Arşîv

Daxuyanî ji bo raya giştî

Bi boneya şazdemîn salvegera damezrandina rêxistina me “Kongra Star” Em weke jinên Rojava, ji dilê şoreşa Azadî û Aştiyê, şoreşa demokratîk a ku jin bi hezkirin û fedakarî pêşengiya wê kiriye, em pîrozbahiyên xwe yên bi şanazî û serbilindî ji rêber “Abdulah Ocalan” re dişînin, rêheval û rêberê ku ji bo gihiştina azadiya jin û civakê her tiştê hêja û binirx pêşkêş kiriye, Her wiha em li hemû hevalên xwe yên têkoşînê, meşaleyên şoreşa me û sembolên berxwedana me yên ku ji bo jinan ber bi astên herî jor ên azadiyê ve bibin şehîd ketin pîroz dikin, ji şehîd (Sakîna Cansîz, Bêrîtan, Zîlan, Leyla Agirî, Hevrîn Xelef, Yadê Eqîda, Arin Mirkan , dest pê bikin ta Zehra Berkil, Amara, Avista û gelek berxwedêrên nemir ), Her wiha em li hemû jinên cîhanê yên ku riya azadiyê ji xwe re kirine bingeh, bi pergala koletiyê re şer dikin pîroz dikin, em bi taybetî behsa rêxistina xwe bikin, ku di /2005an / de, di bin şert û mercên dijwar de tijî zilm û zordarî de, hate damezrandin, a ku di sedsala bîst û yekê de berdewamiya têkoşîn û berxwedana jinên ku di dirêjahiya dîrokê de, li berxwedidin û li ber neheqî û mêtingeriyê destan nivîsandine tê hesibandin, di heman demê de, em piştrast dikin ku derketina rêxistina me bersiveke “rêxistinî û hişyarkirinê bû li beramberî înkar û marjînalkirina dîrok û nasnameya jinên Kurd, Ereb û Suryan ku bi hezarê salan pê re rû bi rû bûne”. Ji ber vê yekê, têkoşîna me ya şazde salan bi gelek serfirazî û serkeftinên ku bingehek ji bo jinan ava kir bi encam bû, û bûne pêşengê şoreşa jinê, şoreşa 19-ê Tîrmehê, ku bêtir rê li pêşiya jinê vekir ku bi kûrbûna raman û felsefeya rêber APO careke din xwe îsbat bike, di warên / siyasî, civakî, çandî, rêxistinî, aborî û leşkerî, de /. Ji bo ku karibin li hemberî şîdet û çewisandina ku hîn jî ji aliyê hêzên dagirker ve ku azadiya jinê red dikin û dijminahiya pêşketina wê dikin, bisekinin, tevî hewldan û tekoşîna jinê ku di xizmeta demokratîkbûn û rizgariya civakê de dide meşandin, ji ber vê yekê, em dibînin ku her roj êrîş, kuştin, revandin, û girtina jinên siyasetmedar û çalakvanên civakî, çi li deverên rizgarkirî yan dagirkirî yên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dibe, digel destdirêjiya ku jin li perçeyên din ên Kurdistanê re rûbirû ne. Komkujiya ku li gundê Helencê li dijî hevalên me yên jin çalakvanên siyasî hate kirin, hedefgirtina “raman û azadiya hemû jinên ku daxwaza jiyanek azad dikin ji hêla rejîmên dîktator ve ên ku dixwazin fîzîk û psîkolojîk me tune bikin, Lê em bi dengê şoreşa xwe dibêjin ku tevî van pêkanînên hovane yên li dijî me tên kirin. Lêbelê, ew ê îsrara me ya domandina têkoşîn û berxwedanê zêde bike. Di encamê de, berfirehkirina xebat û çalakiyên me ji bo parastina destkeftiyên şoreşa me, bi riya bihêzkirina rola jinan di sîstema hevserokatiyê de bi awayekî xurtir û bi vî rengî pêkanîna rêgezên jinan ji bo parastina hemû jina / Kurd, Ereb, aşûr, Suryan u /. Her wiha em soz didin serokê xwe ku em ê raman û felsefeya wî bişopînin ta ku em bigihîjin afirîna(avakirina) giyanê gel ê şoreşger, ku ev bersivek e li hemberî hemû êrîşên sîstematîk ên li ser gelê me bi taybet giştî û jinan .

Li ser vê bingehê, em bang li hemû jin, rêxistin û tevgerên jinan dikin, ku bibin yek dest û piştgirî bidin hev ji bo pêşketina jinan û bi vî rengî doza xwe bikin yek, her wiha em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mirovahiyê dikin ku erka xwe ya mirovahî pêk bînin ji bo parastina jinên ku ji bo bidestxistina zîhniyeteke demokratîk a azadîxwaz têkoşîn dikin bi taybet bakur û rojhilatê Sûriyê , û bi giştî ya ku li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengtiya aştiyê bike.

Bijî Serok APO

Bijî têkoşîna jina azad

Jin Jiyan Azadî

Kordînasyona kongra star

Back to top button