
Şoreşa Rojava, ku di 19’ê Tîrmeha 2011’an de dest pê kir, bû xalek girîng di dîroka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Ev şoreş ne tenê guherînek siyasî bû, lê di heman demê de bû şoreşeke civakî ku li ser bingehê demokrasiya, azadî, hevjiyana gelan û azadiya jinan ava bû. Bi pêşengtiya jinan û bi beşdariya hemû pêkhateyên civakê, modela Rêveberiya Xweser hate avakirin û di nav şert û mercên şer û alozîyê de bû mînakek ji rêveberiya demokratîk û jiyana hevpar.
Di çarçoveya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, Ismet Şêx Hesen diyar kir ku bingehê vê şoreşê berî sala 2012 jî hatibû avakirin. Li gorî wî, Serhildana Qamişlo yek ji wan qonaxên girîng bû ku rê li ber Şoreşa Rojava vekir.
Hesekê –Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê bû guhertinek siyasî ,lê bû encama salên têkoşîn, berxwedan û fedekariya gelê kurd û gelê herêmê li dijî siyaseta înkar, zilim û zordaiyê .Ev Şoreş li ser bingeha felsefeya netewa demokratîk , xwebirêvebirin û azadiya jinan ava bû û di demek kurt de bû modela hevjiyana azad .
Kobanê bû qelaya Şoreşa Rojava . Berxwedana dîrokî ya li Kobanê hat kirin li dijî DAIŞ’ê deskeftiyên şoreşê parast , plana tunekirina wê têk bir û navê kobanê kir sembola berxwedanê û serkeftinê li asata cîhanê . Têkldarî vê mijarê Îsmat Şêx Hesen nirxandin kir .
Ismat got ku gelê Kurd di Rojava de bi salan di bin zilm, zext û siyaseta înkarê ya rejîma Baas de dijiya. Her kesê ku xeta azadiyê dipejirand rastî girtin û zindanê dihat. Wî jî amaje kir ku di sala 1986’an de gelek caran hate girtin û hema hema hemû zindanên Sûriyê ji bilî Seydnaya dîtiye.
Hatina PKK’ê hişyariyek ji bo gelê Kurd bû
Ismet Şêx Hesen got ku hatina PKK’ê bo Rojava hişyariyek nû ji bo gelê Kurd bû. Li gorî wî, Newroz di şertên pir dijwar de, bi dizî û di bin zexta rejîmê de dihate pîrozkirin.
Ismat balkişand li ser bîranîna Sînema Amûdê, Serhildana Qamişlo û şewata hebsa Hesekê û got ku ev hemû bûyer nîşan didin ku gelê Kurd bi salan berxwedan kir berî ku şoreş dest pê bike.
Armanca şoreşê parastina gel û herêmê bû
Li ser destpêka şoreşê Ismat got ku dema ku xwepêşandan bi navê “Buhara Ereban” dest pê kirin, hemû gel xwe têde nedîtin û wiha anî ziman:” gelê Kurd jpara xwe di şoreşê de girt da ku xwe û herêmê ji êrîş û komkujiyan biparêze.Gelê kurd ew xwepêşandanê veguherand şoreşa gelan .
Îstmet got ku ew û hevala Şîlan a ji Til Temirê di riya qada têkliyan di nava hewildanên parastina herêmê de bûn û wiha dewam kir :”xebatê me her dem ji bo em karibin herêmê xwe biparêzin .Di vê qonaxê de YPG û YPJ hatin avakirin da ku gelê Kurd ji zext û zordariya rejîmê biparêzin.
Şer ji Serêkaniyê dest pê kir û li Kobanê gihişt qonaxa dîrokî
Ismet Şêx Hesen diyar kir ku şerên yekem li Serêkaniyê dest pê kirin û paşê li Kobanê berdewam bû û wiha got :”armanca bingehîn a şoreşê azadkirina gelan ji zext û zordariyê, parastina nasname û hebûnê bû. Em xwedî fikirekî bûn heya di şeran de mirovatî ji bo me esas bû .
Jin pêşengên serkeftina şoreşê bûn
Di derbarê rola jinan de, Ismet Şêx Hesen got ku jinan di hemû qadên şoreşê de pêşengtiya rastîn kirin û gelek ji wan gihiştin asta şehadetê û wiha dewam kir :” Şoreşa Rojava bi rastî “buhara gelan” bû, ji ber ku hemû pêkhateyan di çarçoveya projeya Biratiya Gelan ya Rêber Abdullah Ocalan de cihê xwe girtin. Yê ku Şoreş biserxist xeta azadiya jin bû .”
Berxwedana Kobanê komploya tunekirina Şoreşê têk bir
Li ser êrîşên Kobanê, Ismet Şêx Hesen got ku armanca van êrîşan têkbirina îradeya gelê Kurd bû. Wî diyar kir ku Daiş bi piştgirî û alîkariya rejîma Baas, dewleta Tirk û hin hêzên din dihate piştgirîkirin, lê nikarîbû berxwedana Kobanê bişkîne û wiha got :”Bi yekîtiya gelan û fedakariya şehîdên wekî Arîn Mîrkan, Peyman û Viyan, Kobanê bû sembola serkeftinê û rê li pêşveçûna şoreşê vekir.Di şerê Kobanê de û di her qadekî di qadên Şoreşê jinan pêşengtiya wê kirin û muhra xwe li dîrokê xistin . “
Parastina destkeftiyên şoreşê berpirsiyariya hemû kesan e
Ismet Şêx Hesen bal kişand ser şert û mercên îro û got ku jin îro jî dikarin bi heman hişmendî û îradeyê destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin û wiha anî ziman:” Hikûmeta Demkî mîna Rêjîma Baas hebûna jinan qebû nake û ev yek ji bo pêşeroja Sûryê û deskeftiyên şoreşê xeteriyek mezin e . Lê Jin çawa dikarîbû barê vê şoreşê rake dê deskeftiyên wê jî biparêze û hişmendiya heyî ya yek alî , netewî û zayendî biguherîne .”
Ismat axaftina xwe wiha bi dawî kir :”Em salvegera 19’ê Tîrmehê li hemû hevalan, gaziyan û malbatên şehîdan pîroz dikin. Emê tu carî gavên şûnde neavêjin û emê têkoşîna xwe heta serkeftinê bidomînin.”
Tevgera Parastinê û Avabûnên Yekem
Têgîna Parastina Cewherî: Di destpêkê de, mijar li ser têgîna parastinê ava dibû; ka dê gel çawa xwe biparêze û karûbarên xwe bi rê ve bibe. Ev parastin girêdayî şoreşa ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kiribû , ku di nav beşdarên wê de xwendekar û ciwanên Kurd hebûn û rêxistina wan wekî (Yekitiya Xwendekarên Kurd) hate binavkirin.
Piştî damezirandina vê rêxistinê, ew wekî komeke piçûk bûn ku ji bo parastina xwe civînên xwe bi dizî di hundirê malan de li dar dixistin, ku tê de keç û xortan erka parastina mal, tax, gund û bajarên xwe digirtin ser milên xwe.
Di wê demê de berê xwe nedan eniyên şer, lê belê karê wan tenê bi tevgerîna wekî komên piçûk sînordar bû, ku tê de tîmên ji 5 heta 10 kesan pêkhatî dihatin avakirin.
Şert û Mercên Siyasî û Rihê Berxwedanê
Bi rastî jî ew rihekî bi temamî cûda bû; rihekî ku cara yekem nîşan dida ka Kurd çawa dikarin xwe biparêzin. Ev rêbaza hanê pêdivî bû ji ber ku rejîma Baasê bi salan li ser sînga vê gelî rûniştibû, di vê heyamê de mafên gelê Kurd û mafên gelek pêkhateyên din ên ji nav neh neteweyên ku li Sûriyeyê bi ziman, ol û çandên cuda bi hev re dijiyan, desteser kiribû. Gelê Kurd jî parçeyek ji vê giştiyê bû ku heta ji nasnameya kesane (hemwelatîbûnê) jî bêpar mabû.
“Dema ku me ev sazî nû ava kir, ez ji kêfxweşî û shahiya zêde giriyam; ji ber ku piştî hemû zehmetî û êşên ku me jiyane û dîtine, gaveke wisa pir bingehîn û giring bû.”
Zehmetiyên Parastinê û Rola Jinê
Artêşa Azad hebû, û aliyên li Sûriyeyê li ser eniyên cuda dabeş bibûn, nexwe kê di navberê de ma? Gelê Kurd ma; gelê Kurd dê çawa xwe biparasta? Ew xwişk, bra û xizmên hev bûn, û li ser vê bingehê parastin hate birêxistinkirin.
Parastina di hundirê malan de karekî pir dijwar bû, bi taybetî ji bo min wekî keçeke ji Kobanî ku di nav jîngeheke eşîrtî û feodal de dijiyam; gelo dê jin çawa biba artêşek, xwe biparêze, berevaniyê li hebûna xwe bike û çekan hilde? Bi rastî ev hestekî awarte û cuda bû.
Niha, bi hezaran jin tevli vê tevgerê bûne, lê destpêk bi zehmetiyên ji celebekî bi temamî cuda re rû bi rû bû.
Rûbirûbûna Êrîşan û Çespandina “Parastina Cewherî”
Di destpêka avakirinê de, jinan xwe li ser çawaniya xweparastinê û rûbirûbûna her êrîşekê ku dibe ku ji hêla Artêşa Azad ve ere kirin, perwerde kirin. Di wê demê de, gelek komkujî hatin kirin, û di salên 2011 û 2012’an de êrîşên pir giran li ser gelê Kurd hatin birêvebirin, ku tê de jin bi awayekî mezin hatin armancgirtin; gelek hatin kuştin û hinekên din hatin girtin, û heta îro jî hinek kes winda ne.
Ji ber vê yekê, me got ku ji bo rêgirtina li komkujiyan û ji bo ku mirov xwe biparêze, “parastina cewherî” (xweparastin) ferz e, ya ku Rêber “Apo” wekî “parastina gulê” bi nav dike; têgîna parastina cewherî bi vî rengî bû.
Lê belê, cara yekem li Sûriyeyê û li Rojava (Rojavayê Kurdistanê), jin û mêr mil bi mil dijmin têk birin û êrîşa li ser welatê me pûç kirin.
Avakirina xalên kontrolê û hêzên jinan
2011: Yekemîn xala kontrolê (Asayîş) li Efrînê hate avakirin.
19’e Tîrmehê (2012): Kobanî bi rûmet dest pê kir.
2013: Artêşa jinan (YPJ) bi awayekî fermî hate damezirandin.Ji nav hevalên ku di destpêkê de şehîd bûn, şehîdên wekî “Cînda”, “Sariya” û “Solîn” hebûn. Ev her sê hevalên jin ji destpêkê ve bi me re bûn, kedeke pir mezin dan û gelek tişt pêşkêşî Rojava kirin da ku nîşanî jinê bidin ka çawa xwe diparêze, berevaniyê li hebûna xwe bike û hebûna xwe îspat bike.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinan e û parastina destkeftiyên wê erkeke dîrokî ye
Kordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Nahid Silêman salvegera 15 e mîn a Şoreşa Rojava li tevahî gelê Rojava û tevahî jinan pîroz kir û got:” deskeftiyê Şoreşa 19’ê Tîrmehê deskeftiyê tevahî jinan e. bi hevgirtina jinan deskeftiyên şoreşê werin parastin “
Têkldarî vê mijarê Kordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Nahid Silêman bal kişand ser rola pêşeng a jinan di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û got ku ev şoreş ne tenê deriyê azadkirina jinan vekir, her wiha derfet da ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ziman, nasname û çanda xwe re ji nû ve xwe rêxistin bikin. Wê diyar kir ku jin di hemû qonaxên şoreşê de, ji perwerdehiyê heta parastinê û rêxistinbûnê, pêşeng bûn û îro jî berpirsiyariya parastina destkeftiyên şoreşê li ser milê wan e.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya jinan qeydan şikand
Nahid Silêman got ku Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan dest pê kir û di demeke kurt de gelek gavên dîrokî avêt. Wê diyar kir ku jinan kevneşopiyên civakî yên ku bi salan wan di nav sînorên teng de girtibûn şikandin û di heman demê de li hemberî zext û siyaseta rêjîma Baas sekinîn.
Êşa bû volkan û di 19 ‘ê tîrmehê de teqiya
Nahid diyar kir ku gelê Kurd bi taybetî di nav salan de rastî siyaseta qirkirin û înkarê bû; zimanê dayikê hate qedexekirin, nasnameya neteweyî hate înkarkirin û mafên jinan hatin tune kirin. Wê got ku gihîştibûn qonaxekê ku nekaribûn bi zimanê xwe bixwînin an jî navên kurdî li zarokên xwe bikin. Ev êş di nav gel de bû sedema çêbûna hişmendiyek mezin ku di 19’ê Tîrmehê de bû bingehê destpêkirina şoreşê.
Şoreşa zimanê dayikê yek ji destkeftiyên herî girîng bû
Nahid da zanîn ku bi destpêka şoreşê cihê xwe di qada perwerdehiyê de girt, ji ber ku ji bo wê xwedîderketina li zimanê dayikê yek ji bingehên sereke yên şoreşê bû.Wê got di destpêkê de mamosteyên jin bi şert û mercên dijwar, bi awayekî veşartî û di malan de zimanê kurdî fêrî zarokan û mezinan dikirin. Tevî hemû zehmetiyan, daxwaza gelê Kurd ya fêrbûna zimanê dayikê her roj zêdetir dibû û ev yek bû sedema ku piştre dibistan, peymangeh û zanîngeh bi zimanê dayikê hatin vekirin û wiha axaftina xwe dewam kir :”ev gav ne tenê pêşveçûnek di qada perwerdehiyê de bû, lê şoreşeke rastîn ji bo parastina zimanê dayikê ji tunebûnê bû û îradeya jinan rê neda ku rêjîma Baas li pêşiya vê pêvajoyê bisekine.
Pirojeya Netewa Demokratîk mafên hemû pêkhateyan parast
Nahid Silêman got Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşeke guhertina hişmendiyê bû û pirojeya Netewa Demokratîk bingehê wê pêk anî û wiha anî ziman:”armanc ne tenê parastina mafên Kurdan bû, lê her wiha mafê Ereb, Suryan, Ermen û hemû pêkhateyên din jî di nav vê pirojeyê de hat parastin û hemû pêkhate li dora vê pirojeyê civiyan. ev piroje li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava bûye; Rêbertî bawer dike ku serkeftina şoreşê bi pêşengtiya jinan pêk tê û emê xwedî wê baweriyê bin “
Jin di hemû qadên şoreşê de pêşeng bûn
Nahid got dema ku navê Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê gotin, di heman demê de divê navê şoreşa jinan jî were bîranîn, ji ber ku jin di hemû qadên şoreşê de pêşeng bûn û bi îrade û biryarî beşdarî hemû qonaxên wê bûn û wiha anî ziman:”Kes nikare ked û pêşengtiya jinan a vê Şoreşê înkar bike , îro carek din hikûmeta demkî dixwaze sînaryoya rêjîma baas vegerîne û bi hişmendiyek hişk dixwaze Sûriyê birêve bibe . Ev hişmendî dê Sûriyê ber bi demokrasiyê ve nebe . Dem jin di nava hemû beşan de cih negre dê avakirin tune be . Lewma em dibêjin pêwiste hikûmeta demkî ji bo Sûriyek nû despêkê hişmendiya xwe biguherîne û jinan qebûl bike . “
Nahid diyar kir ku damezrandina YPJ’ê yek ji destkeftiyên herî mezin ên jinan bû û wiha axivî:”YPJ ne tenê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir, lê her wiha roleke dîrokî di parastina civak û mirovahiyê de lîst û nîşan da ku jin dikare di her qada jiyanê de berpirsiyarî û misyonê bigire.”
Têkoşîn li hemberî êrîşan berdewam bû
Nahid Silêman diyar kir ku destkeftiyên şoreşê rastî gelek êrîşan hatin. Li gorî wê, çeteyên DAIŞ’ê, rêjîma Baas û dewleta Tirk a dagirker bi awayên cuda hewl dan ku vê şoreşê têk bibin û wiha domand :”tevî ku ev êrîş li ber çavên cîhanê pêk hatin, piraniya dewletan bêdeng man. Lê gelê Rojava bi ruhê berxwedanê têkoşîna xwe domand û hemû qadên jiyanê veguherandin qadên şoreşê.
‘Kobanê dîroka berxwedaniya Şoreşa 19 tîrmehê ye ‘
Nahid balkişand li ser siysetên înkarkirinê ku dixwazin bi riya guhertina navan dîroka berxwedaniyê veşêrin û got:” 19’ê Tîrmehê ji kobanê dest pê kir û bi vî awayî belav bû . Kobanê çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedaniya keç û xortên Kurdan şikand û mirovahiyê parastin . Bi vê yekê Kobanê nav û deng e . Îro hikûmeta Demkî navê Kobanê qebûl anke û dixwaze bide guhertin . Ev yek ji siyasteên qirkirin û fitineyê ye ku di riya wê de dixwaze dîroka berxwedaniya vê Şoreşê veşêre .”
Nahid di dawiya axaftina xwede got ku jin gihîştine wê baweriyê ku ev şoreş şoreşa wan e û ji ber vê yekê herî zêde bedel dan, xwe rêxistin kirin û şev û roj ji bo parastina destkeftiyan li ser piyan man û got:” Şoreş bi pêşengtiya jinan destpêkir û bi hevgirtin û yekîtiya jinan dengveda û dê bi tekoşîna jinan a hevgirtî misoger bibe . Dem hatiye ku em xwedî li deskeftiyên xwe derkevin .”
Têkoşîn û Destkeftiyên Dîplomasiya Jinê di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de
Endama komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed. Bi boneyê hatina şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa jin, ez li hemû jinên Kurd û pêkhateyên bi giştî Sûrî, pîroz dikim.
Dîroka Xebatên Dîplomasî û Bingehê Civakî
Niha heger em vegerin li ser xebatên dîplomasî di qonaxên, anku em bêjin şoreşa Rojava da, şoreşa Sûrî bi giştî da, beriya wê çi xebat dihatin meşandin, hinekî dîroka wê, vê xebatê wek destkeftiyeke şoreşê em berbiçav bikin. Taybetî dîplomasî xebatekî weha ye ku xwe dispêre ser karekî birêxistinî, anku wek deng û resm û wêneya şoreşê ya ku xwe radigihîne ku karibe rastî tevsandineke li ser wê qadê bide meşandin. Rastiye xebata dîplomasî xebatekî gelekî giring di şoreşê da cih digire. Taybetî di asta herêmî da, vegerandina asta cîhanî da.
Niha belkî destpêka naskirina wê dîplomasiyê, li me di kongreyên weha da wek Hevpeymaniya Siyaseta Demokratîk nav li komîteya xwe, wek hinek neteweyên demokratîk ku xebatên Kongra Star xwe dispêrê li ser. Me navê vegerandina li ser rastiya dîplomasiyê wek xebatekî fermî di nava dewletan da ne dît, lê belê me ev xebat herî zêde dema ku dihat meşandin wek xebata tîfaq û hevpeymaniyê me dît, bi taybet bi rêxistinên jinan re bi gel û têkoşînvanên cîhanî re. Li ser wî esasî wek nav, wek hevpeymaniyê hate veguhertin.
“Dîplomasiya gel û jina xwe disipêre ser maf û doz û azadî û demokrasiyê, ne mîna dîplomasiya dewletan a ku tenê li ser berjewendiyan ava dibe.
Ji Têkoşîna Veşartî ber bi Şoreşa Jinê ve
Xebatên dîplomasî belkî Kongra Star, yanî her kes dizane ku damezirandina wê di 2005’an de hate damezirandin. Xebatekî weşartî têkoşînekî civakî dameşandin. Bi rêxistina gelekî, bi rêxistina jinan ku rastiye bu zemîna ava kirina şoreşa Rojava. Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de yekemîn, yanî saziyên hatin ava kirin qadên qadên şoreşê wek Yekitiya Star, saziyekî di nav civakê de hatibû naskirin û beşdarbûna jin de hemû aliyen de hate çêkirin.
Aliyê wê rêxistinî rastî ew bû, lê aliyê dîplomasî em bêjin di wê demê beriya şoreşê de hebû, rastî ew ne bû, yanî ji ber xebatekî dîplomasî xebatekî diyar kirin, te di xuyanî kirin, te dengê xwe nerînê xwe diderve nîşandan. Ew derfetên di wê demê beriya şoreşê de ne bû, ji ber xebatên dihatin kirin hem veşartî bû, hem gelek kesayetên ku di vê xebatê de kar dikirin rastî tundiyê û girtine dihatin kirin. Ew derfeta ku em rengê xwe nerîna xwe şoreşê bidin naskirin na, xebatekî di qada ku em car caran dibêjin dîplomasiya civakî. Dîplomasiya civakî ya ku rastî li gel ra bi xwe zemînekî guhertin û veguherîne didê çêkirin.
Bandora Berxwedana Kobanê û Sembolbûna Jinê
Lê li Rojava rastî ew zemîn nebû, yanî beriya şoreşê de. Di destpêka şoreşê de, bi têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê li Kobanê destpêkirî, û têkoşînek bêhempa hate meşandin. Di berdela wê de jî, şehîd Arîn Mîrkan wek semboleke cîhanî hate nîşandan. Ku heta roja îro jî Kobanê, roja wê ya rizgariyê ji aliyê gelek welatên cîhanî ve wek rojeke cîhanî hatiye diyarkirin. Û bi pêşengiya jinan, di qadên leşkerî, siyasî û dîplomasiyê de, deriyên dîplomasiya cîhanî li ber me vekirin.
Ji ber ku bi rastî artêşên herî mezin nekarîn li ber xwe bidin. Yanî ew tirs û xofa ku DAIŞ’ê di dilê gelan de ava kiribû, ku beriya bigihîje cihekî artêşên mezin jî cihê xwe berdidan û direviyan, li hember wê jinên Kurd karîn li ber xwe bidin û bi her awayî karîn bibin sembol. Û ev ne tenê em dikarin bêjin şerekî leşkerî bû; bi rastî şerekî şikandina nêrînên paşverû yên li ser jinê bû. Ku digotin jin tenê dikare di qada civakî de, di nav malbatê de xebatê bike. Na, jinê nîşan da ku dikare di qada siyasî, dîplomasî û leşkerî de, di hemû qadan de têbikoşe. Yanî em dikarin bêjin hem şoreşeke hişmendî bû, hem şoreşeke siyasî, dîplomasî û leşkerî bû.
Modela Rêveberiya Xweser û Gerdûnîbûna Doza Jinê
Ji bo vê yekê jî, wan deriyên dîplomasiyê rê da ku em sîstema xwe ya Rêveberiya Xweser ava bikin. Xebata jinan wek modela şoreşa jinan hat naskirin, û êdî bi navê “Şoreşa Jinê” hat binavkirin. Dema ku bi şoreşa jinê hat naskirin û bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, êdî kesên ku bi rastî xwestin vê şoreşê nas bikin, dîtin ku têkoşîna li hemberî hêzeke tarî ne tenê bi rêya leşkerî û bi hêza çekan e, lê belê bi hêzeke îdeolojîk, hêzeke fikrî û rêxistinbûneke civakî ye. Çavkaniya wê ya herî mezin her wiha artêşbûna jinê ye.
Niha bi jinên Kurd dest pê kir, lê her dem jî bangewazî û her dem wek prensîb û esasê ku em li ser dixebitin, ne tenê ji bo jinên Kurd e. Pergaleke jinê, dozeke gerdûnî ye. Jin li ku derê hebe, edalet û azadî ji bo wê divê hebe. Li ser wî esasî em tev li jinên Ereb, jinên Suryan û jinên Ermen, her wiha hemû pêkhateyên din dibin. Rastî wek modelekê ku êdî bi hev re bi hêz dibin, û ew model di nava herêma Bakur û Rojhilat di qada Sûriyeyê de em serbixin, ji bo wê jî em dibêjin di hemû qadan de divê beşdarbûna hemû jinan çêbibe. Lê ev model, aliyê wê yê rêveberiyê wek modela hevserokatiyê, wek modela kotaya jinê ya 50%, wek modela jin beşdarbûna hemû qadên jiyanê, îro wek mînak di gelek qadên cîhanê de jî tê dîtin.
Têkiliyên Navneteweyî û Astengiyên Dîplomasiyê
Niha, di asta cîhanî de, belkî ne tenê Ewropayê, belkî hatinên destpêkê ji asta Ewropayê hinek azadiya we ya axaftinê, nêrîn çêtir hene. Lê ev berfirehtir bû, îro ji Îspanyayê tên cem me, ji Amerîkaya Latîn tên, ji Awustralyayê tên. Xebatên wilo bi rastî berfireh bûne. Yani, beriya çend mehan xebatek li ser asta Amerîkaya Latîn, piştgiriyek çêbû û sermijara konfederaliya demokratîk, em wek jinên kurd, kongre ser amade bûn. Wekî din Îspanya, salê de çend caran tên, û Ewropa bi giştî.
Niha hinekî di asta Rojhilata Navîn de zehmetiyên me çêbûn. Di asta Rojhilata Navîn de, bi rêya online hatin-çûn çêdibin. Yani bi rêya online bi gelek aliyên cîhanî re bi rastî karîbûn jinên din şoreşa me bibînin, li ser erdê bibînin, bandor bibin, binivîsin, û komîteyên xwe yên piştgiriyê ava bikin li welatên xwe. Lê li Rojhilata Navîn, xebatên me her bi rêya medya dîjîtal têne kirin. Ji ber ku mijarên burokrasiyê hîn asteng in. Lê çend xebat wek mînak me li Silêmaniyê çêkirin, li Tûnisê çêkirin, li Mexribê çêkirin, li Libnanê, li Iraqê, yani ew xebatên me di wê astê de hatine çêkirin. Ya din, di warê înformasyonê de, di warê hiqûqî de, em karin belgeyan amade bikin. Rojavayê Sûriyê gelek hene, em nêrîna xwe ya li ser rojava didin, em her tiştî tînin qeydkirin, em rexne dikin, em belge çêdikin ji bo nasînê, xebatên wilo tên meşandin.
Encam û Berdewamiya Têkoşînê
Ji bo parastina vê destkeftiyê, dîsa têkoşîna me berdewam e. Yani em weke rêxistina jin, têkoşîna me berdewam e, weke civak têkoşîna me berdewam e. Dibe hinek rêbaza me ya têkoşînê hatibin ku her tişt aliyê ragihandinê derbasî siyaseta dîplomasî bibin. Ev qedek e em û dewlet îro rastî beramberî hev tîne. Demek beramberî hev tîne, rastî dîsa rêbaza wê jî gerek were guhertin, lê hinekê daxwazeke weha heye ku dengê me herêmî bê hîştin. Na, em jî gerek dengê xwe cîhanî bihîzin, jibo rastî ew doza me, xwesteka me ne weha cure dîtin. Xebateke me di vê warê de heye, em deynin meşandin, xebat rastî jê re divê astekê Sûriyê de xebateke gelekî xurt jê re divê de aliyê avakirina eniyên demokratîk.
Huner ew rûhê ku mirov her tim pê dijî
Bi vê boneyê Koordînatora tevgera “Hîlala Zêrîn” li Kantona Qamişloyê Bêrîvan Botan wiha nirxand«Dema mirov behsa çand û hunerê dike, bêguman ev rûhê ku ji zarokatiyê ve bi mirov re geş dibe temsîl dike: ew rûhê ku mirov her tim pê dijî. Ji ber vê yekê, her zehmetiyên ku kesayetên hunermend pê re rûbirû dibin, dê bêguman wan derbas bikin û sînor û astengan bişkînin.»
Têgîna çandê û zehmetiyên destpêkê
Destpêka rêwîtiyê: Tevlîbûna min a qada çandê di sala 2007’an de wekî komeke ciwanan bi navê “Koma Roj” bû. Me zehmetiyên demdirêj dîtin, paşê di sala 2008’an de, ez tevlî “Koma Botan” bûm, ew komeke ku ji salên 90’î yên sedsala borî ve hebû, dema ku ez nû hatibûm dinyayê.
Dema ku mirov ji zarokatiya xwe ve hunerekê wiha xweşik dibîne û dijî, her tim awaz û stranên welatê ku tu tê de dijî dibêje, pêwendiyeke xurt di navbera mirovan de çêdibe û hezkirina wan zêde dibe. Mirov pirtir bi hunera xwe ya rast ve girêdayî dibe li şûna hunera sexte an kevneşopiya ku derve her tim hewl da di nav me de biçîne da ku me ji çanda xwe dûr bixe.
Fêrbûna ji mezinan û têgîna çanda resen
Li ser vê bingehê, tevlîbûna min di sala 2008’an de ji bo Koma Botan bû. Wê demê gelek hevalên me yên mezin hebûn ku di wê komê de man û her tim distran, me ew wek mamosteyên xwe didîtin. Kê ku li ser xeta hunerê bimeşe û berdewamiya wê misoger bike, dê kesên nû tevlî komê dibin bi rêya mamosteyên xwe fêrî gelek tiştan bike, çi stran, awaz an çanda giştî be.
Çand ne tenê gotina stranekê an nivîsandina helbestekê ye, belê awayê rûniştin, rawestin, xwarin, vexwarin û çanda resen a civakê ye.
Çanda resen a civakê ne dişibe çanda dewletê ya ku bi salan, bi hişmendiya xwe ya mêrsalarî, hewl da vê çandê tune bike an têk bibe û belav bike. Her wiha dewletê her tim hewl da jinê dema hunerê dike an di qada çandî de cihê xwe digire bitirsîne û zehmetiyên mezin bide kişandin. Qada me ya çandî ya resen ji dê û bavên me hatiye girtin dema ku wan lorîkên zarokan digotin û şevbihêrk û civatên hunerî hatin lidarxistin. Bêguman dema tu doza çandeke resen dikî, tu dê bi vî awayî tevbigerî û jê hez bikî.
Astengiyên beriya şoreşê û hişmendiya civakî
Me salên zehmetiyên beriya şoreşê û di nav salên şoreşê de jî dîtin. Em di bin bandora çandê de di nav şoreşê de mezin bûn û me bûyer û pêşketin roj bi roj dîtin. Di wê demê de, beriya şoreşa Rojava, zehmetî ne tenê di gotina me ya stranekê de bû, belê me di nav civakê de zehmetî dîtin ji ber adet û kevneşopiyên ku ew yek wekî şerm didîtin, û di bin navê olê de, digotin ku nayê qebûlkirin ku dengê jinê bilind bibe an wekî kesayetiya zanîn û hişmendiya xwe pêşkêş dike derkeve.
Bêguman, wê dewleta mezin “dewleteke biçûk di nav her malbatê de” di hişmendiya bav, bira û dayikê de jî ava kiribû, çi hewldanên wan wê demê hebûn, ketibû bin bandora wê hişmendiya ku her tim nahêle jin bibe pêşeng an pêş de biçe û li ber pêşxistina afirîneriya wê astengan datîne.
Israr û têkoşîna ji bo perwerdehiyê
Carinan, em tenê ji bo perwerdehiyê (prîvayan) derdiketin, em ji malekê diçûn maleke din, û gelek caran derî li rûyê me dihatin girtin. Lê dema tu ji karekî hez dikî, nemaze karê di qada çand û hunerê de, tu carî jê paşve gav navêjî. Ger derî carekê li rûyê me hatiba girtin, me careke din lê dida heya ku me karîbû cihê xwe amade û ewle bikira. Kar ne tenê stran û komên muzîkê bû, belê govend (dîlan) û şano jî hebûn.
Me perwerdehiya xwe di heman odeyê de diqedand da ku perwerdehiya koma govendê dest pê bike, paşê şano, bi rûheke gelek xweşik û tijî hezkirin tevî kêmbûna îmkanan. Ger me ew tişt wê demê bi dest nexistiba û xwedî lê dernexistiba, me nedikarî xwe di bin siya şoreşê de jî rizgar û biparastibûya.
Zextên rejîma Baas û amadekariya ji bo Newrozê
Ji ber vê yekê, amadekariyên me wê demê bi taybetî li ser boneyên wekî Newroz û 8’ê Adarê (Roja Jinên Cîhanê) bûn. Beriya Newrozê bi şeş mehan, me dest bi perwerdehiyê dikir. Lê, rejîma Baas nehîşt em bi rehetî bixebitin; wan bi qestî endamên me beriya Newrozê digirtin; wan sê-çar endam digirtin, lê me endamên din li şûna wan amade dikirin da ku keda me û hest û govendên me neçin vala, û da ku em pêşkêşî dilê gelê ku bi kelecan li benda me bûn û li ser lingan li stranên me guhdarî dikirin û li govend û şanoyên me temaşe dikirin bikin.
Astengî gelek bûn, lê me tu carî negot “bes e”, belê me digot em ê her tim wek kaniyê li hember vê sîstema ku her tim dixwaze me tune bike û çanda me veşêre biherikin. Çimkî dema welatek bê çand be, û tu huner û çanda xwe li wî welatê ku tu lê dijî derneixî, wê demê tu nikarî bibêjî “ez xwediyê vî welatî me”, ji ber ku her welat û her gel bi çanda xwe tê naskirin.
Ji ber vê yekê, carinan di şeva Newrozê de em diçûn gundekî nêzîkî cihê pîrozbahiyê. Hemû endamên hemû beşên komê diçûn ku li wî gundî razên, wekî gundê “Elî Fero û Kirsûr”, li wir heval û malbatên me hebûn, em li cem wan diman û me şev bi stran û govendan derbas dikirin. Ew yek malbat û zarokên wan pirtir bi çandê ve girê dida.
Gotinên bav û rûbirûbûna zehmetiyên kesane
Tevî hebûna gelek hezkiriyên çandê wê demê, wan ji ber zextên civakê bi eşkereyî nîşan nedida. Bavê min her tim ji yên li dijî hunerê derdiketin digot: “Ger hûn vê îro şerm dibînin, sibe hûn ê li ser awazên stranên wan govendê bigerînin.”
Dema ez di dibistanê de bûm, min her tim mirov bi stranên xwe yên kurdî li dora xwe kom dikirin, û tevî zehmetiyên ku min dîtin, min hevalên xwe bi dengê xwe kom dikirin. Ji ber wan astengiyên dijwar, min xwendin da aliyekî û riya xwe di hunerê de dewam kir. Piştî ku mirov hunera me dîtin, wan jî dest bi şandina zarokên xwe kirin da ku fêrî lêdana amûrên muzîkê bibin.
Pêşketina îmkanan, bilindkirina hunerê û şehadetê
Bêguman, amûrên muzîkê di destpêkê de ne wekî niha bûn. Me tenê tenbûr û dehl hebû ku me rîtm pê çêdikir, û amûrekî dengê (sond) yê biçûk ji bo bilindkirina deng, û mîkrofon. Lê dema em li wan zehmetiyan dinêrin û bi bîr tînin, û bi fersendên niha re berawird dikin, em dibînin ku kedeke mezin ji bo vejandina çand û hunera me hebû, da ku fersendên mezintir ji me re peyda bibin.
Ji wan fersendan bêguman, mamosteyên me ji bo fêrkirina kesên dixwazin fêrî lêdana amûran bibin derketin, hejmara xwendekaran zêde bû, her wiha zarokên ku dixwazin rojên xwe yên havînê li derveyî dibistanê di nav hunerê de derbas bikin derketin.
Gelek ji van kesan û hevalên me gihîştin pileya şehadetê, gelek xwendekar bûn mamoste, û gelek ji wan tevlî hêzên leşkerî bûn, di nav wan de hevalên jin jî hebûn ku bi riya hunerê gihîştin pileya şehadetê. Bi rastî huner bereyeke şer a rastîn e li kêleka çekê; dema tu bi hunera xwe şer dikî, ev şer û têkoşînek e di nav şoreşa Rojava de. Dema me stranên xwe çêdikirin û li qadên leşkerî belav dikirin, ew dibû sedema tevlîbûna sedan kesan ji ber ku tu ji bo welat, ji bo şehîdan, û ji bo dayikeke ku parçeyek ji dilê xwe wekî diyarî û fedayê bo vî welatî pêşkêş kiriye distirê.
Rola tevgera ‘Hîlala Zêrîn’ û xurtkirina jinê
Rêxistina me ya jinan, wekî tevgera jinê di qada çandê de, hemû sînor şikandin. Dayik, keçên ciwan û jinên temenê wan navîn hebûn, û têkoşîneke mezin bo vê yekê hate kirin. Dibe ku kesê ji derve li me dinêre bifikire ku em tenê stranekê dibêjin, lê yê ku vî karî dike qebareya zehmetiyên mezin ên ku divê derbas bike dizane.
Di qonaxa damezirandina tevgera “Hîlala Zêrîn” de, şaxên wê ji Dêrikê heya Hesekê, Kobanê, Heleb, Şehba û li her derê belav bûn. Hemû jinan bi amûrên xwe, bi stranên xwe û bi hunera xwe ya folklorî tevlî bûn. Xwendekarên ku dixwestin ji zarokatiya xwe ve li navenda me ya Kantona Qamişloyê fêr bibin, niha wekî mamoste li dibistana “Şehîd Newêla” fêrî xwendekarên din dikin.
Piştî ku jinê tenê têkoşîn dikir da ku bikare dengê xwe bilind bike, niha em jinekê dibînin ku li ser sê an çar amûrên muzîkê dileyîze û dengê xwe digihîne tevahiya cîhanê. Dema ew xwendekar derdikevin ser dikê da ku jêhatîbûn û zanîna xwe pêşkêş bikin, zarokên din ji wan bandor dibin.
Huner hezkirineke mezin dixwaze, ger tu jê hez nekî, tu yê negihîjî ti pêşketinê. Bêguman, divê tu her tim hewl bidî xwe pêş bixî û perwerdehiyê bikî; çiqas fêr bibî û dengê te xweşik be, divê nebêjî “ev bes e” an “ez têr bûm”.
Belê divê mirov di hunerê de her tim wek kaniyê biherike û nû bibe, û bifikire ka çawa li ser bûyerên heyî daxuyaniyê bide. Çawa lorîkekê di dîroka vê şoreşê de nemir bike, û çawa hestên wê dayika ku êş û azar di nav şoreşê de kişandiye dema zarokê xwe kirî qurbaniyê welat rave bike. Divê hunermend bi vî awayî bikeve dilê gelê xwe. Gelê ku ji hunermendekî taybet hez neke, rê nade wî hunermendî ku navê hunermend li ser xwe danê, çimkî dilnizmî li cem hunermend pir girîng e.
Çawa ku jinê di sengerên şer de têkoşîn kir, me jî bi gotinên xwe, awazên xwe, helbestên xwe û şanoyên xwe yên ku me di vê qonaxê de pêşkêş kirin, têkoşîn kir û me bersiva guncaw da.
Mîhrîcanên muzîkê yên ji bo piştgirîkirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), dema tê gotin ku ne qebûlkirî ne, ev ne tenê tê wateya neqebûlkirina jina kurd, belê tê wateya redkirina hemû jinan; bila hemû jinên ku li me temaşe dikin vê bizanin. Ger bibêjin ku ew me qebûl nakin, em ne li benda qebûlkirina wan in; em di kar û çalakiyên xwe de berdewam in, û têkoşîna me dê berdewam bike. Ber bi serkeftinê ve û em li vir in bi hemû hêza xwe û em ê hebin.
Yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê jinan di sengera ragihandinê li eniyên pêş bû
Rojnamevan Dicle Ehmed, ku li bajarê Kobanê di warê çapemeniyê de dixebite, geşedan û guhertinên li herêmê gav bi gav dişopîne û bi pênûsa xwe ya rojnamevaniyê rastiya êş û serkeftinên hatine bidestxistin radigihîne cîhanê, salvegera 14’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê nirxand û got:
«Di destpêkê de, em bi rêzdarî û hurmeteke mezin hemû kesên ku di riya şoreşê de, ji bo parastina wê û parastina destkeftiyên wê canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Em vê roja dîrokî li wan û li hemû şehîdên ku canê xwe di oxira vê meşê de feda kirine pîroz dikin.»
Wê wiha berdewam kir: «Her wiha di vê rojê de em pîrozbahiyê li endezyarê vê şoreşê dikin, yê ku bi felsefe û ramanên xwe yên azad rê li ber zayîn û pêkhatina vê şoreşê vekir, Rêber Abdullah Ocalan .
Dicle Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: «Em vê rojê li her jineke têkoşer a ku ji bo serkeftina vê şoreşê û bilindkirina dengê jinê têkoşiya, li her jineke ku di vê riyê de şehîd ket û li her jineke ku heta niha li ber xwe dide û têdikoşe pîroz dikin.»
Wê destnîşan kir ku dema behsa Şoreşa 19’ê Tîrmehê trauma û gelek êş û azar tên bîra mirovan. Şert û mercên ku şoreş tê de çêbû û biryara dîrokî ya destpêkirina wê, ji bo gelê kurd bi giştî û ji bo jinên kurd bi taybetî gaveke dîrokî û xwedî nirxekî pir mezin bû.
Rewşa jinê ya beriya şoreşê û di bin zilma rejîmê de
Dicle ronahî da ser qonaxa beriya şoreşê ya di dema desthilatdariya rejîma Baas de û got: «Ez bi xwe yek ji wan ciwanan bûm ku beriya şoreşê karê rojnamevaniyê dikir. Me di bin şert û mercên pir giran de di nav pencên rejîma Baas a xwedî hişmendiya desthilatdar û mêtinger de jiyan dikir, ji bilî astengiyên civakê yên wekî adet û toreyên civakî yên serdest ku desthilatdariya xwe li ser civakê bi giştî û li ser jinê bi taybetî di bin navên cuda yên olî de ferz dikirin.»
Dicle behsa serhildanên gelan ên li welatên erebî kir û got: «Dema ku serhildanên gelan li welatên erebî dest pê kirin, navê ‘Bihara Erebî’ lê kirin. Di heman demê de, Tevgera Azadiyê û gelê kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19’ê Tîrmehê de şoreşa xwe dest pê kirin, ku em dikarin jê re bibêjim ‘Bihara Gelan’. Ew şoreşeke aştiyane û demokratîk bû ku tê de gel daxwaza mafên xwe, parastina nasnameya xwe û jiyana bi azadî û rûmet dikir. Ji bo gel ferz bû ku ‘Riya Sêyemîn’ hilbijêre û ji bo hebûn û nasnameya xwe têbikoşe, ji ber vê yekê Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir.»
Wê wiha berdewam kir: «Ji ber ku şoreş li her herêmên din ji rêça xwe ya rast derket û veguherî şerekî çekdarî, kuştin, talan, koçberkirin û revandinê, kê baca herî giran da? Jin bû, nexasim jina sûrî û di serî de jina kurd, ku di encama van bûyerên dijwar de herî zêde rastî êş û azaran hat.»
Destkeftiyên şoreşê û rêxistinbûna jinê
Dicle Ehmed wiha li gotinên xwe zêde kir: «Ji ber vê yekê, Şoreşa 19’ê Tîrmehê piştî destpêkirina xwe gav û şoreşên pir girîng ji bo me wek kurd bi xwe re anîn. Yek ji herî berbiçav şoreşa çandî û zimanî bû. Gavên erênî û dîrokî yên cihêreng hatin avêtin; jinê di vê şoreşê de hebûna xwe îsbat kir, hêz, vîneke polayî û wêrekiyeke ku kes nikare bişkîne nîşan da. Jinê di nav dilê vê şoreşê de û di bin şert û mercên herî dijwar û giran de xwe rêxistin kir û ji tunebûnê rêxistineke piralî û temam afirand.»
Wê wiha berdewam kir: «Bêguman, di destpêka vê şoreşê de (ku em wek şoreşa jinê pênase dikin), ji bo jinan ne hêsan bû ku ji malên xwe derkevin, belku ev yek hewildan û zehmetiyeke mezin dixwest. Nexasim di qada ragihandin û çapemeniyê de; ku me di bin şert û mercên pir dijwar û xeternak de kar dikir. Me karê xwe yê ragihandinê ligel destpêkirina şoreşa Sûriyeyê dest pê kir û hejmara jinan di qadê de di destpêkê de pir kêm bû. Heta yên ku tevlî kar dibûn jî, bi tirs dihatin; tirs ji rejîmê, tirs ji adet û toreyên civakî, û tirs ji bavan, mêran û birayan.»
Wê teqez kir ku bihêzkirin û rêxistinbûna jinan di saziyên jinan de û gavên ku avêtine, têkoşîn û berxwedaneke mezin û avakirina hêzeke cewherî ji bo birêvebirina vê xebatê dixwest. Wê got: «Piştî destpêkirin û geşbûna şoreşê, ragihandina me pir dewlemend û berfireh bû, û rêjeya tevlîbûna jinan di saziyên ragihandinê de bi rengekî berçav zêde bû. Her wiha têkoşîna jinê di asta civakî de gavên pir mezin avêtin; wan refên xwe rêxistin kirin, ‘Malên Jinan’ hatin avakirin û Kongra Star karî bi awayekî çalak bigihîje her jineke ku di civakê de an di nav malbata xwe de dinaliya û nedikarî dengê xwe bigihîne tu derê. Destê alîkariyê dirêjî wê kir, jin rêxistin kirin, perwerde kirin da ku karibin parastina xwe bikin û li dijî hişmendiya mêrparêz û desthilatdar a stemkar têbikoşin.»
Damezirandina Yekineyên Parastina Jin (YPJ) û dengvedana cîhanî
Dicle bal kişand ser aliyê leşkerî û siyasî û got: «Ligel vê yekê, hêza leşkerî ya jinê hat avakirin; di 4’ê Nîsana 2013’an de damezirandina Yekineyên Parastina Jin (YPJ) bi awayekî fermî hat ragihandin. Bêguman şervanên me beriya ragihandina fermî jî ligel şervanên Yekineyên Parastina Gel (YPG) di eniyên herî pêş de şer dikirin û li ber xwe didan. Rêxistinbûna jinê di qadên siyasî, dîplomatîk û leşkerî de, û ev hemû serkeftinên bêhempa, bi xêra Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku van gavên dîrokî yên mezin bi xwe re anîn pêk hatin.»
Wê wiha zêde kir: «Bêguman ji bo parastina van destkeftiyan vê şoreşê rûbirûyî astengiyên mezin bû û berdêlên giran da, û feda kariya herî mezin para jinên kurd bû ku pêşengiya vê şoreşê kirin. Wek mînak, şehîd Zehra pêşengiya vê meşa bi bandor kir û bi saya têkoşîna wê û têkoşîna jinên din, jinê karî xwe li hemberî têgihên kevnperest û adetên paşverû yên di civakê de rêxistin bike û gavên dêrîn biavêje. Yek de mînakên berbiçav jî şehîd Dîlişan e, ku rojnamevanek bû û li dijî adetên kevnar û hişmendiya paşverû têkoşiya û bi her wehî bi wêrekî tevlî karê ragihandinê bû.»
Wê wiha berdewam kir: «Di qada rêxistinbûna jinê de me berdêlên pir giran û cihêreng dan. Di asta siyasî de, siyasetmedar Hevrîn Xelef di êrîşeke hov de hat armancgirtin û şehîdkirin. Armanca sereke ya armancgirtina van jinên pêşeng û qetilkirina wan, şikandina vîna şoreşê bi giştî û lawazkirina vîna şoreşa jinê bi taybetî bû. Lê belê encam bi temamî berevajî bû; jina kurd a ku bi raman û felsefeya azad mezin bû û hat çekdarkirin, di bin sîwana vê têkoşînê de refên xwe rêxistin kirin, û şehadeta van qehremanan bû sedema zêdebûna biryardarî û wêrekiyê ji bo berdewamkirina riya şehîdan û berfirehkirina qada xebat û têkoşînê.»
Dicle Ehmed teqez kir ku têkoşîna jinê û dengvedana wê piştî berxwedana dîrokî ya Kobanê di asta cîhanê de berfireh bû û got: «Piştî destana berxwedana Kobanê, dengê vê şoreşê û vê xebatê li çar aliyê cîhanê zêdetir bû. Hêza leşkerî ya jinê di berxwedana Kobanê de ew bû ku bi saya feda karî û çalakiyên fedaî yên şehîdên mîna Arîn Mîrkan, Destîna, Rêwan, bi dehan şehîdên li Sîrzorî, şehîd Peyman û şehîd Ruken, rêxistina terorîst a DAIŞ’ê têk bir û rûreş kir. Şûna DAIŞ’ê li Kobanê bi pêşengiya wan a fedaî şikest û bi saya van feda kariyan jina kurd a têkoşer di tevahiya cîhanê de xwedî naskirin û nirxandineke berfireh bû, û dengê têkoşîna wê bilind bû daku bibe îlham ji bo azadîxwazên cîhanê. Ji ber vê yekê, gelek jin û çalakgerên di asta cîhanî de xwestin serdana Kobanê û Rojava bikin da ku ji nêz ve şoreşa jinê nas bikin û li ser sira hêz, wêrekî û çavkaniya îlhamê rawestin, û şandên jinan ên gelek şandin serdana herêmê kirin.»
Parastina destkeftiyan, astengiyên heyî û pêşeroja şoreşê
Dicle Ehmed wiha li gotinên xwe zêde kir: «Jinê di qada dîplomasiya navneteweyî de gavên mezin avêtin û beşdarî konferansên navneteweyî bû, di qada siyasî de bû xwedî deng û biryar, û di civakê de xwedî hêzeke rêxistinî ya mezin e ku di bin her şert û mercî û qadên jiyanê de dikare pêşengiyê bike; ew dîplomat e, rojnamevan e, siyasetmedar e, mamoste ye, xwendekar e û dayika perwerdekar e. Ev hemû bi saya feda karî û hewildanên mezin ên ku ji bo gihîştina vê roja dîrokî hatine kirin, pêk hatin.»
Dicle careke din serdemên rizgarkirinê bi bîr anî û got: «Jinan beriya rizgarkirinê di bin zilma stemkariyê de serdemeke dijwar derbas kirin, lê piştî ku ji rejîma Baas rizgar bûn û bêhna azadiyê standin, herêm rastî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê hat ku hewl dida careke din qeydên xwe hain li ser jinê ferz bike û azadiya wê desteser bike. Lê bi berxwedaneke mezin, ev hewildan hatin pûçkirin û azadî bi saya feda kariya şervanên Yekineyên Parastina Jin (YPJ) hate vegerandin. Ev rizgarkirin û jiyana bi azadî ne tenê li ser jinên Kobanê ma, lê belê bi saya feda kariya vê hêza jinê ya bêhempa jinên li Reqa, Tebqa, Dêrezor û hemû herêmên derdorê jî girt nava xwe.»
Wê wiha berdewam kir: «Îro jî destkeftî û nirxên vê şoreşê rûbirûyî êrîşên berdewam û hewildanên lawazkirinê dibin. Yekineyên Parastina Jin (YPJ) ku yek ji stûnên herî girîng ên vê şoreşê û nirxên wê ne, hîn jî di korîdorên rêveberî û navneteweyî de rastî piştguhkirin û nenasîna fermî tên. Nasnameya azad a jinê ya ku 14 sal in ji bo wê têdikoşe bi hêsanî nehatiye bidestxistin, û tu hikûmet an desthilatdarî nikare dest bide van destkeftiyan an vîn û hêza jinê lawaz bike; ji ber ku jinên ku di bin şert û mercên herî dijwar de tiştên herî giranbuha dane, bi mafên xwe ve girêdayî ne û tu hêz nikare wan ji vê riyê vegerîne.»
Dicle Ehmed axaftina xwe bi teqezkirina li ser rola rojnamevanên jin di gihandina rastiyê de bi dawî kir û got: «Em wek jinên rojnamevan ji destpêkê ve heta îro şahidiya vê şoreşê dikin, û me dît ku jin di civakê û di nav malbata xwe de rûbirûyî çi êş û azaran bûye, ji dozên xwekujiyê, binpêkirinan, şideta fîzîkî û zayendî nexasim li herêmên dagirkirî ku em her roj belge dikin û weşandin dikin. Armanca van hemû binpêkirinan şikandina vîna şoreşê û lawazkirina şoreşa jinê ye. Lê jinên me îro xwedî hişmendî, zanîn û hêzeke mezin in ku rê nade şoreş û destkeftiyên wan werin dizîn. Em wek jinên ragihandinê şahidiya vê têkoşînê mirin û me ji bo gihandina rastiyê û dengê jina azad hevalên xwe yên şehîd dan, wek şehîd Dîlişan û yên din ên ku canê xwe di oxira vê meşê de feda kirin.»



