ArşîvDaxuyanîNûçe

Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê êrîşa ku li ser Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel Şermezar kir

Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel îro li taxa Bextiyar a Silêmaniyê di encama êrîşekê de şehîd bû.

bi vê mebestê akademiya jineolojiyȇ ev êrîşa hovane Şermezar kir ,daxuyanî wiha bû:

Endama adakemiya me ya jineolojiyȇ, endama me desteya weşanê ya kovara jineolojiyê Nagîhan Akarsel vê sibeyê saet 9.30’an de li Silêmaniyê di encama êrişek çekdarî de şehîd bû. Em vê sȗcȇ siyasî ya hêzên faşist û hegemonȋk di tevahiya cȋhanê de li hemberî jinên berxwedêr pêktînin, vȋ sȗcȋ bi tundî şermezar dikin. Em bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê dikin ku bersucên vê cînayetên  ku berdewamiya cînayetên hovane yên berê li hemberî Yasîn Bulut û Mehmet Zekî Çelebî, Suhel Xurşîd hatin pêkanîn kêliyekê zûtir bibȋnin. Ger ev cinayet neyên zelalkirin, dê hevkariya hikûmeta başûrê Kurdistanê di bin vê pêla şoreşa jin a bilind dibe de bimine.

Nagîhanê di Têkoşîna Azadiya Jin de demdirêj ked daye, di xebatên tevgera ciwanên zankoyê, çapemenî û xebatên jineolojiyê de bi fedakariyên mezin pêşengî kiriye û ji bo xatira vê bi salan di girtîgehê de li ber xwe daye.

Di salên herî zehmet yên şoreşa jin a Rojava de li hemû Rojava, bi taybet li Efrînê bi kedeke bêsînor, bi wêrekî û biryardariyekî mezin, bi jineolojiyê ji bo girtina şoreşê ya rengê jin û ronakbîriya jin bûye xwedî ked û hewldanên gelek mezin. Dest li dilên jinên Şengalê yên hovȋtiya DAİŞ’ê bi awayê herî giran jiyayîn daye, ji bo ronak kirina sosyolojȋ û dîroka wana li vê deverê xebatên lêkolînan yên li ser qadê daye meşandin.

Endama me ya Akademiya Jineolojîyê Nagîhan Akarsel bi jinên başûrê Kurdistanê re li Silêmaniyê xebatên Pirtûkxaneya berhemên Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê bi rê ve dibir. Bi jinên başûrê Kurdistanê yên encamên herî giran ên polîtîkayên faşîzmê û netew dewletê jiyayîn re, di dema bi jineolojiyȇ pêşengiya afirandina rewşenbîriya jin bi coş, biryar û îdeayekî mezin ve dikir de ji aliyê bi hişmendiya hêzên dagirker ên reş û tarî ve bi awayekî hovane hat qetilkirin.

Nagîhan Akarsel, li hember Faşîzma ku Jîna Aminî bi hovane qetil kir û ji bo afirandina zihnî û zanistî ya pêla şoreşa jin ku  bi drûşma Jin-Jiyan-Azadî li cîhanê tê bilindkirin, bi salan ked da û em ê Nagîhan Akarsel bi bilindkirina Şoreşa Jin a Kurdistanê bidin jiyîn.  Em didin diyarkirin ku, emê ji rika tarîbûna zîhnî ya faşîzmê û mêrîtiyê, xebatên bi jineolojiyê û bi afirandina ronakbȋriya jin tola heval Nagîhan hilgirin û em bang dikin ku hemû jinên şoreşger, demokrat, jinên azadîxwaz, akademisyen û mirovên zanyar vê sekvaniya siyasî şermezar bikin û bi drûşma Jin-Jin-Azadî têkoşîna li dijî dagirkerî, kedxwarî, mêtîngerî û tarîbûna hişmendî ya faşîzmê têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em di kesayeta Şehnaz îbrahim û Kafiye Silêman de bang li hemû jinên başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo zelalkirina vȋ sȗcȇ siyasî zextê li ser hikûmeta başûrê Kurdistanê bikin, li hemberî vê cînayeta hovane li derdora drûşma Jin-Jiyan-Azadî bi çalakiyên pêla şoreşê ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatî pêşxistin re çalakiyan bikin yek û pêşengiyê jê re bikin.

Akademiya Jineolojî

4 Cotmeh 2022

Back to top button