dîsa jî vî tiştî bandor li polîtîkaya AKP’ê a faşîst nekir û her di rêbazên xwe yên derexlaqî de bi israr e.

Heya niha di vê mijarê de tu agahî li ser rewşa tenduristî û ya giştî ya rêberê neteweyî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Îmraliyê tune ye. Her roj jiyana wan bi xetereyê re dimîne û tu agahî nîn e ku rewş çawa ye û çi dibe. Berevajî wê ku dewleta faşîst a Tirk hîn polîtîkaya xwe ya tecrîdê girantir kir û her tim li hember hevdîtinan dibe asteng û nahêle ku rêber Ocalan ne bi malbatê re û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ev dihêle ku em wek jin û wek hevrêyên rêber Ocelan bi fikar bin ji bo tenduristi û rewşa rêber Apo û hemû girtiyên li zindanan.

Li gorî vê yekê banga me wek tevgera jinan ji hemû rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan re heye ku mudaxeleyî vê rewşa giran a li Îmraliyê bikin û polîtîkaya qirêjî ya dewleta faşîst a Tirk bidin sekinandin.”

(AN)

Back to top button