ArşîvNûçe

 Asiya Ebdullah ,Salih Muslim  li şûna Ey şê hiso û  Enwer  muslim  bûn hevserokên nû yên Meclisa Giştî ya PYD’ê,

di dîroka 19’ê hezîrana 2022an li Hesekê 9’emîn Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna 700 delegeyan hatibû destpêkirin.

Îro derbasî roja xweyi duyemîn a kongreyê bû û kongreyê bi encamnameyekê bi dawî bû di dawî de hilbijartin jibo hevserokatiyê hatin pêkanîn û di hilbijartinan de   Asiya Ebdullah ,Salih Muslim  li şûna Ey şê hiso û  Enwer  muslim  bûn hevserokên nû yên Meclisa Giştî ya PYD’ê,

Kongrê bi hilbijartina endamên meclisa giştî ya 145 endaman domand, piştre endamên Komîteya Disîplînê ya partiyê wê bên hilbijartin.

Kongrê  bi encamnameyekê bi dawî bû.

Asya Ebdullah di 1971’ê de li gundê Tebke yê navçeya Dêrikê ya Qamişloyê ji dayik bûye. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Ji salên 1990’î de tev li xebata siyasî dibe û ji bo azadiya jin û civakê kedeke mezin dimeşîne.

Di kongreya 5’emîn a partiyê ku 2012’yan pêk hate de, Asya Ebdullah ji bo hevserokatiya PYD’ê tê hilbijartin. Di wê kongreyê de yekemîn car di PYD’ê de sîstema hevserokatiyê tê rûniştandin. Di kongreya 6’an a 2015’an de careke din dibe hevseroka partiyê.

Asya Ebdullah, yek ji endamên şandeya ku sala 2015’an li qesra Elysee bi serokomarkê Fransa yê wê demê Francois Holland re hevdîtin pêk aniye ye.

Di 2017’an weke Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê tê hilbijartin. Dûre dibe endameke rêveber di Kongra Star de ku yek ji saziyên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Niha jî endama Desteya Rêveber a meclisê ye.

Li ser asta Kurdistanê jî, Asya Ebdullah dibe endameke Desteya Bilind a Kurdî ku piştî peymana Hewlêr a 12’yê Tîrmeha 2012’yan hate avakirin, niha jî endama KNK’ê ye. Her wiha endama şandeya PYNK’ê ya danûstandinan bi ENKS’ê re ye.

Dema çeteyên DAIŞ’ê bi desteka dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Îlona 2014’an êriş li ser Kobanê dan destpêkirin , Asya Ebdullah ji têkoşerên beşdarî parastina kela berxwedanê ya li Kobanê bû. Ruxmî dorpêç û êrişa dijwar ên li ser taxa ku yekane li derveyî serweriya çeteyan bû, ji Kobanê derneket.

Salih Muslim ji gundê Şêran ê Kobanê ye, 1951’ê de ji dayik bûye, ji malbateke welatparêz e, Muslim endazyarekî kîmyewî ye, di 1977’an de ji zanîngeha Stenbolê ya teknîkî derçû û wek endazyarekî kîmyewî di salên 1980’î de li Erebistana Siûdî kar kir.

Ji salên 1970’î ve tev li tevgera siyasî dibe. Ji damezrînerên PYD’ê ye û gelek erk di nava patiyê de girtin. Di di 2010’an de dibe serokê wê an ku beriya sîstema hevserokatiyê di partiyê de were avakirin.

Di 2012’yan de ji bo hevserokatiya PYD’ê tê hilbijartin û di 2015’an de jî careke din dibe hevserokê partiyê.

Piştî aloziya Sûriyê, Salih Muslim dibe cîgirê Desteya Hevrêziya Niştîmanî (Heyet El-Tensîq) beriya ku partî jê vekişe. Her wiha erkê endamtiya Nivîsgeha Siyasî ya Kombûna Niştimanî ya Demokratîk tîne.

Di 2013’yan, 2014’an û 2015’an de erka diyalog û danûstandinê li ser navê Rêveberiya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê re werdigire.

Li ser asta Kurdistanî jî, Salih Muslim erka endametiya Desteya Kurd a Bilind digre, her wiha yek ji endamên şandeya TEV-DEM’ê di peymana Dihokê ya bi ENKS’ê û peymana Hewlêrê bû. Endamê KNK’ê ye û ji endamên pêkanîna diyalogê kurdî-kurdî bi navê PYD’ê bi ENKS’ê re bû.

Şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê gelek caran Salih Muslim girt. Yekemîn car di 2004’an de bû ku 4 mehan di girtîgehê de ma û îşkence lê hat kirin. Di 2006’an de li Helebê dîsa hat girtin û meh û nîvekê ragirtî ma.

Di 2018’an de ji hêla rejîma dewleta Tirk û dewleta Çekê ve komployeke li dijî Salih Muslim li paytexta Çekê Pragê hate kirin û hewl dan wê bigirin. Piştî hefteyekê hate ragirtin, hate berdan. Ew yek jî hemwextî êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê bû.

Back to top button