ArşîvNûçe

KONGRA STAR, RÊVEBERİYA XWESER HÊVİYA GELÊN AZADÎXWAZ E

Kongra Star 9,emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê pîrozkir

bi boneya 9,emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Kordînasyona Kongra Star bi nameyekê pîrozkir.

Di 9 emîn salvegera damezirandina rêveberiya xweseriya demokratîk ya herêma Cizîrê de , em di serî li xwediyê felsefeya Netewa Demokratîk Rêber Ocelan , li giyanê tevahî şehîdan her wiha ji bo hemû xebatkar û karmendên rêveberiya xweser û tevahî gelên herêmê pîroz dikin .

Em dibêjin pirojeya rêveberiya xweseriya demokratîk , pirojeyeke ku bingeheke sereke ji bo avakirina sîstemeke ku pîvanên wê wekhevî, dadmendî,aşîtî û hezkirin tê esas girtin û civakeke li ser nirxên xwezayî û mirovî ava dike . Her wiha sîstemeke ku her netew, ol û bawerî xwe di nav de dibînin û mafê xwe diparêzin hene .

di berdewamiya nameyê de Kongra Star îşaret bi rola projeyên rêveberiya xweser a bi misogerkirina mafê jin a bê hempa kir û wiha domand

Pirojeya rêverberiya xweser ji bo mafê jin misoger bike roleke bê hempa lîst ,yek ji xalên ku em balê bikşînin ser jî pêkanîna sîstema hevserokatiyê bû , ku heya neha mijarên gengeşeyên cîhanê ye, em dikarin bibêjin sîstema hevserokatî yek ji destkeftiyên rêveberiya xweserbû .

Ji ber ev piroje ji aliyê her kesên azadîxwaz ve di cîhanê de tê pejirandin û ketiya nîqaşa gelek dewletên ku dixwazin serxwebûnên xwe ragihînin , her wiha dixwazin hebûn û çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, herdem herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin armanca dagirkerî û qirkirinê ev yek bi dagirkirina Efrîn,Serêkaniyê,Girê spî û ya dawî jî ku em niha salvegera wê bibîr tînin di êrîşa li ser zindana Sîna bû. Di heman demê de pêşengên di nava rêveberiya xweser hatin hedefgirtin û mînaka wê ya dawiyê ya sala 2022an jî jina pêşeng Ş.Zeyneb Saroxan bû.

Kongra Star wiha nameya xwe bi dawî anî

Di dawiyê de em dewamkirina hebûn û berxwedana Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê ku di sala xwe ya 9emîn de , bû rê û pêşeng jibo firehkirina sîsteama Rêveberiya Xweser li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê , em pîroz dikin û piştgirî didin. Bi hêviya dewama meşa bi serkeftî ji bo xizmeta gelên herêmê û tevahî gelên azadîxwaz.

KORDÎNASYONA KONGRA STAR.

21/01/2023.

Back to top button