Arşîv

Jinên Tebqayê berxwedana jinên Efrînê silav kir

Weke cara yekemîn, jinên Bajarê Tebqayê yê dikeve rojavayê Bajarê Reqayê, ji bo pîrozkirina Roja Jinê ya Cîhanê meşek li dar xist, her wiha piştgiriya jinên Efrînê û Berxwedana Serdemê kirin.

Bi sedan jin û bi dehan mêr li pêşiya Navenda Jinê ya Taxa duyemîn a Bajarê Tebqayê rawestiyan. Meşvanan pankartên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Êdî bes e êrîşa hovane ya li ser Efrînê” bilind kirin. Her wiha meşvanan wêneyên komkujiyên derheqê zarokên Efrînê de û wêneyên lehengên Berxwedana Serdemê ʺAvesta Xabûr û Barîn Kobanê jî rakirin. Li ser wêneyên “Çi gunehê vê firîşteyê ye” û ” Na ji kuştina zarokan re”, hatibû nivîsandin.

Tê zanîn ku Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 20ꞌê Çileyê ve êrîşeke hovane girtine ser Kantona Efrînê. Di encamê de 600 sivîl birîndar bûn û 227 sivîl (piraniya wan jin, zarok û temen mezin), şehîd bûn. ArtêşaTirk a dagirker bi pîrozkirina civaka navneteweyî, di êrîşa xwe de çekên NATOꞌyê bi kar tîne.

Jin nêzî kîlometreyekê meşiyan. Piştre li gulistana Navenda Çandê kombûn.

Gulistan bi pankartên “Di salvegera 108ꞌemîn a 8ꞌê Adarê de, jin Berxwedana Serdemê ya Efrînê birêve dibe”, “Sedsala 21ꞌan dê bibe sedsala azadiya jinê”, “Parastina Efrînê misogeriya parastina şoreşa jinê ye”, “Bimire faşîzma Tirk” û “Jin jiyana azadî”, hate xemilandin.

Dema ku meşvan rawestiyan, deqeyekê rêz girtin. Piştre axaftin hatin kirin. Destpêkê bi navê Meclîsa Jina Tebqa û gudewarên wê rêveber Suad El-Reşîd derbarê cejna jinê de axivî û wiha got, “Bi boneya cejna jinê, em hemû jin, mêr û dayîkên şehîdan silav dikin. Îro jin di Efrînê de wateyê dide rastiya berxwedanê.”

Her wiha bi navê Komîteya Karûbar û Malbatên Şehîdan Ibtîsam Ibrahîm derbarê dîroka cejna jinê de axivî û got, “Di roja 8ꞌê Adarê de, em destên xwe dixin destên jina azad. Di vê rojê de, roja azadî û serhildana jina ku li hemberî zilm û zordariyê serî hilda, hilat. Em jî îro salvegera vê şoreşê silav dikin.”

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekemîn e ku jinên Tebqayê Roja Jinê ya Cîhanê pîroz dikin, ji ber ku berî niha Rêjîma Baas Roja Jinê ya Cîhanê veguherandibû “Şoreşa 8ꞌê Adarê” û ev roj ji wateya wê dûr xistibû.

Rêvebera Komîteya Jinê ya Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê Cuheyna Miso û rêvebera Yekîtiya Jina Ciwan Henan Salih, Roja Jinê ya Cîhanê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Ajansa Hawarê hevdîtin bi beşdaran re kir. Di hevdîtinan de Rêvebera Komîteya Jinê Welaa El-Najî Roja Jinê li hemû jinên cîhanê pîroz kir.

Nisrîn Emo jî jina Efrînê silav kir û got, “Em Roja Jinê ya Cîhanê li jina berxwedêr a Efrînê ya ku li hemberî faşîzma Tik şer dike, silav dikin û ji vê derê hemû jinên cîhanê silav dikin.”

Di dawiyê de, endamên Komîteya Çand û Hunerê şanoyek derbarê nêzîkatiyên zihniyeta baviksalarî (weke ku jinê weke heybereke kirîn û firotinê tê destgirtin) yên li hemberî jinê pêşkêş kir.

 

Back to top button