Rêxistinên jinan li Hesekê binpêkirinên li Til Eran û Til Haselê şermezar kirin
Rêxistinên jinan li Hesekê binpêkirinên li dijî sivîlan, bi taybetî jinan, li Til Eran û Til Haselê li gundewarên rojhilatê Helebê şermezar kirin, daxwaza lêpirsîneke serbixwe, hesabpirsîna berpirsiyaran û serbestberdana girtiyên ku tu sûcên qanûnî li dijî wan nehatine îspatkirin kirin.

Rêxistinên jin li bajarê Hesekê ji bo kiryar û destdirêjiya jinan li Til Eran û Til Hasil daxuyanî dan.
Daxuyanî li pêşiya Meclisa bajar a Hesekê hate xwendin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand a Jinê Sîmav Ebdî û ya erebî ji aliyê endama Kordînasyona Kongra Star a Hesekê Emanî El Xerbî ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de gotin destdirêjiya jinê û tûndî lê kirin binpêkirina mafên mirovan û nirxên exlaqî ne û tu hicetê wê nîne.
Her wiha diyar kirin ku ev yek tê wateya destdirêjê rûmeta tevahî civakê dikin, di şer de nabe ku jin bibin hedef. Jin çêkera jiyanê, bîra xakê û nobedara aştiya civakê ye. Binpêkirina mafên jinê tê wateya siberoja Sûriyeyê û îradeya jiyana hevbeş binpê dikin.
Her wiha di daxuyaniyê de xwestin ku lêpirsîn ser bixwe were vekirin û ev kiryarên li Til Eren û Til Hasil hatine kirin, werin lêkolînkirin û encama lêpirsînê ji raya giştî re raghînin.
Di daxuyaniyê de anîn ziman ku divê berpirsên van kiryaran û bi taybet ên destdirêjî li jinan, pîr û kalan kirine werin cezakirin, kesên bê isbatên qanûnî hatine girtin, werin berdan û sivîlan biparêzin.
Rêxistinên jin di dawiyê de destnîşan kirin ew li pişt jin û sivîlên tada li wan hatiye kirin û bang li hêzên neteweyî, rêxistinên jin û hiqûqî kirin ku dengê wan ê qebûlnekirina van kiryaran bigihînin tevahiya cîhanê.




