Arşîv

Coşa jinan bi rengên kiras û fistan tê cem hev

– Dirûkarên jin ên ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin hewl didin sîparîşên xwe bigihînin û wiha gotin: “Em ê wê rojê coşa jinan bi rengên kiras û fistanan bînin cem hev. Em ê jî bi coş û rengên xwe dakevin qadan.”
Jinên dirûkar ên Botanê amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê berdewam dikin û hewl didin kiras û fistanên ji bo wê rojê temam bikin. Emîne Aktaş a cilên neteweyî didirû got: “Ev demek dirêj e ez dirûnkariyê dikim. Em her sal 8’ê Adarê bi coş pîroz dikin. Me duh çawa hêviya xwe parast em ê îro jî biparêzin. Em ê li dijî zextan bi coş û kelecanek mezin vê rojê pîroz bikin.”
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî hemû astengiyan wê bi enerjiya xwe dakevin qadan û ev tişt bi lêv kir: “Roj roja me ye. Roja jina ye. Bila pîroz be. Em jinên dirûkar jî bi rengên jinan xwe amade dikin. Em ê coşa jinan bi rengên kirasên wan bînin cem hev.”
‘Em ê li qada bin’
Aysel Taş a 39 salî jî destnîşan kir ku bi salane vê pîşeyê dike û got hewl dide sîparîşên xwe bigihîne. Ayselê her wiha anî ziman ku ev 20 sal in dirûkariyê dike û got: “Jin bi taybet di 8’ê Adar û Newrozan de cilan didirûn. Em jî hewl didin cilên wan temam bikin. Bila 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be. Em ê jî wê rojê li qada bin. Em bang li hemû jinan dikin ku wê rojê li qada bin û li dijî qirkirina jinan bersiva xurt bidin.”
Back to top button