Arşîv

Foza Yûsif: Hedefgirtina sivîlan daxuyaniyên Erdogan derew derxistin

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir ku QSD‘ê û îradeya gelê Efrînê wê dagirkeriya Tirkiyê têk bibe û wê cîhan ji bo Efrînê rabe serhildanan. Foza Yûsf got ku komkujiyên Tirkiyê yên derheqê sivîlan daxuyaniyên Erdogan derew derxist.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif derbarê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêma Efrînê ji ajansa me re axivî.

Foza Yûsif di destpêka axaftina xwe de berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê silav kir û anî ziman ku tevahî gelê Sûriyeyê, Kurdistaniyên li hinder û derve piştgiriya Efrînê dikin.

Foza Yûsif balkişand ku dewleta Tirk bi riya çapemeniya xwe hewl dide moralê gel têk bibe û wiha anî ziman “Çapemeniya Tirkan bi mebesta ku vîna gel bişkîne û moralê wê bin bixe, nûçeyên derew belav dike, tê de îdîa dike ku ew derbasî gundên Efrînê bûne û şervanên QSD‘ê girtine, lê em tekez dikin ku dagirkeriya Tirkiyê gaveke derbasî Efrînê nebûye. Tevî ku çekên giran û balafirên şer bi kar tîne jî nikare li hemberî vîna gelê berxwedêr û şervanên QSD‘ê gavekê derbas bike.”

Foza di nava axaftina xwe de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi navê ” Şaxê Zeytûn”dijminahiya xwe îlan kiriye û li pêşberî raya giştî bide xuyakirin ku ew gund û bajaran xirab nake û sivîlan nakuje û wiha domand”Berevajî vê yekê balafirên wê sînoran nas nake, darên zeytûnan ên ku bi ked û xwîna zarên Efrînê hatiye avdan nabîne, komkujiyan derheqê sivîlan ji zarok, jin û îxtiyar pêk tîne. Her wiha koçberên ên ku ji ber şer reviyan hedef dike. Jiyana sivîlan ji bo Tirkiyê ne xem e.”

Foza Yûsif bi bîr xist ku dewleta Tirkiyê îdîa dike ku piştî dagirkirina Efrînê ew ê herêmeke bi ewle ji bo koçberan ava bike û hewl dide bi vê îdîayan rawabûneke bide êrîşên xwe yên li hemberî Efrînê û ev tişt anî ziman “Piştî êrîşên wê yên li ser koçberan û zarokan û jinan ji cîhanê re diyar bû ku dagirkirina Efrînê ne rawa ye.”

Li ser îdîayên ku çapemeniya Tirkan dibêje ew êrîşî nûqteyên YPG û QSD‘ê dikin Foza Yûsif got”Ev gotegot ne rast in, ew sivîlan hedef digirin. Her kes kiryarên wê yên derexlaqî dibîne. Dixwaze xaka Sûriyeyê dagir bike û parçe bike wekî çawa li Cerablus, Eskenderon, Ezaz û Babê kir.”

Foza siyaset û peymanên Erdogan ên bi welatên cîhanî û herêmî re bi ” Lîstoka qumarê” bi nav kir û tekez kir ku ew ê di vê lîstokê de binkeve û wiha bi lêv kir “Efrîn ne Qibrise, an Lîwa Eskenderon e û ne jî Cerablus û Ezaz e, ji ber ku gelê Efrînê bi xaka xwe ve girêdayî ye û xeta berxwedanê pejirandiye û wê rê nede hêzên biyanî ku derbasaî herêmê bibe.”

Foza Yûsif bang li Tirkiyê kir ku bi kurdan re nekeve rîhanê ji ber ku wekî çawa li Serêkaniyê, Kobanê û Minbicê bi herêmên bin şikest wê li Efrîn jî bişkê.”

Foza Yûsif her wiha got ku tevahî cîhan dê ji bo Efrîn rabe serhildanan û tekez kir ku gelê Kurdistanê ji bo Efrînê seferber in û got ku îradeya gel wê li hember dijminahiya Tirkiyê bi serkeve.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de got ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê dê bikeve karîseke mezin û dê fatoreya wê bide.

 

 

Back to top button