ArşîvNûçe

Şoreşa jinê şoreşa Rêbertî û civakê ye

Remziye Mihemed: Şoreşa jinê şoreşa Rêbertî û civakê ye

Remziye bi boneya dehemîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê deh saliya șoreșê li hemû jinên herêmê, jinên Rojhilata Navîn pîroz kir û bal kişand ser girîngiya lidarxistina Foruma Şoreşa Jinê di şert û mercên niha de. bal kişand li ser gef û êrîşên li ser herêmê û bal kişand ser mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina hemû herêman û jinan.

Îro Înê 22.7.2022’an li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo xebatên Korbenda Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi tevlîbûna jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” dest pê kir. bi amadebûna hejmarek jinên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ji pêkhateyên herêmê ku pêkhateyên ermenî, ereb, suryan û kurd jî di nav de ne û bi rêya sepana Zoom dê çalakvanên Rojhilata Navîn  û sûriyê tevlî bibin., jin û aktîvîstên femînîst wê tevlî forûmê bibin

Beriya destpêkirina xebatên forûmê, ji bo rêzgirtin ji giyanê pakê şehîdan deqeyek rêzgirtin ji beşdarên forumê hate xwestin, piştre jî sînevîzyonek li ser şehîdên şoreşa Rojava hate pêșkêșkirin.

Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed ve hat kirin. Remziye di destpêkê de bixêrhatina hemû beşdarvanan kir û  roja 19’ê Tîrmehê de şoreşa 19ê Tîrmehê li hemû gel û dayîkên şehîdan pîroz kir. û  got” Tişta ku ji me dihat xwestin, erê şoreşê ji Kobanî dest pê kir û li hemû gelan. herêmên Bakurê Sûriyê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê belav bû û ev hemû bi beşdarbûna hemû beşên civakê di şoreşê de, li beranber êrîşên derve û yên hundirîn sekinîn û ev eşkere bû.

Remziyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got, “pêșengtiya jinan li herêmê beriya 30 salan dest pê kir û em gihîştin qonaxeke mezin û berdêlên giranbuha re  şehîdên jin û mêr bi fedakariya jibo rizgarkirina herêman cane xwe feda kirin”.

Ji ber vê yekê divê em van hemû destkeftiyên şoreşê biparêzin, ,raste destê teror û dagirkeriyê di vê heyama hesas  de dirêj bû û hewl da ku destkeftiyên şoreşê têk bibe, bi hedefgirtina jinên pêşeng ên ku di refên herî pêş ên civakên xwe de bûn. Hind û Saada, Hevrîn Hubûn û Zehra jinên ku bûn çirûska serkeftinê

Remziye di çarçoveya destkeftiyên şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de got: Jinan roleke mezin lîstin û mînaka vê jî sîstema xwerêveberiyê, serokatiya hevbeş e ku jinan pêşengiya sereke û aktîf dike. Ji hemû pêkhate û herêman, heta li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê,û ev șoreșbû wesîle jibo jinan bikșîne û tevlî şoreşê bike. Her wiha me karî xwe bigihînin hemû jinên li hemû herêman”.

Derbarê girîngiya lidarxistina fruma șoreșa jin di vê demê de Remziye got, “Wekî ku em dizanin şoreşa Rojava, ev frum di vê demê de hat  li darxistin ji bo axaftin û nîqaşkirina deh salên şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. destkeftiyên ku di deh salan  de hatine bidestxistin e.

Di dawiyê de Remziye jinên beşdarî forumê bûne û jinên hemû herêman ku şoreşa Rojava rêya rizgarî û azadiyê dibînin silav kir û rûmeta şoreşê û destkeftiyên wê li hemû jinan pîroz kir.

Piştre jî kartên pîrozbahiyê yên ji bo lidarxistina Foruma Şoreşa Jinê ji aliyê jin û têkoşerên Rojhilata Navîn û cîhanê ve hatin xwendin”.

 

Back to top button