Arşîv

Civîna 6 mehan a Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

Civîna 6 mehan a Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî nirxandina rewşa siyasî û rewşa jinan û pêşniyarên ji bo dayîna rêziknameyê bi dawî bû.

Civîna 6 mehan a Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê li bajarê Reqayê bi beşdarbûna nûnerên jin ên desteyên jinan ên tevahî herêmên rêveberiyê dest pê kir.

Civîn bi nirxandina rewşa siyasî û bernameya civînê dewam kir. Hevseroka Desteya Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîma Berekat rewşa siyasî ku herêm tê re derbas dibe nirxand.

Rîma Berekat got: “Di çarçoveya nakokiyên navneteweyî ji bo desteserkirina deskeftiyên gelan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser de, Rûsya, Qeter û Tirkiyê di maha Adara îsal de civînek li dar xistin. Ji bûyerên ku îsal rû dane, dewleta Tirk di gaveke xeter de êrişên xwe yên li derdora Eyn Îsa û Til Temirê zêde kirin, ev êriş bi hevkariya Rûsya û desteka Qeterê têne kirin.

Rîma diyar kir ku şoreşên Buhara Erebî encamên hêrsa gel ji rêveberiya dûrî demokrasî û azadiyê û ye û tunebûna sîstemên demokratîk hişt ku şoreşger têk biçin, di encam de rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞ’ê û komên dîtir derketin ku bi destek û fenanseyên Tirkiyê û Qeterê tev digerin.

Têkildarî rêziknameya koordînasyonê, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo, Perwîn Yûsif ji ANHA’yê re axivî û got:”Civîna îro bi beşdarbûna koordînasyonên tevahî herêman hate lidarxistin da ku rêzikname were dayîn. Di rûniştinan de hemû bend hatin xwendin û nêrîn, nirxandin û nîqaşên beşdaran hatin guhdarkirin û wekî pêşniyar hatin qeydkirin. Her wiha komîteyek ji nûnerên her herêmekê hate avakirin, erka vê komîteyê rêziknameyê di ber çavan re derbas bike. Piştre di civîneke din de dê were pejirandin.”

ANHA

Back to top button