DaxuyanîNûçe

Komîteya Şilêr sûcên li dijî zarokan şermezar kirin

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan, qetilkirina zarokekî li Geverê bi destê leşkerekî dewleta Tirk a dagirker û sûcê li dijî zarokan ê li Parîsê ji aliyê kesekî sûriyeyî ve, şermezar kirin.

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan têkildarî sûcên li dijî zarokan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi qetilkirina zarokê bi navê Erdem Aşkan (5) ê li navçeya Gever a Culemêrgê hate kirin û hate gotin: “Zarokê bi navê Erdem Aşkan bû qurbaniyê wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk a dagirker û bi hovane hat qetilkirin. Kujer piştî lêpirsînê hat berdan. Heta ku ev kujer li derve bin gelek zarokên din jî dê bibin hedefa êrişan.”

Her wiha li ser bûyera hedefegirtina zarokan li parkeke li Parîsê bi destê kesekî sûriyeyî jî hate gotin: “Zilamekî 31 salî û bi eslê xwe ji Sûriyeyê, êrişî parka ku zarokan lê dilîst, kir û di encamê de 4 zarok birîndar bûn. Jiyana wan di xetereyê de ye. Li ber çavan xuya dike ku ev kes di bin bandora dermanên hişbir de ye, ji ber ku kesekî bi vî awayî êrişî zarokan dike, ne kesekî normal e.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em van êrişan şermezar dikin. Kesên ku parastina mafên zarokan dikin, divê li hemberî van êrişên hovane bê deng nemînin û bibin xwedî helwest.”

Back to top button