Arşîv

Kongra Star ji ber wefata Newal El-Sadawî peyama sersaxiyê weşand

Kongra Star di peyama sersaxiyê de got: “Me bi xemgîniyeke mezin agahiya wefata nivîskara misirî û çalakvan Newal El-Sadawî bihîst. Newal li Misirê sembola têkoşîna jinan bû. Parêzvana mafên mirovan û jinan bû. Nivîskarek bû ku bi nivîsên xwe yên wêrek li dijî tevahiya cureyên cudakariyê tê koşiya û mafên jinan parastin. Bi vê yekê bû dengê jinên azad.”

Kongra Star di peyama xwe ev yek destnîşan kir: “Ruxmî ku ji ber pirtûka xwe ya bi navê `Jin û Cins` gelek caran hatiye girtin, ji karê xwe di Wezareta Tenduristiyê de wek bijîşkekê hat derxistin, lê têkoşîna xwe domand û Komeleya Hevgirtina Jinên Ereb ava kir û rolek di avakirina Saziya Mafên Mirovan a Erebî de lîst. Têkoşîna wê ji bo tevahiya jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye mîras, nexasim pirtûkên wê yên ku dîroka jinên azad zindî kir.”

Kongra di dawiyê de got: “Em wek Kongra Star destpêkê wek tevgereke jinan em sersaxiyê ji xwe re dixwazin û sersaxî ji malbata wê û tevahiya jinên misirî re dixwazin, ji ber ku dengê jinan azadî winda kir ku li hemberî tevahiya cureyên koletiyê, zîhniyeta mêran a zordest sekinî. Her wiha em hêvî dikin ku tevahiya jinên azadîxwaz, xwedî li dîroka têkoşîna wê derkevin û şopdarên wê bin. “

Newal El-Sadawî di nexweşxaneyeke li paytexta Misirê Qahîreyê de duh bi şev jiyana xwe ji dest dabû. Newal di dîroka nûjen de ji girîngtirîn nivîskarên jin ên Misir û Afrîkayê ye. Piraniya temenê xwe di parastina mafên mirovan û jinan de borand.

Back to top button