Arşîv

Jinên cîhanê cejna xwe li Efrînê pîroz kir

Meşa jinê ya 8ꞌê Adarê rengekî mozayîk da cejna jinê. Di meşê de jinên Kurdistan, bajarên Rojhilata Navîn û Ewropayê, tevlî jinên Efrînê bûn. Vê yekê bedewbûnek da Roja Jinê ya Cîhanê û îsrara li ser azadiya jina cîhanê xurtir kir.EFR-MESA-JIN-4

Bi armanca pîrozkirina Roja Jinê ya Cîhanê, dengên bi hezaran jinên Kantona Efrînê û şendeya ji Bakurê Sûriyê, her çar parçên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê, li qadên Efrînê bilind bûn. Jinan piştgirî da Berxwedana Serdemê û nameyek ji Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê re şand ku jin dikare her dem û li her derê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide.

Jinan di bin dirûşmeya “Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye”, meşek li dar xist. Di meşê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsiv, Hevseroka TEV-DEMꞌê Asya Ebdullah, Hevseroka PYDꞌê Ayşa Hiso û Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Federal a Kantona Efrînê Rohilat Arif, her wiha hejmareke mêran, amade bûn.

Di meşê de, beşdaran alên Kongreya Star, MSD/ PYD /YPG/YPJʹê, Yekîtiya Jinên Êzidî, wêneyên Şehîd Avêsta Xabûr, jinên berxwedêr ên Bakurê Sûriyê, jinên Berxwedana Efrînê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bilind kirin.

Jinan pankartên “Bi têkoşîn û berxwedana jinê, Efrîn dê bi ser bikeve”, “Efrîn xak û nasnameya  jiyana me ye”, “Şoreşa jinê şoreşa gelan e”, “Jin jiyana azadî”, “Serkeftina Efrînê binkeftina Komploya Navneteweyî ye”, “Şoreşa jinê Şoreşa Buhara Gelan e”, “Parastina Efrînê parastina şoreşê ye” û “Ji bo Efrînê em ê asta têkoşînê bilind bikin” hildan.

Hêzên Asayîşa Jinê û HPC-Jin erka parastin û birêxistinkirina meşê girtin ser milên xwe. Her wiha Endamên Tevgera Kevana Zêrîn a Çandê li daholê da.EFR-MESA-JIN-3

Meş ji çerxeriya Newrozê ya navenda Efrînê dest pê kir. Jinan bi moralekî bilind dirûşmeyên “Jin jiyana azadî”, “Bijî Berxwedana Serdemê”, “Efrînê em bi te re ne heya mirinê” û “Bijî berxwedana YPG/YPJꞌê”, berz kirin û li kolanên sereke yên Bajarê Efrînê geriyan. Piştre li pêşiya Nexweşxaneya Dêrsim rawestiyan.

Beşdaran deqeyekê rêz girt. Piştre, bi navê Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsiv, Kongreya Star a Kantona Efrînê Muşîra Mele Reşîd, Kongreya Star a Bakurê Sûriyê Evîn Siwîd, Meclîsa Tevgera Jinên Şengalê Guneh Xidir, jinên pêkhatiya Ereb Elya Mûsa, Endama Meclîsa Partiya Jinên Kurdistanî Şervîn Mezlûm, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîs Bodak, Endama Komîteya Jinên Partiya Komonîst a Libnanê Cena El-Xal, jinên Reqa, Tebqa û Dêrazorê Zelîxa Ebdî, jinên Felestînê nûnera Gerînendetiya Têkiliyên Giştî ya Komeleya Jina Felestînî û Tevgera Azadiya Felestînê Suad Ebdulrehman, axaftin hatin kirin.

Axêveran Roja Jinê ya Cîhanê bi taybet li jinên Berxwedana Serdemê ya Efrînê û giştî jinên cîhanê pîroz kir.EFR-MESA-JIN-1

Jinê li dijî dagirkeriyê destaneyên lehengiyê neqişandin

Axêveran destnîşan kir ku Berxwedana Serdemê ya li hemberî Dewleta Tirk a dagirker derbasî roja xwe ya 48ꞌan dibe û gotin ku di van rojan de jinê destaneyên lehengiyê di rûpelên dîrokê de neqişandin. Bi beşdariya jinê dê Berxwedana Serdemê bi ser bikeve. Efrîn dê bibe çavkaniya aştî, azadî û demokrasiyê. Jina Efrînê bi van serkefrinên mezin, banga azadiya jinê û beşdariya wê di nava hemû qadên jiyanê de (taybet di warê leşkerî de), kir.

Her wiha axêveran derbarê piştgiriya jinên Efrînê wiha gotin ku gelê Efrînê xwedan berxwedan û moralên bilind in. Serdana şandeya jinê jî ji bo piştgiriya vî gelî ye, lê belê bi saya berxwedana jinên Efrînê şande fêrî wateya berxwedanê û hezkirina xaka welat bû.

Jinan di dawiya axaftinên xwe de tekez kirin ku Efrîn dergeha binaxkirina planên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Piştî axaftinan, Nûnera Têkiliyên Giştî yên Komeleya Jina Filistînî û Tevgera Azadiya Filistînî Suad Ebdulrehman wêneyeke dara zeytûnê weke nîşaneya aştiyê, diyarî şervana YPJꞌê Ronahî Xwînda kir.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana jinê” , “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

Back to top button