Arşîv

Kongra Star: Serkeftina Garê wê bibe destpêka serkeftina projeya neteweya demokratîk

Artêşa Tirk a dagirker di 10`ê Sibatê de êrişeke berfireh li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Êrişa dagirkeriya Tirk rastî berxwedaneke dîrokî ya gerîlayên HPG`ê hat û artêaş dagirker neçarî vekişînê kir. Têkildarî mijarê Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Têkçûna dewleta Tirk a ji dema valaderketina komploya li dijî rêbertî de û heta niha, hişt ku nema zanibe çi bike û her derfetê ji bo tunekirina gelê Kurd bi kar bîne. Ji ber wê carekê êrişî Sûriyê dike û carekê êrişî Iraqê dike, bi vê yekê têkçûna xwe bi têkçûneke mezintir raber dike.

Êrişên li ser Garê berfireh, mezin bûn û beriya demekê bi hevkariya hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê hatiye plankirin, ku armanc dikirin herêmê bi temamî dagir bikin, HPG`ê tune bikin û gelê Kurd qir bikin. Ji lew re, di êrişan de nêzî 50 balafirên şer hatin bikaranîn ku bi rêya wê êsirên şer kuştin û hovîtiya dagirkeriya Tirk careke din nîşan da.

Wan ji bîr kir ku gerîla şagirtên serok Apo ne, her wiha berxwedana wan li Zap, Heftanîn û Oremarê û fedekariyên wan ji bo doza wan ji bîr kirin.

Serkeftina Garê dê bibe destpêka hilweşîna dewleta Tirk û serkeftina projeya neteweya demokratîk li çar parçeyên Kurdistanê. Em hêzên Medya, neviyên Egîd, Mezlûm, Zîlan û Bêrîtanan pîroz dikin.”

Back to top button