
Kongra Star a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo, ji bo êrişa li dijî jinên Kurd û girtina ciwanên Kurd li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên li gundewarê rojhilatê Helebê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê Endama Kongra Star Ahîn Îbrahîm ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bi tundî kiryarên derveyî exlaqê şermezar dikin, divê hikumeta demkî kirin û nêzîkatiyên xwe yên li hem berî jinan û welatiyan li ber çavan bigire û wiha hat gotin: “Bêyî fedî li ber kamîreyê li jin û dayîkan dan. Em van kiryaran li hemberî hemû jinên li Sûriyeyê, bi ti awayî qebûl nakin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em dibînin ku ev kiryar bi armanca tirsandina gelê Kurd, valakirina herêmê ji gelê resen û pêkanîna guhertina demografî weke ku li hemû herêmên Sûriyeyê dibe, tê kirin. Tişta ku li piraniya herêmên Sûriyeyê wekî revandin û lêdanan jinan dibe, derveyî perensîbên mafê jinan û welatiyan e.”
Di dawiya daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku kesên ku ev sûc li dijî jin, welatî û ciwanên Kurd li Til Eran û Til Hasilê kir, bê cezakirin.



