ÇalakîNûçe

“Bi ruhê berxwedana zindanan em ê. komployê têk bibin û em ê bi Rêber A.bd.ullah O.ca.lan re azad bijîn.”

bi hezaran şêniyên kantona Hesekê bi hêrs û kîn daketin qadan roja reş şermezar kirin

Kantona Hesekê:

15ê sibat 2023 li kantona hesekê gel bi êşa 24 çar salan bi duruşmeyan qêriyan û daketin kolanan roja reş lanet kirin

Bi hezaran şêniyên bajêr tevî xebatkar û endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser, meclîs û partiyan beşdarî xwepêşandanê bûn, wêneyên Rêbertî û pankartên bi nivîsa “Bi ruhê berxwedana zindanan em ê. komployê têk bibin û em ê bi Rêber Abdullah Ocalan re azad bijîn.”

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser ruhê şehîdan, li ser navê Kongreya Star Fatima Elî axaftinek hat kirin û di destpêkê de sersaxî ji qurbaniyên wê karesat –erdhejê re xwest  . û piştre behsa  Komploya Navdewletî û wiha got: “Em li ser navê  Kongra Star a  Kantona Hesekê, di destpêkê de sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên karesata erdhejê re dixwazin . îro 15ê Sibata 1999ê li Sûriyê û Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê)  Komploya navneteweyî ya ku ji sala 1996’an û vir ve li dijî Rêbertî hatibû plankirin, di sûîqesta ku li Şamê ji aliyê îstîxbarata Tirk, Sûriye û Îsraîl ve li ser Rêbertî  hate kirin, lê zerar neda .Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li cihê ku welatên serdest ji bo ku di şexsê Rêbertiyê de projeya Rojhilata Navîn a demokratîk têk bibin li hev civiyan û zext li hikûmeta Sûriyeyê kirin daku Rêbertî teslîm bigire an jî şer îlan bike; lê Rêber Abdullah Ocalan ji bo nehêle. Ev komplo  bi ser bikeve ,projeya xwe ya Rojhilata Navîn a demokratîk ku ji hemû pêkhateyan re vekirî ye kir hedef.” çand, mezheb û ol û li dijî sîstemên kapîtalîst û prensîbên wê yên ku azadiya jinê di warê rewşenbîrî de dixwazin. karibe civakek azad û demokratîk ava bike û heta serkeftinê bi ser mîsoger bike wê şerê şoreşgerî yê gelan bi rê ve bibe, ji ber wê jî ev şoreş  bû şoreşa jinê û di qada leşkerî û îdarî de xwe îspat kir û em şehîd Beretan Sakîna Cansezîlan Nagihan Zeyneb Saroxan û hezar kesên ku şopa xwe li dîroka têkoşîna me hiştine mînak digrin .

Her wiha got, “Piştî 24 salan û nekarîn prensîb û felsefeya Rêbertî ji holê rakin, lewra tecrîda mutleq li ser ferz kirin. Ji beriya 2 salan tecrîd berdewam dike, lê ji ber ku em bi Rêbertî re dimeşin nikarin vîna me bişkînin. mîrateya ku rêberê navneteweyî ji me re hiştiye prensîbên ku ji bo her cih û demê guncav in. Ev tecrîd li dijî hemû qanûn, pîvan û exlaqên navneteweyî ye.” bêdengiya wan erêkirina vê tecrîdê ye û heta roja îro li ser gelên Rojhilata Navîn berdewam kiriye, ji bo desteser kirina azadiya gelan, têkbirina ezmûna demokratîk û biratiya  û destkeftiyên gelên me  ku tê de dijîn,  û serkeftinên ku bi xwîna şehîdên me hatine bidestxistin têdikoşin.

Di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê em bi hemû pêkhateyên civaka xwe ve di wê baweriyê de ne ku aştî bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike û li ser vê bîranîna bi êş em soza Rêberê xwe û xwîna şehîdên xwe li erdê naxin. gelê me komploya qirêj bi yekitiya gelên herêmê hate pûçkirin,Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Rêbertî re azadî”, “Şehîd Namen” bi dawî bû.

Back to top button