ArşîvDaxuyanîEkolojî

Platforma ekolojî ya jin encama kampaniya xwe ragihand

Îro Platforma ekolojî ya jin, bi daxuyaniyekê encama kampaniya xwe ya Ekolojîk ya ku bi duruşma ' li dijî çekên kîmiyawî ê welatê me dixin zelzelistan u çolistan,em ê daristanan ava bikin ragihand.

Daxuyanî îro sêşem 4/4/2023’an li gundê jinê Jinwar, bi amadeabûna endamên kongra star û platforma ekolojî ya jin hat xwendın daxuyanî bo zimanê kurdî jı aliyê berdevka komîta ekolojî Rîhan Temo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hat gotin:

‘Di dîroka 14/2/2023, u bi duruşmeya li dijî çekên kîmiyawî ê welatê me dixin zelzelistan u çolistan,em ê daristanan ava bikin. bernamicê kampaniya me bi tevlîbúna nêzî 100 jinî,, ji endamê komîn, meclis u komîte u saziyê endamê pilatforma jin ya ekolojî hat ragihandin. Ku ji 15 şibatê heta 4 Nîsanê dewam kir roja rojbûna rêber APO bi vê bûneyê 74 mîlada rêbertî em pîroz dikin.

kampaniya me di demekê de ku tevahî gelê kurdistanê u hevalê wan ji ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşê  hat meşandin,lewma hedefekî sereke ê kampaniya me ew bû ku li hemberî şert u mercên ku Rêber Apo ev 24sala di rewşên dijî mirovahiyê u ji tevahî pîvanê ekolojîk qot li ber xwedidê tekoşîna ekolojî bi meşênin u me hedef kiri kû esas u bingihê kampaniya xwede li dijî vê tekoşîn bikin u ji ber Azadiya fîzîkî ya rêbertî tevbigerin.

herwiha di kurdistanê de bi giştî ji ber şerekî dijwar tê meşandin li hember xweza , îrade u azadiya gelan ji milê dijmin ve, u ji ber Akp di vî şerî de bi serbikevê bi hezarê cara çekê kîmiyasal bi çend cureyan bikar anî ku ev yek jî di bê sedema wenda kirina pir rengiya di xweza u jîngiha me de pêre xistina jiyana mirovan di tehlîkê u xeteriyê de,me di nava kampaniya xwede îşkerekirina van kiriyaran  girîng dît u li ser bingihê xwedî derketina li şehîdên ku bi van çekan şehîd ketine ku hijmara wan zêdetir ji 42 şehîda ne me bi bîranîn, u tevahî çalakiyê xwe diyarî bîranîna wan kirin.

Li milek din di rêya kampaniya me de sersaxî  hat xwestin ji tevahî gelê ku di erdheja 6 şibatê de jiyana xwe ji destdane. Li bakurê Kurdistan , tirkiyê u bakuriyê suriyê.

em dikarin bêjin kû bi giştî kampaniya me di astek baş de derbas bû u bi rih u girêdana bi welat, jîngeh u axa xwevê  girêdan ev xebat hatin meşandin.

ji ber avakirina çanda xwedî derketina li jîngehê nexasim bi bêşengiya jin u zarokan, li amûdê u girkê lekê,u çend dibstanê kantona Qamişlo herwiha ji bo endamê şaradariyan, bi dihan semîner hatin dayîn bi sernavê ( jin u xweza , bandora pilastîk li jîngehê) bi tevlîbûna nêzî /1000/ kesî.ev semêner ji mile komîteya ekolojî u desteya şaredariyan hatin dayîn.

Ji ber ji nûve nûjen kirina çana meya kesik di rêya çandina daran li taxan , bexçan , xeste , jinwar , şîfa jin u cihên cûda bi gel re. Di pêşengtiya desteya  şaredariyan, komîteya Aborî, komîteya şilêr , TEV-DEM jin , keziyên kesik , komîteya ekolojî. Zêdetir ji /5000/ dare /hiracî u fîkî/  hatin çandin. Ji wan yek bexçe ji ber bêranîna şehîdên ku bi çekê kêmiyawî şehêd bûne bi hijmara /420/ dare /fîkî u hîracî/ bi nave şehîda / Adar Ciya / hat çandin. Li kêleka wê pirojeya çandina Dara Tû li cihê jinên pêşeng hatin hedef girtin xebat li ser hat kirin lê ji ber rewşa hewayê ev piroje di çarçoveya kampaniyayê de hê dewam dike u hêjî  bi dawî ne bûye. Lê ev piroje wê bi cihê peywendî dare were meşandin, wek / YPJ, HPJ Jin ,Desteya jin. Partiya pêşe rojê, kantona kobanê/.

Di nava kampaniyayê de bi pêşengtiya komîteya şilêr kampaniya paqijiyê bi tevlêbûna zarokan hat meşandin herwiha spotê derbarê xwezayê de hatin kişandin.

Di mile çabameniyê de tevlî bûna bernamic u roportac derbarê kampaniya yê de hatin kişandin.

herî dawî ji ber ku tevgera jin meha Nîsanê weke meha ekolojî ragihandiye emjî wek platforma jin ya ekolojî ya rojava em tevlî dibin u xebat u çalakiyê xwe di çarçoveya wê de dewam dikin, herwiha banga me ji  jin , zarok , mêr u tevahî sazî u rêxistinê li bakur u rojhilatê suriyê dikin ku di bingihê tevahî jiyana xwe de çanda ekolojîk bi parêzin u mêjî u zihniyeta ekolojîk di tevahiya xebatê xwe de pêk bênin. Herwiha ji ber ku em dixwazin her sal kampaniya xwe di navbera (15 şibatê heta dawiya meha nîsanê)  wek koltirekî kevneşop di jiyana xwede bi din roniştandin. Em herkesî dewetî tevlîbûna wê dikin. Bi hêviya ku tevahî rojê me bi bin rojê ekolojîk ji ber parastin , xwedî derketin, xweşik kirin u ji nûve nujen kirina jîngeha xwe.’

Daxuyanî bi duruşmeya ‘bê serok jiyan nabe bi dawî bû.

Pişt re li gundê jinê dar hatin çandin

Back to top button