ArşîvDaxuyanî

‘banga me ji civaka navdewletî re ku bi erka xwe ya dadgehkirina Daişê bi lez rabe’

Kordînasyona Kongra Star şehîdên zindana Xiwêran bibîranîn û got:'metrsiya şaneyên veşartî yên daişê eşker bûn.'

Îro pêncşsem 19/1/2023’an Kordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekî nivîskî şeîdÊn pêngava ‘GURZÊN GELAN’, bi bîanîn û sersaxîjı malnbatên şehîdan re xwast.

Di daxuyaniyê de ev hat gotin:’

Rewşekî ku îro li Rojhilata Navîn û taybet li Sûriyê tê jiyankirin bi navê şerê cîhanê yê seyemîn tê naskirin ya ku em dibînîn navenda wê jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye . Bi hebûna hemû hêzê gerenetor bi despêka derbasbûna wan ji Sûriyê re û heya roja îro ne dikarîbûn gel û herêmên me biparêzin û rojan e gel û pêşengên civaka me rû bi rûyê êrîş û komkûjiyan tên . Neha û di van rojan de em weke gelê Kurd û gelên herêmê ku her di dîroka xwe de û di bîrgrha xwe rojên biêş jiyan dikin û bibîr tînin , weke , di 20ê çileya sala 2018 an de  despêkirina êrîşên dewleta Turk li ser Efrînê , hem jî di  di heman rojê di sala 2022 an êrîşa çeteyên Daişê ya bi komployekî hevbeş bi dewleta Turk û Sûriyê re  li ser zindana sînaa ya Hesekê pêk hat, ku armanca vê êrîşê têkbirina pirojeya netewa demokratîk ya ku esas bi rast hatina damezirandina rêveberiya xweser ya herêma Cizîrê  ku di 21ê çileya 2014an hatibû ragihandin , di hema demê de armanca wê ew bû ku ne dikarîbû dîsa bi êrîşekî bejahî pirojeya xwe ya dagirkeriyê dewam bike ,êdî bi vî awayî çeteyên xwe yên li herêm û zindanên rêvebriya xweser hatibûn girtin û li benda dadgeh kirineke adil bû ji aliyên saziyên navneteweyî , bi vê êrîşê tabloyekî biêş ku komploya dewleta Turk ya dagirkeriyê eşkere kir derket holê. Di encama vê êrîşê de berxwedaniyeke mezin  û dîrokî ya ku hemû hêzên herêmê di nav de cih girtin û bi navê Gurzê Gelan  hate bi nav kirin bi serkeftineke mezin tacîdar bû , her wiha encama vê berxwedaniyê  121 cangoriyên azadiyê jiyana xwe ji dest dan û gihştin asta şehadetê.

Em weke kongra star di serî û di kesayeta 121 qehremanên ku avsaneyên dîrokî  nivîsandin , em tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bibîrtînin û minnetdarî soza xwe di salvegera yekemîn ya pêngava Gurzê gelan de nû dikin . Her wiha, em xeterî û metirsiyên şaneyên veşartî  yên Daişê ku bi dawî nebûne û dewleta Turk bi hemû rê û rêbazan wan zindî dike em eşkere dikin , em vê yekê  jî berpirsiyariya hêzên koalîzasyonê bi serperştiya Amerika dibînin ku rê nede dewleta Turk bi êrîşekî din ku hêza Daişê li ser erdê xort bike. Dîsa banga me ji civaka navdewletî re ku bi erka xwe ya dadgehkirina Daişê  rabe û bi lez , ji ber hebûna  Daişê bûye xeterekî li ser cîhanê tevahî. Di dawî de jî  em spasiya herî mezin di bîranîna vê rojê ji gelê xwe yê berxwedêr e pêşkêş dikin ku bi şervanên xwe yekbûn heya me dikarîbû li hember komployekî ewqase qirêj rawestin û meşa xwe ya azadiyê  heya roja îro dewam bikin.’

ŞEHÎD NAMİRİN .

BİJÎ BERXWEDANA PÊNGAVA GURZÊ GELAN .

Back to top button