ArşîvDaxuyanî

Bernameya Newroza sala 2023`an hate eşkerekirin

Bi duruşmeya "Bi rihê berxwedana newrozê emê Rêber Apo azadbikin û dagirkeriyê têk bibin" bernameya Newroza sala 2023'an hate eşkerekirin.

Bernameya çalakî û şahiyên Newroza sala 2023’an, bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.
Îro çarşem 15/3/2023’an de bi amadebûn bi dehan ji nûnerên saziyên sivî û ya rêveberiya xweser, hêzên ewlekariya hundurîn, nûnerên rêxistin û tevgerên jinan ya bakur û Rojhilatê Suriyê, dayîkên gerîla û şehîdan li ba çarxerêya Apê yosif (Yosif Gulo) bi her du zimanan kurdî, Erebî hat xwendin.bi zimanê kurdî Remziye mihmed, endama kordînasyona kongra star, û Telat Yûni, bi zimanê erebî hat xwendin.
Di dest pêka daxuyaniyê de ev hat gotin: “Gelê me yê Kurd û hemû gelên Mezopotamyayê Cejna Newrozê bi hemû wateyên xwe yên nûbûn û azadiyê pîroz dikin. Newroz nûnertiya îrade û berxwedana gelan li dijî bêheqî, zilm û koletiyê dike. Agirê Newrozê geş dibe, mizgîniya hatina serdemeke nû ku têde îradeya gelan pêk tê, bi xwe re tîne.” .
Di daxuyaniyê de hat got in: bi hatina Newrozê re tevahî gelên xwe, malbatên şehîdan, QSD`ê, YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz dikin.”

Di heman demê de, şehîdên şoreş bi bîranîn û got: “Em hemû şehîdên şoreşa xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember efsaneyên lehengî û berdêlên ku ji bo azadî û aştiyê dane, bejna xwe ditewînin. Em îro bernameya pîrozbahiyên Cejna Newroza 2023`an radigînin. Newroza 2023`an dê bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” dê were lidarxistin.
Newroza herêma Cizîrê dê li van herêman were lidarxistin:Dêrik: Bendava Bozê, Tirbespiyê: Qada Şehîd Mezlûm Dogan a li Mizgeftê, Qamişlo: Qada Newrozê ya li gundê Hîmo, Amûdê: Qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar, Dirbêsiyê: Qada Newrozê ya li gundê Çolbistan, Hesekê: Qada Newrozê.”
hat diyarkirin ku pîrozbahî saet 10:00`an dê dest pê bike. Di pîrozbahiyê de dê axaftin werin kirin û bernameyên hunerî yên cûrbecûr werin pêşkêşkirin.”
Bang me ji bo tevahî gelên xwe dikin ku bi rihê Newrozê û bi rihê berxwedanê dakevin qadên Newrozê û li gorî rêwerz û tedbîrên ewlehiyê ku ji aliyê Hêzên Ewlehiyê û hemû hêzên leşkerî ve hatine girtin, tev bigerin. ” di dawiyê de hat gotin: Em îro bernameya pîrozbahiyên Newrozê eşkere dikin û em ê agirê Newrozê, agirê berxwedan û azadiyê pêxin.”
Pişt re agirê Newroza sala 2023’an hat pêxistin..

Back to top button